Karta destûra rûniştinê

Uppehållstillståndskort – kurmandji

Eger ji we re destûra rûniştinê hatiye dayin herwisa tê ji were karta destûra rûniştinê bê dayin ku wek delîlek, nîşan dide ku hûn li Swêdê dijîn. Kartê çîpek kompûterê heye ku wêne ya we û şopa tilîya we di nava da heye. Divê hûn her dem kartê destûra rûniştinê xwe bi xwe re bînin, gava ku hûn serdana sazîyên dewletê an jî serdana xizmetên tenduristiyê dikin.

Wêne û şopa tiliyan ji we tê standin

Her kesê ku diçû ji bo girtina karta destûra rûniştina tê wêne lê bê girtin. Zarokên di bin temenê şeş salî ne pêwîst e ku şopa tiliyên xwe bidin. Her kesê ku nikare ji ber sedemên fizîkî, wek birîndar bûna daîmî ya tiliya nekare şopa tilîyan bide, şopa tilîyan lê nayê standin.

Şopa tilîyan û wêne bi tenê li ser çîpa kartê tê qeydkirin, ne li cîhekî din. Ji bo vê yekê, dîsa tê wêneyên we, û şopa tiliyên we bên girtin, her dem ku pêwîst be kartek nû ya destûra rûniştinê ji were bê derxistin. Xêncî xercê daxwaza destûrê çi xercek din ji bo dana karta destûra rûniştinê nayê standin.

Eger hûn li derveyî Swêdê bin

Tu kesê hewceyî vîzeyi bo here Swêd divê biçi balyozxane an konsulxaneya giştî ya swêdî ji bo ku tu wêne bigri û şopa tiliyên xwe bihêli di zûtirîn dem de, heke te ev yek nekir dema te pasaporta xwe pêşkêş kir. Tu hewceyî wêne bigri û şopa tiliyên xwe bihêli her çend te berê kerta destûra rûniştinê hebe jî ji ber ku wêne û şopa tiliyên te nikare bê hilanîn.

Ne hemî balyozxane karin alîkarya te bikin ku tu wêneyê xwe bigiri û şopa tiliyên te bihilin. Berî serdana xwe bêtir li ser malpera balyozxanê an konsulxaneya giştî bixwîn.

Welatên ku welatiyên wan pêdivî bi vîzeya hene bo hatina Swêdê (bi înglîzî) External link, opens in new window.

Balyozxaneya an konsulxaneya-giştî herî nêzîkî xwe li ser Swedenabroad.se peyda bikin (bi înglîzî) External link, opens in new window.

Eger we pêdivî bi vîze ji bo hatina Swêd tune be, dê wêneyên û şopa tilîyê we li Swêdê bê standin. Divê hûn bilez serdan Ajansa Koçberîyê bikin, piştî vergirtina destûra rûniştinê û gehîştina li Swêdê.

Eger hûn li Swêdê ne

Ger tu li Swêd destûra rûniştinê dirêj biki an jî ji te re kertek destûra rûniştinê ya nû hewcebe divê tu biçi Daîreya Koçê da ku tu wêne bigri û şopa tiliyên xwe bihêli, heke te ev yek nekiribe berê dema ku ji te hat xwestin ku tu pasaporta xwe nîşan bidi. Ev herweha ji bo wan kesan jî derbas dibe ku bi armanca parastinê xwe spartine Swêdê û tu destûrek wan li vir nîn e.

Dema tu serdana Daîreya Koçê biki divê tu pasaporta xwe bi xwe re bibi. Dema karta destûra rûniştinê ya te amade bû dê ji navnîşana te ya li Swêd re bê şandin. Ji ber vê yekê girînge tu dikari navnîşana xwe ya li Swêd bidi dema tu çû Daîreya Koçê da ku şopa tiliyan bihêli û wêne bigri.

Gel Ajansa Koçberîyê ji bo ku wêne û şopa tilîyên we bê girtin, demekê bo hevdîtinê tomar bike (bi înglîzî)

Li ku derê dikarin me peyda bikin (bi înglîzî)

Eger hûn navnîşana xwe bigû­hêrin

Eger hûn dixwazin ​​karta destûra rûniştina we ji mala we re bê şandin, pêdivîya me bi navnîşana we heye. Eger hûn mala xwe bar bikin hûn dikarin navnîşana xwe ya nû dema ku serdana Ajansa Koçberiyê dikin, radestî vê bikin. Bîrnekin ku ji me re bibêjin, eger hûn bi kesekî din re dijîn û xwedîyê navnîşan c/o ne.

Kengê karta destûra rûniş­tinê amade dibe

Eger li sefaret yan konsolosxaneyê-giştî wêneyên we û şopa tilîyên we hatin girtin, hûnê karta xwe ji wan bistînin. Ji balyozxaneya an konsulxaneyê bipirsin, ka ev tê kartê ji were bişînin yan divê hûn bixwe biçin vê rakin. Paş ku we biryar standina destûra rûniştinê wergirt, gengaz e çar hefte bikşîne hata ku karta we tê çap kirin û ji balyozxaneya an konsulxaneya-giştî re tê şandin.

Eger li Daîreya koçberyê wêneyên te hatine girtin û şopa tilîyên te hatine dan dê karta te ji tere bê şandin malê di nava yek- du hefteya de.

Karta destûra rûniştinê ya we tê çêkirin dema ku biryar tê girtin, lê ne zûtir ji şeş hefte beriya ku derbasbûna destûra rûniştinê dest pê bike.

Bilezkirina çapa kartê û gehandina vê ne mumkin e.

 

Uppehållstillståndskort.

Daneyên nava kartê

Di nava karta destûra rûniştinê de agahiyên li ser cure ya destûra we heye û heta kengê karta we nirxdar e, gel tiştên din. Daneyên we ya şexsî jî li ser kartê hene. Li ser pişta hin kartan hatîye nivîsîn “Destûra kar heye” (“Får arbeta”) Ev e demekê ye ku biryara ku we standiye rasterast nîşan nade ku we destûra karkirinê heye, wek gava ku destûra rûniştinê ya bêdawî ji were hatiye radest kirin. Lê eger destûra kar li Swêdê diji ji we re hatibe dayîn, biryara wê bêje ku we destûra kar kirinê heye û ji ber vê yekê ne pêwîst e ku karta we nivîsa “Destûra kar heye” li ser pişta xwe hebe. Ji bo zarokan, nava nivîsê de (cîhê pêkan be) heta ku dibin16.salî tê nivîsîn.

Agahiyên li ser karta xwe kontrol bike

Herdem kontrol bikin ku navê li ser karta destûra rûniştina we, heman ev navê li ser pasaporta we be. Eger kerta we navê şaş hebe divê hûn ku serdana Ajansa Koçberîyê yan balyozxaneyê bikin ji bidestxistina kartek nû. Pasaporta xwe bi xwe re bibe.

Eger we navê xwe guhert, divê dê pêşîyê de serdana Ajansa Bacê bikin, ku qeyda nifûsê dike, da ku navê we yê nû qeyd bibe. Paşê divê hûn serdana Ajansa Koçberiyê bikin, ji bo bidestxistina kerta destûra rûniştina nû.

Dema ku hûn rêwîtiyê dikin

Dema ku hûn rêwîtiyê dikin, divê hûn karta izna rûniştina xwe û pasaporta xwe nîşan bidin. Bi pasaport û karta izna rûniştina xwe, hûn dikarin di heyama 180 rojan de 90 rojan bi azadî li herêma Şengenê bigerin. Eger hûn dixwazin biçin welatek li derveyî herêma Şengenê, dibe ku vîze ji we re pêwîst bike.

Karta izna rûniştinê wekî belgeya nasnameyê an belgeya rêwîtiyê nayê bikar anîn.

Dema derbasbûna kartê

Karta destûra rûniştinê ya ji bo destûra rûniştina ya daîmî sê salan derbasdare, ger destûrek te yî rûniştini ya daîmî li EU hebe karta destûra rûniştinê ya te ji bo pênc salan derbasdare. Dema derbasdariyê ya pênc-salî ji bo karta destûra rûniştinê ya ku beriya 1ê çile 2022-an hatine derxistin jî derbas dibe.

Tu karta destûra rûniştinê ya nû bistînin her gava ku tu destûra rûniştinê ya nû bistîni an dirêjbiki. Dema pêwistya te bi karta destûra rûniştinê nû hebe tu ê wêne bigri û dîsa şopa tiliyên xwe bihêlin. Dema ku tu bê Daîreya koçê ji bo ku karteke nû bistîni her tim karta xweya destûra rûniştinê ya kevin bîn bi xwere.

Eger we karta xwe winda kir

Eger we karta destûra rûniştinê xwe winda kir, an jî, eger ew dizîn, gerek ewil evê li polîs re ragehînin. Paşê dibe ku serdana Ajansa Koçberiyê bikin da ku bo dana karta nû wêne û şopa tilîyên we bê standin. Kopiyeke rapora polîs, ku hûn ji polîs distînin, an gava ku hûn raporê çêdikin, an jî piştî ku hûn vê post dikin wergirin.

Eger we karta xwe nestand

Demeke dirêj e ku hûn li benda karta destûra rûniştina xwe ne? Sedema vê dibe ku zivirandina kartê ji bo Ajansa Koçberiyê be. Ev dikare biqewime, eger ku navnîşana we ya cem Ajansa Koçberîyê şaş be.

Eger her pirsek we li ser vê babetê hebe, gel Ajansa Koçberîyê pêwendîyê bigirin (bi înglîzî)

Last updated: