Li ser AT-UND û mafê karkirinê
Frågor och svar om AT-UND och rätten att arbeta – kurmandji
Erê, piştî ku biryara sînorderkirinê di derheqê te de hatîye girtin tu dikarî AT-UND wergirî heger ku tu ji bo çûndina ji Swêdê bi Daîreya mihacirîyê ya gîştî (Migrationsverket) re hevkarîyê bikî.
Erê, heger ku Daîreya mihacirîyê ya gîştî wê nirxandinê dike ku tu bi awayeke din ji bo dîyarbûna nasnameya xwe alîkarîyê dikî.
Ji bo zarokên bi tena serê xwe hatî yên serîya 16 salî mecbûrî ye ku ji bo karkirina li Swêdê AT-UND a wan hebe. Ji bo zarokên ku 16 salî tije nekirine AT-UND pêwîst nîn e heger ku karê tatîlê, karên hêsan yan jî wezîfeyên ji bo carek bi tenê pêk tînin. Lê pêwîst e welî yan jî wekîl (god man) razîbûna xwe pêşkêş kiribe ku zarok dikare karbike. Hayedar be ku maaş yan jî bedeleke din ya wekî qerta dîyarîyan dikare li gorî LMA li ser mafê te yê wergirtina alîkarîya aborî tesîrê bike.
Erê, heger ku tu 16 salî yan jî mezintir bî. Heger binîya 16 salî bî divê welî yan jî wekîlê te razîbûna xwe pêşkêş bike.
Na.