Ji bo te yê ku miraceatê mafê penaberîyê kirîye û destûreke rûniştinê ya demsînorkirî wergirtîye û kar dike

Du som har sökt asyl och som har fått ett tidsbegränsat uppehållstillstånd och arbetar – kurmandji

Heger te miraceatê mafê penaberîyê kirîye û destûreke rûniştinê ya demsînorkirî wergirtîye û dikarî xwe xwedî bikî (debera xwe bikî) wê demê dikarî di hîn rewşan de destûra rûniştinê ya daîmî wergirî. Gelekî girîng e ku tu berya ku destûra rûniştinê ya demsînorkirî bidawî bibe miraceatê dirêjkirinê bikî. Ji bo karibî destûreke rûniştinê ya daîmî wergirî pêwîst e karbidestê te (kesê tu li cem kar dikî) kardarîya te li cem Daîreya bacê ya gîştî (Skatteverket) qeydkiribe û divê te, berya ku destûra rûniştinê ya demsînorkirî ya te bidawî bibe, dest bikar kiribe.

Heger te miraceatê mafê penaberîyê kirîye û destûreke rûniştinê ya demsînorkirî wergirtîye mafê te heye ku tu kar bikî. Ev herweha ji bo wan kesan jî derbas dibe ku ji ber rewşên hesas yên berçav, yan jî ji ber ku sînorderkirina wan hatîye astengkirin. Heger tu miraceatakê ji bo dirêjkirinê, berya ku destûra te ya kevn bidawî bibe, bidî hundir wê demê dikarî hetanî ku Daîreya mihacirîyê ya gîştî biryara xwe bide kar bikî. Heger tu hemû şert û mercan pêkbînî wê demê tu dê karibî destûra rûniştinê ya daîmî wergirî.

Karbidestê te divê li cem Daîreya bacê ya gîştî qeyda te çêbike

Dema te dest bi kar kir divê karbidestê te qeyda te li cem Daîreya bacê ya gîştî (Skatteverket) çêbike. Karbidest vê qeydê wiha dike; formek (blanketek) dadigrîne û li wir nav, adres û dema kardarîya te dinivîsîne. Ji bo karibî destûra rûniştinê ya daîmî wergirî divê berya dawîbûna destûra rûniştina demsînor te dest bi kar kiribe, û pêwîst e karbidest berya dawîbûna destûra te ya demsînorkirî qeyda te li cem Daîreya bacê ya gîştî çêkiribe.

Karbidest, dema qeyda te li cem Daîreya bacê ya gîştî çêdike divê forma (blanketa) bi navê ”Underrättelse – Anställning av utlänning SKV 1160”, bikar bîne..

Formê (blanketê) û agahîyên zêdetir li webcîya Daîreya bacê ya gîştî peyda bike i (tenê bi swêdî)external link, opens in new window

Qeyd ji bo destûra rûniştinê pêwîst e

Heger karbidestê te kardarîya te li cem Daîreya bacê ya gîştî qeyd nekiribe wê wextê Daîreya mihacirîyê ya gîştî nikare destûra rûniştinê ya daîmî bide te, herçendî te şertên din yên ji bo destûra berdewamî pêkanîbe jî.

Şertên ji bo destûra rûniştinê ya daîmî

Ji bo îmkana te çêbe ku tu karibî destûra rûniştinê ya daîmî wergirî divê ev şert pêkhatibin:

  • li gorî qanûna berwext destûreke rûniştinê ya demsînorkirîya te hebe
  • hatinîyeke te ya aborî ya têra xwe mezin hebe da ku tu karibî pê xwe xwedî bikî (tu dikarî hatinîya aborî ya ji çend kardarîyên cuda û/yan ji şîrketguzarîya xwe li ser hev hesab bikî)
  • şertên xebatê yên te divê kêmasî di asta peymana gîştî (kollektivavtal) ya swêdî de be yan jî qîyasdarê pîşe û branşa tu têda yî be. Di nav şertên kardarîyê de, ji bilî maaş, her weha divê sîgorte jî hebin
  • divê karê te daîmî (bi kadro) be, yan jî peymanekê te ya ji bo xebatekî bi kêmasî 2 salan hebe
  • karbidestê te (kesê tu li cem kar dikî), herî dereng roja dawî ya destûra rûniştinê ya demsînorkirî ya te bidawî dibe, divê li cem Daîreya bacê ya gîştî qeyda te çêkiribe qeyd kiribe ku tu li cem wan dixebitî
  • divê tu karibî lîsansa taybetî, qerta meslegî yan jî destûra karkirina di meslegê de nîşan bidî heger ku mesleg vê yekê ferz dike
  • heger tu binîya 25 salî yî divê tu karibî îspat bikî ku te dibistana lîseyê yan jî perwerdeyeke qîyasdar ya ji welatekî din bidawî kirîye
  • nabe ku karê te bi cureyeke alîkarîya dewletî hatibe subvansekirin, weke mînak tiştê ku jê re dibêjen karê gava yekem (instegsjobb).

Zêdetir bixwîne: Çi cure şert li ser karbidestê te têne ferzkirin (Agahî tenê bi zimanê swêdî û înglîzî heye)

Heger tu şîrketeke xwe birêve dibî

Heger şîrketeke te bixwe heye divê tu nîşan bidî ku têra xwe sermayeya te heye ku hem karibe şîrketê birêve bibe û hem jî kêmasî du (2) salan te xwedî bike.

Zêdetir bixwîne – çi pêwîst in ji bo tu weke xwedîyê şîrketekê karibî destûra rûniştinê wergirî. (Agahî û enformasyon tenê bi swêdî û înglîzî heye)

Miraceatê bike, berya destûra rûniştinê ya te bidawî be

Gelekî girîng e tu berya wexta derstûra rûniştinê ya te bidawî bibe miraceatê dirêjkirinê bikî, lê ne leztirî sê (3) meh berya wê. Heger tu, berya destûra rûniştinê ya te bidawî dibe miraceatê dirêjkirinê nekî metirsî heye ku tu hîn îmtîyazan wenda bikî; weke mînak alîkarîyên ji bo bicîhbûnê, alîkarîya aborî ya ji bo xwendin û perwerdeyê yan jî pareyê dêûbavîtîyê.

Daîreya mihacirîyê ya gîştî herî lez roja dawî ya destûra rûniştinê ya demsînorkirî ya te bidawî be dikare biryara destûra rûniştinê ya daîmî bide.

Heger tu şertên ji bo destûra rûniştinê ya daîmî ji ber karkirin yan jî şîrketeke xwe nikarî pêk bînî, dîsa jî dikarî destûra rûniştinê ya berwext ya xwe dirêj bikî, heger ku hîna jî pêdivîya te bi parastinê heye.

Zêdetir bixwîne: Çawa miraceatê dikî ji bo destûra rûniştinê ya ji ber pêdivîya parastinê dirêj bikî

Last updated: 2017-06-20

Was the information on this page helpful to you?

Thank you for helping us improve our website!

Thank you for helping us improve our website!

Tell us how we can make this page better*






If you wish to ask the Migration Agency a question you can find our contact details under the heading Contact us.