Piştî biryara li ser daxwaznameya penaberîyê ya te

Efter beslut om din ansökan om asyl – kurmandji

Dema Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî (Migrationsverket) di derbarê daxwaznameya te ya ji bo mafê penaberîyê de biryarê da tu ji bo civînekê têyî vexwendinê beşa pêşwazîkirinê (mottagningsenheten). Di civînê naveroka biryarê ji te re tê ragihandin û ka ev ji bo te tê çi maneyê.

Heger daxwaznameya te ya penaberîyê bersiva ”erê” wergirtibe wê demê mafê rûniştinê (uppehållstillstånd) ji bo te tê dayîn û li gorî vê tu dibî xwedî mafê mayîn û karkirina li Swêdê.

Bêtir bixwîne – heger li Swêdê karibî bimînî çi qaîde derbas dibin

Heger daxwaznameya te ya penaberîyê bersiva ”na” wergiritibe jê re tê gotin redkirina daxwaznameyê. Ev tê wê maneyê ku Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî ne di wê bawerîyê de ye ku ji bo mayîna li Swêde têra xwe sedemên te hene. Heger te biryara red wergirtibe dû derfetên te yên hilbijartinê hene: yan biryarê qebûl dikî û vedigerî welatê xwe yan jî îtirazê dikî.

Bêtir bixwîne – heger daxwaznameya te ya ji bo penaberîyê li Swêdê hatiyê redkirin çi qaîde derbas dibin

Last updated: