Daxwazanama pastporta biyaniyan
Ansök om främlingspass – kurmandji
Tuyi ewê tu pastporta te tune, û derfet tune yekê bistîni, Di hin rewşade tu kari pastportek biyaniyan bistîni Ji desgeha kocê. Heke tu bûye hemwelatiyê Swêdê divê tu bi polîs re têkilyê deyni da ku tu pasaportek Swêdî bixwazi.
Merc jibo girtina pastporta biyaniyan
Jibo tu karibi pastporta biyaniyan bistîni divê te
- destûra rûniştinê li Swêdê stendiyi ji ber sedemên teyi parastinê hene li hemberi rayedarên welatê te û jibo vê yekê tu nekarin bizîviri wir bo ku pastporteki bistîni, yan rewşen din carna ku tu ji welate kîyi ku pastporta wan li Swêd qebul nabi.
Tu nikani pastporta biyaniyan bistini hek
- tu hemwelatiyê Swêdê ye an hemwelatiyê-EU/EEA ye
- ji ber sedemên parastinê yên ku bi rayedarên welatê we ve tu girêdana wan tune te destûra rûniştinê te stend (mînakî, pirsgirêkên namûsê, karesatên xwezayî an rewşa giştîyi awelatê te). Wê demê divê tu bi rayedarên welatê xwe re têkilî deyni ku pastportekê bigri
- belgeyek teyî din heye dibi wek pastporte û tu kari pê rêwîtiyê bikin
- tu li welatê xwe yi.
Desgeha Koçê nirxandina xwe li gorî wan sedemên ku di biryara te de hatini datîni bingeh û digire û di her dozê de nirxandinek tekekesî dike. Rastiya ku ew dijwari, aloze yan buha ye peydakirina pastporta welatê te, ev sedem bes nîne ku meriv pasaportek biyaniyan bistîne.

Pêdiviyên ji bo karanîna e-hizmet
Ji bo tu karibi e-xizmet bikar bîni, pêwîsti tu
- Li Swêdê rûniştî bi û tomarkirî bi
- e-nasname te hebe
- Dikarin perê daxwaznama bi wê bidin bi kerta kontoyê yan karta peredanê
- sûreteki ji nasnama te a swêdî
- kopiyek pasaporta biyaniyan a ku berê hatiye dayîn (kopiyên li ser rûpela kesane û hemî rûpelên bi mohr) an jî raporek polîs ku tê diyar kirin ku te pasaporta biyaniya xwe winda kiriye.
Zêdetir bixwîn ka meriv çawa kopiyek pasaportê bi dozanama xwe ve girêdide (bi înglîzî)
Heke te berê nasnameya xwe pêştrast nekiribe, tu karin sûretê pasteporta welatê xwe an belgeyên din ên ku nasnameya te pêştrast diki tevlê bişîni (heke pastporta te tune). Ev kare bibe, wek nimûne, kartek nasnameyê, belgeya jidayik bûnê an deftera leşkeyê
Bîr bîni ku tu belgeyên pêwîstin bi doznama xwere neşîni dibe ku demek dirêjtir bigire ta tu biryarê bigri.
Bi riya e-xizmetê wext veqetîn
Berî tu daxwaznama xwe bi e-xizmetê bişîni wext veqetîn bo tu şopa tilyê xwe bidi û wênê bikişîni. wext veqetandin ew jî wek pareki ji e-xizmetê.
Agahdariyê li ser awayê betalkirin an guhertina wexta ku te di e-xizmetê de veqetandî yi wê bigihin te di e-nameya erêkirnê de.
Zarokê di biya 18 salî re
Zarokên di binya 18 sala re bila biserêxwe daxwaza pasteporta biyanî nekin. Serpirişt an pêbawer ewê ku ji bo pasaporta biyaniyan ji zarokê re daxwaz dikin.
Heger du weliyê zaroka te hebin û tu bi rêya e-xizmetê doznamê bişînê forma razîbûnê ku Daîreya Koçê dikare pasaportê bidi (pasaportên biyaniyan an belgeyên rêwîtiyê) ji bo zaroka di bin 18 salî re bi, 246011, tê dagirtin û bi e- xizmetê ve tê girêdan. Divê her du welî erê bikin û îmze bikin li ber şahida.
Ger tu wek pêbawer daxwaz diki divê tu tevlê bişînî sûretê karsipartina xwe û nasnameya xwe.
Zarokek ku dêûbavên wî li Swêdê namîne dema ku zarok wêne digire û şopên tiliyan dihêle, divê pêbawerê wî li wir bi.