Parastin û penaberî di Swêdê da

Skydd och asyl i Sverige – kurmandji

Li vir hinek agahî hatine ji bo kesên ku di Swedê da pey penaberîyê digerên. Hûn dikarin hinek mijaran liser bûyerên ku paş pêşkêş kirina daxwaza penaberîyê û dema wergirtina biryarrê diqewimin, bixwînin. Herwisa dikarin hinek agahîyan liser mafê xwe wek penaxwaz di mijarê bikarketin, malavahî, parastinê saxlemîyê û alîkarîyê malî werbigrin.

Aktuel


  • Niha tu dikari biryara penaberiyê bi postê bigri

    Heya nuha Daîreya Koçê biryarên penaberiyê li beşa pêşwaziyê agehdardiki (radigihîni ) di cêvînekê di. Niha ew rûtîn diguhere. Ji 1ê Adarê pêve tu ên ku li Swêd daxwaza penaberiyê kirîye, dikari biryarê bi nameyek bi rîya posteyê bigri.