Hevgîhîştina malbatê
Familjeåterförening – kurmandji
Dibe ku mafê te hebe tu malbata xwe bîni vir ger te destûra rûniştinê ya daîmî wergirtibe, an destûra rûniştinê ya demkî wekî penaber an jî tu wekî hewcedarê parastinê, an jî ji ber astengi pêkanîn an jî bi taybetî an ew rewşên pir metirsîdar hebin, û xuyayê hebûna bingehek berbiçav ku destûra rûniştinê wê bê dayîn jibo demeke dirêj.
Şertê ku divê tu karibê malbata xwe jî xwedî bikê heye û cihekî/xaniyekî di hinek standardê baş de bê hebê. Ev daxwaz ne şerte di hemû rewşan de pêwist bê (ne icbarî bê).
Ji mafê/heqê kêye ku karibê malbata xwe bînê?
Malbata te xwedî îmkan e ku ji bo barkirina cem te yê li Swêdê serî li destûra rûniştinê bide heger ku te:
- destûra rûniştina daîmî wergirtiye
- wekî penaberek an jî wekî din hewcedarê parastinê ye destûra rûniştinê ya demkî wergirtiye û tê dîtin ku ji bo demek dirêjtir destûra rûniştinê werdigire
- an jî ji ber astengi pêkanîn an jî bi taybetî an ew rewşên pir metirsîdar hebin, û xuyayê hebûna bingehek berbiçav ku destûra rûniştinê wê bê dayîn jibo demeke dirêj.
Yekbûna malbatê jibo te ewe destûra rûniştinê ya demkî heye
Derfeta ku malbata te were û bi te re ew ê ku li Swêdê xwedî destûra rûniştina demkî ye bijî ji hêla çend tiştan ve tê rêve birin. Pêşî divê tu xwediyê destûra rûniştinê ya pejirandîbi. Ev tê wê wateyê ku ger dema destûra rûniştinê ya te xilas bûbe û te daxwaznameyek ji bo destûra rûniştinê ya dirêjkirî pêşkêş kiribe, divê berê Daîreya Koçê biryarê bide ka mafê te heye ku tu li Swêdê destûra rûniştinê bistîni an na. Ne bese ku tu xwedî rewşa parastinê bin û berê destûra rûniştinê a te hebû.
Dema ku Daîreya koçê kontrol kir ku destûra rûniştinê ya te ya pejirandî heye, em daxwaznama malbata te ya ji bo destûra rûniştinê lêkolîn dikin. Daîreya Koçê dest pê dike ka gelo dibe ku tu destûra rûniştinê ya dirêjkirî bistîni yan na. Dema ku hat tespîtkirin ku tê dîtin bingeheg xwurt heye ku tu destûra rûniştinê
ya ji bo demek dirêjtir werbigiri Daîreya koçê lêkolînek li ser daxwaznama malbata te dike ansökan û lê dineri ka hûn şert û mercê din dadigrin jibo ew kocberî cem te bibin li Swêdê.
Tenê malbata te ya nêzîk dikare koçberî cem te bibi bi destûra rûniştinê ya demkî
Malbata teya nêzîk tin hijmartin , mêrê te, hevjîna te, şirîkê qeydkirî an ê bi tere jian diki, û zarokên te yên di bin 18 saliyê de ne. Ger tu di bin 18 salî de bi dê û bavên te wekî malbata nêzîk têne hesibandin. Tenê di rewşên awarte de kare destûra rûniştinê ji bo endamên din ên malbatê bigire, mînakî zarokên ji 18 salî mezintir. Ev ji te re derbas dibe ku we wekî penaber xwediyê destûra rûniştinê ya demkî an hewcedariya wan bi parastinê heye, an jî ji ber astengkirina bicîhkirni destûra rûniştinê ya demkî wergirtiye an rewşa taybetî an şert û mercê pir metirsîdar hebin.
qanûna sereke eve ne mimkune ji bo şirîkên nû (ango şirîkê ne zewicî ne an jî bi hev re dijîn) ku destûra rûniştinê wergirin ger kesê ku li Swêdê ye xwediyê destûra rûniştinê demkî be. Lêbelê îstîsnayek heye ku dihêle ku mimkun be hin şirîk ji nûveh lihev bicivin her çend berê bi hev re jiyan ne kiribin. Wê demê têxwestin ku tu yê ku li Swêdê dijî xwedî rewşa penaberiyê be yan jî pêwîstiya te bi parastinê heye, yan jî destûra rûniştini girtiyi ji ber astengê bicîh anînê yan jî ji ber rewşa taybetî yan ji ber şert û mercê pir metirsîdar, û ku hûn dikarin nîşan bidin ku têkiliyek we ya ciddî heye ku berê li welatê we hatî damezrandin, lê ku we firsend tune ku hûn li welatê xwe bi hev re bijîn. Ev ê îmkanê bide ku wek nimûne şirîkê ji heman cinsî yên ku berê nikarîbûn bi hev re bijîn li Swêdê werin cem hev.
Malbata te dû salan destûra rûniştinê werbigire, an jî bi dirêjya heya ku destûra te pejirandîbi. Ev tê wê wateyê ku eger bo nimûne destûra rûniştina te hebe ku di nav pênc mehan de bi dawî dibe, malbata te dê tenê destûra rûniştinê ya ku ji bo pênc mehan pejirandîyi bistîne. Endamên malbata te piştî ku herî kêm sê salan bi destûra rûniştinê li Swêdê bijîn dikarin ji bo destûra rûniştinê ya daîmî doznamê bidin.
Ger tu destûra rûniştinê a daîmî bistîni şirîkê nû jî dikare doznama destûra rûniştinê bidi da ku koçberî Swêdê bibi û were cem te.
Mercê dabarê
Heger mafê te yê yekbûna malbatê heye tu dikarî bi şertê ku jê re tê gotin mercê debarê. Ev tê wê wateyê ku divê tu karibi debara xwe biki
û malbata xwe. Her weha divê maleke te ya têra xwe mezin û standard hebe ku hûn bi hev re tê de bijî dema ku malbata te bar dike Swêdê
Ger tu penaber bi yan jî muhtacê parastinê ye şertê debarê ji te nayê xwestin, û endamên malbata te di nav sê mehan de doznama xwe dan jibo destûra rûniştinê ji roja ku te biryarek li ser destûra rûniştinê an şertê penaberiyê wergirtiye an ji wek pêwîstiya te a parastinê.
Zêdetir bixwîn ka şrtên debarê çiye û kîne ewên di navdenin (bi înglîzî)
Girîng e tu serîlêdanê di wexta xuyakirî de bidî hundir
Ji bo ewle (emîn) bibî ku serîlêdana ji bo malbata te bi awayeke lez were hundir, rêbaza herî baş ew e ku tu vê yekê bi rêya serîlêdana web’ê ya bi rêya înternetê bikî. Heger tu, di şûna malbata xwe de, weke wekîlê malbatê vê serîlêdanê bikî divê ew wekaletname bidin te. Piştî ku Daîreya mihacirîyê ya gîştî (Migrationsverket) serîlêdana te li cem xwe qeyd kir, divê malbata te ji bo serdanekê li cem balyozxane yan jî konsolosxaneyeke sereke wext veqetînê.
Wekaletname çîye? (bi înglîzî)
Ji bo destûra rûniştinê ya ji bo malbata te, biçe serîlêdana web’e
Di derbarê çawa ji bo malbata xwe serî li destûra rûniştinê didî de bêtir agahî li vir bixwîne
Serîlêdanê (miraceatê) kontrol bike
Piştî ku endamê malbata te serîlêdanê daye hundir wê demê jê re hejmareke dabaşê (ärendenummer) tê dayîn. Bi vê hejmarê dikarî kontrolê bikî ka serîlêdan li cem Daîreya mihacirîyê ya gîştî hatîye qeydkirin yan jî biryarek hatîye girtin.
Tu yê ku destûra rûniştinê wek penaber wergirtîyi dikarî jibo rêwîtya xizmên xwe ku bin Swêd daxwaza alîkariyê biki.
Alîkariya rêwîtiyê jibo xizmên ku tu li derveyî Swêd bi wan re dijîya ewin wek
- mêrê te, jîna te an hevjînê te
- zarokên te (eger ew nezewicibin û di binya 20 sala deni).
Ji bo ku bikaribi daxwaza alîkariyê biki divê tu wekî penaberek li gorî Peymana Cinêfê ya sala 1951-an destûra rûniştinê wergirtibi û koda te ji sinifa AF an A3 hebe. Her weha tu dikari daxwaz biki ger tu Filistînîyek bê welat bi û belgeya rêwîtiyê anjî beyannameya statuya penaberiyê hebe.
Divê xizmên te destûra rûniştinê ya swêdî girtibin û pasaportên wa yên derbasdar hebin berî ku tu daxwaza alîkariyê biki.
Tu nikarî alîkariyê bistînî heger tu hemwelatiyê Swêd bî yan jî ew dikarin heqê seferê bidin.
Alîkarî li gor qanûnê bilêtek balafirê ye jibo her mirovekî ji wî welatê ku xizmên te lêni ta Swêd.
Daxwazname
daxwaznama xwe bişîn:
Migrationsverket
Box 3100
903 03 Umeå
Nikare îtîraz bike
Tu nikarî biryara Daîreya Koçê îtîrazê bikî.