Pirs û bersivên li derbarê dirêjkirina destûra rûniştinê ya ji bo demeke sînorkirî ku li gorî qanûna berwext tê dayîn

Frågor och svar om förlängningsansökan – kurmandji

  • Li ku deverê serî li dirêjkirinê didim?

    Ji bo miraceata dirêjkirinê divê tu weke şexs werî Daîreya mihacirîyê ya gîştî (Migrationsverket).

    Zêdetir bixwîne: li ku deverî dikarî ji bo dirêjkirinê miraceatê bikî, li vir bixwîne: Hitta till oss/Find us

  • Divê ez kengî ji bo dirêjkirinê miraceatê bikim?

    Divê tu berya wexta derstûra rûniştinê ya te bidawî bibe ji bo dirêjkirinê miraceatê bikî, lê ne leztirî sê (3) mehan berya wê.

  • Heger ez miraceata dirêjkirinê ya xwe piştî dawîbûna destûra rûniştinê ya min ya niha bikim çi dikare bibe?

    Heger tu berya destûra rûniştinê ya te bidawî dibe miraceatê dirêjkirinê nekî, wê demê di nav wê wextê de ku li benda biryarekî yî, nikarî kar bikî. Û metirsî heye ku tu hîn îmtîyazan wenda bikî: weke mînak alîkarîyên ji bo bicîhbûnê, alîkarîya aborî ya ji bo xwendin û perwerdeyê yan jî pareyê dêûbavîtîyê.

  • Ez çawa dikarim zanibim ku hîna jî pêdivîya min bi parastinê heye?

    Heger sebebên te yên ji bo parastinê wekî yên berê bin divê tu vana bibêjî. Daîreya mihacirîyê ya gîştî (Migrationsverket) li serîlêdana (miraceata) te ya yekem temaşe dike û li gorî rewşa îro pêdivîya te ya ji bo parastinê dinirxîne.

    Heger sebebên te yên nû hebin divê dema serî li dirêjkirinê didî bahsa vana bikî. Heger pasaport, qerta nasnameyê yan jî belgeyeke din ya nû ya te hebe divê dema tu serî li dirêjkirinê didî vana bi xwe re bînî.

  • Wergirtina biryarekê (qerarekê) çiqas wext digire?

    Daîreya mihacirîyê ya gîştî nikare bersivê bida ka wexta dabaşkirina serlêdana te dê çiqas wext bigire. Lê heger ku berya destûra rûniştinê ya berwext ya te bidawî bibe tu serî li dirêjkirinê bidî, wê demê mafê te heye ku hetanî biryara ji bo te bê dayîn tu li Swêdê bimînî.

  • Dema ji bo dirêjkirinê serdana Daîreya mihacirîyê ya gîştî dikim divê bi xwe re çi bibim?

    Heger pasaportek te yan jî qerteke nasnameyê ya te hebe divê tu vana bixwe re bînî. Heger belgeyeke te ya nû hebe ku sebebên mafê penaberîyê ya te piştrast dike hebe pêwîst e tu vana bixwe re bînî.

  • Min mafê penaberîyê wergirtîye, lê malbata min ji ber girêdana bi min re hatine vir. Ji bo ew karibin li Swêdê bimînin divê ew çi bikin?

    Ji bo miraceata dirêjkirina destûrên xwe yên rûniştinê pêwîst e malbata te jî were Daîreya mihacirîyê ya gîştî. Heger destûrên we yên niha, di heman wextê de bidawî dibin, divê ji bo miraceata dirêjkirinê hun bihevre werine Daîreya mihacirîyê ya gîştî. Hemû endamên malbatê yên destûrên wan yên demsînorkirî hene divê werine daîreya mihacirîyê ya gîştî. Her endamek malbatê divê forma (blanketa) Underlag för ansökan om förlängning av uppehållstillstånd dagire. Herweha endamên malbatê yên destûra rûniştinê ji ber girêdana bi te re wergirtine jî divê herweha forma Frågeformulär om förhållande.

    Underlag för ansökan om förlängning av uppehållstillstånd, blankett nummer 200011 (tenê bi swêdî)PDF

    Uppgifter om försörjning, blankett nummer 202011 (tenê bi swêdî)PDF

    Frågeformulär om förhållande, blankett nummer 204011 (tenê bi swêdî)PDF

  • Ez mecbûr im malbata xwe xwedî bikim (debara wan bikim)?

    Şerta xwedîkirinê tenê cara yekem, ya ku malbata te bar dike Swêdê ji bo ku bi te re bijî, tê ferzkirin. Heger malbata te ji berê ve destûra rûniştinê ji ber girêdana bi te re wergirtine û li Swêdê bi te re dijîn, wê demê wexta ku ew miraceatê dirêjkirina destûrên xwe yên rûniştinê dikin şerta xwedîkirinê nayê ferzkirin.

    Zêdetir bixwîne: Hevgîhîştina malbatê û şerta xwedîkirinê

  • Malbata min destûrek çiqa dirêj dikare wergire?

    Endamên malbata te dikarin destûrek bi qasî ya te dirêj wergirin. Heger destûra rûniştinê ya ji ber biberdewamî muhtacîya bi parastinê ya te bi du (2) salan were dirêjkirin herweha destûra rûniştinê ya wan jî bi du (2) salan tê dirêjkirin. Heger tu weke kardar/şîrketguzar destûra rûniştinê ya daîmî wergirî wê demê malbata te jî dikare destûra rûniştinê ya daîmî wergire.

  • Ji bo wergirtina destûra rûniştinê ya daîmî ya bi mebesta karkirin û şîrketguzarîyê çi şert û merc hene?

    Ji bo karibî bi mebesta karkirin yan jî xebata di şîrketa xwe ya şexsî de destûra rûniştinê ya daîmî wergirî pêwîst e van şertan pêk werin:

    • li gorî qanûna berwext destûreke rûniştinê ya ji bo demeke bi sînor ya te heye,
    • tu bi kêmasî 25 salîyî, yan jî xwendina xwe ya lîseyê li Swêdê bidawî kirîye yan jî
      perwerdeyeke te ya qîyasdar ji welatekî din heye,
    • ji karikirin yan jî rêvebirina şîrketa xwe hatineke te ya aborî ya têra xwe mezin heye (Tu dikarî hatinên xwe yên aborî yên ji karên cuda û/yan jî ji şîrketa xwe li ser hev bihesibînî),
    • nabe ku maaşê te, parastina te ya sîgortayî û şertên xebatê yên din ji şert û mercên di peymana gîştî ya swêdî de têne ferzkirin xerabtir be. Her weha ev şertên te nikarin nizimtirê pratîka hiqûqî
      ya meslegê yan jî branşa ku tu têde kar dikî be,
    • nabe ku karê te bi cureyeke alîkarîya dewletî hatibe subvansekirin, weke mînak tiştê ku jê re dibêjen karê gava yekem (instegsjobb),
    • divê karê te daîmî (bi kadro) be, yan jî peymanekê te ya ji bo xebatekî bi kêmasî 2 salan hebe,
    • divê karbidestê te (kesê tu li cem kar dikî) kardarîya te li cem Daîreya bacê ya gîştî qeyd kiribe,
    • divê herî dereng roja dawî ya destûra rûniştinê ya berwext ya xwe te dest bi kar kiribe. (Yanê, bes nîn e ku peymaneke te ya kardarîyê yan jî teklîfeke kardarîyê ya te hebe.)
    • divê destûr û lîsansên (destûrname) te yan jî dîplomayên te yên ji bo xebata di meslegekê de pêwîst in hebin, (weke mînak dîploma doktorîyê yan jî qerta ajontina taksîyê).

    Zêdetir bixwîne: şertên ji bo wergirtina destûra rûniştinê bi mebesta karkirin yan jî
    rêvebirina şîrketekê xwe

  • Heger ku ez weke kardar/şîrketguzar destûra rûniştinê ya daîmî wergirim gelo mafê min yê hevgîhîştina malbatî heye?

    Erê, heger tu destûra rûniştinê ya daîmî wergirî malbata te jî dibe xwedîyê wî mafî ku ji ber girêdana bi te re miraceatê destûra rûniştinê bike. Cara yekemîn ku malbata te bi armanca barkirina Swêdê ya li cem te miraceatê destûrê dike dibe ku şerta xwedîkirina wan (debera wan) li ser te bê ferzkirin.

    Zêdetir bixwîne: şerta xwedîkirinê ya ji bo hevgîhîştina malbatê

  • Heger di şûna statûya parastinê ya alternatîf de statûya penaberîyê wergirim, gelo wê demê dikarim bibim xwedîyê mafê hevgihîştina malbatê?

    Erê, kesê ku beyannameya statûya penaberîyê werdigire dibe xwedîyê mafê hevgîhîştina malbatê, lê dibe ku şerta xwedîkirinê (deberê) bê ferzkirin.

    Heger tu daxwaz dikî ku Daîreya mihacirîyê ya gîştî statûya parastinê ya te ji nû ve mihekeme bike wê demê divê tu nîşan bidî ku sebebên te yên penaberîyê yên şexsî hene.

    Zêdetir bixwîne: ferqa di navbera statûya penaberîyê û statûya parastinê ya alternatîfî

    Zêdetir bixwîne: hevgihîştina malbatê û şerta xwedîkirinê

  • Gelo Daîreya mihacirîyê ya gîştî, dema ez ê biçim ji bo dirêjkirina destûra xwe, mesrefa rêwîtîya min dide?

    Na. Daîreya mihacirîyê ya gîştî mesrefa rêwîtîyê tenê dide wan kesan ku li beşên pêşwazîkirinê yên Daîreya mihacirîyê ya gîştî hatine qeydkirin.