2017-03-10

Tu yê ku ji ber pêdivîya parastinê destûra rûniştinê ya berwext wergirtîye, tu dikarî destûra rûniştinê ya daîmî wergirî, heger ku karibî xwe xwedî bikî (debera xwe bikî)

Du som har fått tidsbegränsat uppehållstillstånd på grund av skydd kan få permanent uppehållstillstånd om du kan försörja dig – kurmandji

Tu yê ku serî li mafê peneberîyê daye û destûreke rûniştinê ya berwext wergirtîye ku 12 yan jî 13 meh derbas dibe, tu her weha dikarî destûreke rûniştinê ya hetanî du (2) salan wergirî, heger ku hîna jî pêdivîya te bi parastinê heye. Heger tu karibî xwe bi rêya karkirinê yan jî şîrketeke şexsî ya xwe xwedî bikî, wê demê dikarî di bin hîn mercan de destûra rûniştinê ya daîmî wergirî.

Ji bo karibî destûreke rûniştinê ya daîmî wergirî, bi sebeba ku tu dikarî xwe xwedî bikî, pêwîst e tu rastîya nasnameya xwe piştrast û îspat bikî. Li gorî qaîdeyan divê tu malûmatên xwe bi pasaportek yan jî di hîn rewşan de bi qerteke nasnameyê ya netewî îspat bikî. Ev tê wê maneyê ku şertê îspatkirina tu kî yî ji bo kesê daxwaza destûra rûniştinê ya daîmî dike, ji yên kesên daxwaza dirêjkirina destûra ji bo pêdivîya parastinê dike, tundtir e.

Divê tu bi hatina aborî ya ji karkirinê yan jî ji şîrketê karibî xwe xwedî bikî (debera xwe bikî). Tu dikarî hatinên xwe yên aborî yên cuda li ser hev bihesibînî û çend karên parwext bînî cem hev (kombîne bikî) û yan jî hatinên ji şîrketên cuda li ser hev bihesibînî. Lê divê tu hîn astên herî nizim yên di warê maaş, sîgorte û her wekî din de, pêk bînî.

Heger lîsans (destûrname), nasname, dîploma yan jî destûreke din ya ji bo xebata di meslegekê de pêwîst be (weke mînak qerta ajontina taksî yan jî dîploma û destûrnameya ji bo hîn karên lênêrîna nexweşan) wê demê pêwîst e gava tu serî li mafê penaberîyê didî nîşan bidî ku van destûrnameyên te hene.

Heger tu binîya 25 salî bî, tu tenê dikarî destûra rûniştinê ji ber karkirin yan jî şîrketa xwe wergirî, heger ku tu ji dibistana lîseyê (yan jî perwerdeyeke qîyasdar ya ji welatekî din) mezûn bûyî.

Heger tu karker î

Ji bo karibî destûreke rûniştinê ya daîmî wergirî pêwîst e karekî te yê daîmî (bi kadro) hebe, yan jî peymanekê te ya ji bo xebatekî kêmasî 2 salan hebe.

Karbidestê te (kesê tu li cem kar dikî) pêwîst e herî dawî roja dawî ya destûra rûniştinê ya berwext ya te kardarîya te li cem Daîreya bacê ya gîştî (Skatteverket) qeyd kiribe, û divê te herî dawî wê rojê dest bi kar kiribe. Yanê, bes nîn e ku peymaneke te ya kardarîyê yan jî teklîfeke kardarîyê ya te hebe.

Nabe ku maaşê te, parastina te ya sîgortayî û şertên xebatê yên din ji şert û mercên di peymana gîştî ya swêdî de têne ferzkirin xerabtir be. Herweha ev şertên te nikare nizimtirê pratîka hiqûqî ya meslegê yan jî branşa tu têde kar dikî be.

Tu nikarî ji ber hatina aborî ya ji karekî, ku bi cureyeke alîkarîya dewletî hatîye subvansekirin, destûra rûniştinê ya daîmî wergirî; weke mînak tiştê ku jê re dibêjen karê gava yekem (instegsjobb). Heger tu ne emîn û ewle yî, ji xwedîyê kar bipirse ka gelo karê tu dikî kardarîyeke subvansekirî ye. Herweha daîreya karî (Arbetsförmedlingen) jî dikare di vî warî de agahî bide te.

Heger tu şîrketeke xwe birêve dibî

Heger şîrketeke te bixwe heye divê tu nîşan bidî ku têra xwe sermaya te heye ku hem karibe şîrketê birêve bibe û hem jî kêmasî du salan te xwedî bike.

Zêdetir bixwîne - çi pêwîst in ji bo tu weke xwedîyê şîrketekê karibî destûra rûniştinê wergirî. (Agahî û enformasyon tenê bi swêdî û înglîzî heye)

Serî lê bide, berya destûra rûniştinê ya te bidawî be

Gelekî girîng e tu berya wexta derstûra rûniştinê ya te bidawî bibe serî li dirêjkirinê bidî, lê ne leztirî sê (3) meh berya wê. Heger tu, berya destûra rûniştinê ya te bidawî dibe serî li dirêjkirinê nedî metirsî heye ku tu hîn îmtîyazan wenda bikî; weke mînak alîkarîyên ji bo bicîhbûnê, alîkarîya aborî ya ji xwendin û perwerdeyê yan jî pareyê dêûbavîtîyê.

Daîreya mihacirîyê ya gîştî herî lez roja dawî ya destûra rûniştinê ya berwext ya te dikare biryara destûra rûniştinê ya daîmî bide.

Heger tu şertên ji bo destûra rûniştinê ya daîmî ji ber karkirin yan jî şîrketeke xwe nikarî pêk bînî, dîsa jî dikarî destûra rûniştinê ya berwext ya xwe dirêj bikî heger ku hîna jî pêdivîya te bi parastinê heye.

Agahîyên zêdetir vê biharê tên

Agahî û enformasyonên zêdetir yên di derbarê dirêjkirina destûra rûniştinê ya berwext dê vê biharê werin.

Pirs û bersivên rojane yên ji bo te yê ku destûreke xwe ya rûniştinê ya berwext ji ber pêdivîya parastinê heye.