Pirs û bersivên normal yên li ser hegîhîştina malbatê û şerta xwedîkirinê

Frågor och svar om familjeåterförening och försörjningskrav – kurmandji

Malbata te îmkan wan heye ku dozanama destûra rûniştinê bidin jibo werin cem te li Swêd ger te

  • destûra rûniştinê a daîmî stendibi
  • destûra rûniştinê stendibi a demki wek penaber an ji wek alternatif hewcedarê parastini û di heman demêde ti pêşbînkirin go bingehek xwurt heye ji ditna dana destûra rûniştinê a demek dirij
  • destûra rûniştinê stendibi awa demki ji ber wan bingehê zehmetyê bicîhkirnê yan teybetî şert û mercê pir bal kêş, û ti pêşbînkirin go bingehek xwurt ji ditna dana destûra rûniştinê jibo demek dirê bê dayin.

Bêtir bixwîn liser derfetê yekbûna malbatê

Hegerer merivekî penaberê kota daxwaznamê bidi ji bo destûra rûniştinê mercê debarê tê xwestin ger daxwazname derengtî se meha hat dan piştî penaberê kota hat Swêd. Mercê debarê ti xwestin herwisa heger derfet ji malbatêre heyi go li welatekî din derveyî EU bên cem hev yan heke ew têkiliyek nû ye.

Ger te destûra rûniştinê ya demkî wergirtibe tenê malbata te ya nêzîk dikare doznamê bide ku were û bi te re li Swêd bijî. Malbata te ya nêzîk ewin mêr, hevjîn, an ê bi were jiyanê diki yan şirîkê qeydkirî û zarokên te yên di bin 18 saliyê de ne. Divê hem tu û hem jî şirîkê te we 18 sal dagirtibin. Ger tu di bin 18 salî de bi dê û bavên te wekî malbata nêzîk têne hesibandin.

Bêtir bixwîn liser derfetê yekbûna malbatê

Şerta xwedîkirinê (debirandinê) û peydakirina malekî tê wê maneyê ku divê tu karibî xwe û malbata xwe xwedî bikî û malekî têra we mezin peyda bikî.

Bêtir bixwîn liser derfetê yekbûna malbatê

Dema serîlêdan tê hundir Daîreya mihacirîyê ya gîştî (Migrationsverket) dê kontrolê bike ku tu dikarî xwe û endamên malbata xwe dikarî xwedî bikî û ku malekî te yê têra xwe mezin û bi standartek têra xwe bilind heye ku hun lê bijîn. Divê ji dema ku malbata te tê vir û pê ve hun karibin malê bikarbînin. Heger tu nikaribî van şertan pêk bînî, dê serîlêdana malbata te ya ji bo rûniştina li Swêdê were redkirin (neyê qebûlkirin).

Last updated: