Tu nikari bixwzi kîja welat daxwaznama penaberiyê lêkolîn bike (Qanûna Dublin)

Du kan inte välja vilket land som prövar din asylansökan (Dublinförordningen) – kurmandji

Ji bo ku tu karibê serî li penaberiyê bixê divê an tu li Swêd anjî li sînorê Swêd bê. Ger eşkere bê ku serî ledana/miracaeta te divê li gor rêbazên peymana Dublin werê peywendî kirin wê Dayireya Koçberiyê li ser vê bingihê serîledana te lêkolîn bikê bê ka divê li Swêd anjî li dewleteke din bê.

Dema tu li Swêdê daxwaza penaberiyê biki Daîreya Koçê dest bi lêkolînê dike ku Swêd an welatekî din- ê Yekîtiya Ewropî berpirsiyarê daxwaznama te ya penaberyê ye. Ger te vîza girtibe, hin cûreyê destûra rûniştinê hebin, an li ser rêya Swêdê li welatekî din ê YE daxwaza penaberiyê kiribi, dibe ku tu vegeri wir. Her weha tu kari daxwaza likulîna daxwaznama xwe li welatekî din ê- YE biki ger tu dixwazi bi endamên malbatê re bicivi ku berê li wirin. Ev di qanûna Dublin heye.

Ger daxwaznama te li gorî qanûna Dublin bê lêkolînkirin dê bi vî rengî bi:

1

Daxwazname

  • Divê tu bersiva pirsa bidî, weke mînak nav, hemwelatîbûn û malbata xwe binivîsînî. Her weha divê tu pasaport an belgeyên din ên nasnameya te nîşan bidi ku ka tu kîye.
  • Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî (Migrationsverket) wêneya te dikşîne û rêça tilîyên te digire. Heger kontrola rêça tilîyên te nîşan bidin ku tu bê destûr hatîyî hundirê Ewrûpayê, vîzeya welatekî din yê Ewrûpayê ya te heye yan jî te li welatekî din yê Ewrûpayê serî li mafê penaberîyê daye, wê demê dê daxwaznameya te li gorî biryarnameya Dublînê were dabaşkirin. Ev tê wê maneyê ku dê Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî lêkolîna sedemên te yên penaberîyê neke. Di şûna vê de, ew ê lêkolîn bike ka divê kîjin welat daxwaznameya te ya penaberîyê mihekeme bike.
  • Ji te re agahî dê bê dayîn ku daxwaznameya te li gorî biryarnameya Dublînê dê were dabaşkirin û ka ev tê çi maneyê. Her weha di warê pirsên pratîkî û rojane de jî tu têyî agahdarkirin. Weke mînak di warê mafê te yê bicîhbûna li malekê, xizmeta tendrûstî û nexweşîyê û dibistan ji bo zarokên te, heta ku tu li benda biryarekê yî.

2

Hevpeyvîna li ser daxwaznameyê

  • Bi alîkarîya wergêr (tercûman) bersiva pirsên di derbaerê tendrûstîya xwe, malbata xwe û çawa (bi çi rêyan) hatîyî Swêdê de didî.
  • Ji te re derfet tê dayîn ku bibêjî ka di derbarê îhtîmala mihekemekirina daxwaznameya te ya li welatekî din de tu çi difikirî. Ev hevpeyvîn (hevdîtin) derfeta te ya bi tenê ya bi Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî re ye, ku tu li wir bahs bikî ka çima daxwaznameya (miracaeta) te divê li Swêdê were mihekemekirin.
  • Hebûna malbata te li Swêdê dikare bibe sedemek ku Daîreya Mihacirîyê ya gîştî biryarê bide ku daxwaznameya te li Swêdê were mihekemekirin. Bi heman awayî derfet heye ku daxwaznameya te li welatekî din yê Ewropayê were mihekemekirin, heger ku malbata te li wê derê ye.
  • Heger li welatekî din yê Ewrûpayê mafê te yê rûniştinê heye dîsa jî daxwaznameya te dikare li gorî biryarnameya Dublînê were dabaşkirin.

3

Daxwaza şandina welatekî din

  • Piştî hevpeyvînê, dê Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî biryarê bide ka gelo tişteke nû ji axaftina we peyda bûye ku daxwaznameya te ji ber vê yekê, di şûna devereke din de, li Swêdê were mihekemekirin. Heger sedemên bi vî rengî tunebin, wê demê Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî daxwaza şandinê dişeyne wî welatê ku ji lêkolînkirina sedemên penaberîya te berpirsîyar e.

4

Daxwaz tê qebûlkirin

  • Li ser welatê din wexteke xuyakirî hatîye ferz kirin ku bersivê bide, ka ew berpirsîyarîya daxwaznameya penaberîyê ya te qebûl dikin yan na. Heger di wextê de bersivê nedin, ev tê wê maneyê ku wan daxwaza şandina welatekî din ya Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî qebûl kirine.
  • Dema welatekî berpirsîyarîya xwe qebûl kiribe, ev tê wê maneyê ku dê mafên te yên weke penaxwaz li wî welatî werine pêkanîn.

5

Biryara şandinê

  • Heger welatê din daxwazê qebûl bike, wê demê Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî biryarê dide ku tu biçî wî welatî ku ji mihekemekirina daxwaznameya te ya penaberîyê berpirsîyar e.
  • Tu têyî vexwendinê civînekê li Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî û li wir tu ji biryarê têyî hayedarkirin.
  • Biryara şandina welatekî din tê wê maneyê ku, tu dê yekser biçî wî welatî. Tu dikarî di nava sê hefteyan de ji biryarê re îtirazê bikî. Tu her weha dikarî daxwaz jî bikî ku, heta li benda biryara dadgehê yî, şandina te were rawestandin.

Qanûna Dublin

Qanûna Dublin li 27 welatên Yekîtiya Ewropayê bikartê: Avusturya, Belçîka, Bulgaristan, Xirvatistan, Qibris, Çîk, Danîmarka, Estonya, Fînlandiya, Fransa, Almanya, Yewnanîstan, Hungaria, Îrlanda, Îtalya, Letonya, Lîtvanya, Luksemburg, Malta, Hollanda, Polonya, Portekîz, Romanya, Slovakya, Slovenya , Spanya, Swêd, her weha li Norwêc, Îslanda, Swîsre û Liechtenstein.

Çar broşurên Komîsyona Ewropî hene ku beşên cuda yên qanûna Dublin ronîdikin. Broşur nehatini nûkirîn li ser kîjan welatên endamê YE-ne.

Last updated: