Barkirina cem yekî li Swêdê
Flytta till någon i Sverige – kurmandji
Ji bo tu bikaribî herî cem malbat yan mermalê xwe yê li Swêdê, pêwîst e ku te destûra rûniştinê hebe. Li vir tu dikarî bêhtir agehiyan bixwînî ku tu wê çawa bikaribî ji bo xwe, yan jî ji bo zaroka xwe muraceata destûra rûniştinê bikî.
Share
- Google+
Aktuel
-
2017-01-27
Tu yê ku hemwelatîyê Sûrîyê yî dikarî niha ji balyozxaneya Xartûmê serî li hevgîhîştina malbatê bidin.
Ji bo barkirina cem endamekî malbata xwe yê li Swêdê tu yê ku hewelatîyê Sûrîyê yî dikarî ji 18 çila 2017’an (2017-01-18) û pêve li balyozxaneya Xartûmê serî li destûra rûniştinê bidî.
-
2016-05-20
Guherînên di qanûnê de yên ku bandorê li ser malbatên li benda penaberiyê dikin
Hikûmetê qanûneke nû pêşniyar kir ku ew ê êdî yekbûna penaberan a bi malbatên xwe zortir bike. Qanûn demborî ye û dê ji bo sê salan derbasdar be. Eger qanûna pêşniyarkirî di Parlamentoyê de bê pejirandin, êw ê ji nîveka meha Pûşperê (Hezîran) ve bê pêkanîn (20’ê Pûşpera 2016’an).
