Pênaxwazên berê yên ku karên wan hene û dixwazin serlêdanê ji bo destûra kar bikin

Asylsökande som har fått arbete och vill ansöka om arbetstillstånd – kurmandji

Heger miraceata te ya ji bo mafê penaberîyê hatibe redkirin û biryara li derbarê vegerandin yan jî sînorderkirina te hatibe dayîn (yanê ji hêla qanûnî ve derbas dibe) dîsa jî dikarî, di bin hîn şertan de, miraceatê destûra karkirinê bikî bêyî ku Swêdê biterikînî. Ev tişt ji bo te jî derbas dibe ku sebebên penaberîyê yên wî/wê ji bo cara yekem hatiye mihekemekirin û di dabaşeke din de ji niha ve biryareke vegerandin yan jî sînorderkirinê wergirtîye.

Eger ku hûn bixwazin kar bikin dema ku hûn hîn penaxwaz in hûn ê AT-UND’ê bi dest bixin, ku tê vê wateyê hûn ji pêwîstiya destûra xebatê cuda tên girtin. Ger daxwaznameya te ya ji bo penaberiyê hat red kirin lê karek te hebe, tu dikari di hin rewşan di daxwaza destûra xebatê biki û bi vî rengî li Swêdê bimîni û xebatê bidomînin.

Ji bo tiştên pêwîst ên bo bidestxistina AT-UND bixwînin (bi înglîzî)

Pêwîstiyên ji bo destûra kar ji bo wan kesên ku serlê­dana wan a penayê hatine redkirin

Ji bo karibî destûra karî wergirî

  • daxwaza we ya ji bo destûra kar ji hêla Dezgeha Koçberiyê ve derengtirîn di nav du hefteyan de (14 roj) ku piştî daxwaza we ya penayê bûbe derbasdar (bûbe hukmê kanûnê) hatibe wergirtin
  • tu dikari bi pasaportek pejirandî û derbasdar nasnameya xwe îspat biki
  • dema ku we daxwaza pena dikir hûn xwedî AT-UND bûbin
  • te çar mehê borî li cem heman xwedyê kar karkiribi
  • karê te dê herî kêm diwanzdeh mehên pêş de berdewam bike
  • şert û mercê karê te bi kêmanî di heman astê de be ku li gorî peymanên kolektîv ên swêdî an ku li gorî tê bikaranîn dinav beş an pîşesazîyê de li Siwêd. Ji bilî mûçe, mercên kar xwedî sîgorteya tenduristiyê, sîgorteya jiyanê, parastina li hember qezayên li kargehê û sîgorteya teqawîdbûnê be. Şert û merc wan çar mehên dawî di karê we de hatibin dabînkirin
  • karekî te heye ku tu kare debara jiyanê bi rengikî baş bicih bîni. Ev tê wê wateyê ku divê mûçin teyî mehane bi kêmî ji sedî 80ê ji mûçi orte bi ku ji hêla kontûra merkezî ya îstatîstîkave hatîyi weşandin û di dema daxwaznamêde derbasdar bûing. Liser mercê debara jiyanê lêkolînê bik (bi înglîzî).

Ji bo tu piştî redkirina daxwaza penaberiyê destûra kar bistînin divê te di dema daxwaza penaberiyê de kar kiribi. Heke berê te destûra demkî a rûniştinê û kar stendibi û te karkiribi li Swêdê berî tu daxwaza penaberiyê biki tu nekari destûrek nû ya kar bistînin di wê dema ku mana te li Swêdê yi. Di rewşek weha de divê tu pêşî ji Swêd derkevi û daxwazmak nu jibo destûra xebatê bidin. Paş destûrek nû ya kar ji we re hate dayin hûn dikarin vegerin Swêdê.

Biryar dikeve meriyetê (dibe hukmê qanûnê)

  • we îfadeya razîbûnê pejirandibe û destnîşan kiribe 
  • sê hefte derbas bûbe li ser roja ku hûn derbarê biryara Dezgeha Koçberiyê agahdar bûne û bi vê şertê ku we biryar nedabe temyîzê
  • sê hefte derbas bûbe li ser roja ku hûn derbarê hukmê Dezgeha Koçberiyê agahdar bûne û we nexwastibe hûn biryarê ji bo temyîzê bibin Dadgeha Bilind a Koçberiyê
  • Dadgeha Bilind a Koçberiyê destûra dîtinbariyê erê neke.

Ji bo bidestxistina destûra kar divê hûn pêwîstiyên ji bo yek karî tijî bikin. Hûn nikarin bi du an jî zêdetir karî pêwîstiyan tijî bikin.

Eger pasaporta we dê derbasdariya xwe winda bike divê hûn wê dirêj bikin ji ber ku hûn nikarin destûra karê ji dema derbasdariya pasaporta we dirêjtir bi dest bixin.

Eger ku Dezgeha Koçberiyê ji ber pêvajoya penayê dest danîbe ser pasaporta we, û hîn ew li ba me be, pêwîst nake hûn li gel serlêdana xwe kopiyek pasaportê bişînin.

Ji bo pêwîstiyên têkildarî karsazê we bin sernavê “ji bo karsaz” bêtir bixwînin” (bi înglîzî)

Eger hûn pêwîstiyan bi cih neynin

Ji bo ku hûn dema li Swêdê bin bikaribin kar bikin divê hûn hemû pêwîstiyên li jor bi cih bînin. Eger na hûn ê terka Swêdê bidin û serlêdana xwe pêşkêş bikin û li welatê xwe an jî li welatê hûn destûrdayî ne li benda biryarê bin.

Ji bo bizanin ka divê hûn çi bikin bin sernavê “Hûn wiha serî lê didin” bêtir bixwînin (bi înglîzî)

Ya girîng derbarê sîgorteyê

Dema hûn li Swêdê dijîn divê sîgorteya we hebe ku rewşên nexweşî û qezayê bi kêr bê. Eger hûn qeydkirî bin hûn daxilî Sîgorteya Civakî ya Swêdê dibin. Eger hûn qeydkirî nebin girîng e ku hûn sîgorteya xwe ya tenduristiyê bi dest bixin.

Ji bo ku hûn bên qeydkirin divê we kêmtirîn yek sal destûra mayîna li Swêdê bi dest xistibe û we pîlan kiriye ku hûn ê kêmtirîn yek sal an jî zêdetir li vir bimînin.

Di malpera Lewheya Bacê ya Swêdê de derbarê qeydbûnê bêtir bixwînin External link, opens in new window.

Rayed­ar­bûna ji bo malbata we

Malbata te di heman demê de wek te kare destûrê bigire ger tu karibi wan xwedîbiki. Yên li jêr wek malbat tên hesibandin

  • Hevjînê we yê ku bi we re dijî, mêr/jin an jî hevjînê qeydkirî
  • Zaroka we an jî ya hevjînê we yê ku 18 salî biçûktir e. Heger zarokên te piştî ku daxwaznama te a penaberiyê hat redkirin ji Swêd derketibin, heta ku ew bibin 21 salî dikarin destûrê bistînin. 

Serti xwedi­kirni

Ji bo ku malbata te destûra rûniştinê werbigire divê tu karibi debara xwe û malbata xwe biki.

Bêtir bixwînin li ser xwe xwedikirin jibo karkeran (bi înglîzî)

Malbata we wiha serî lê dide

Eger malbata we jî ji Swêdê penaxwaz e, divê serlêdana wan a penayê hatibe redkirin û biryar ketibe meriyetê (bûbe hukmê qanûnê) da ku ew bikaribin serlêdana xwe pêşkêş bikin bêyî ku terka welêt bikin. Divê serlêdan nav du hefteyan piştî biryar ketibe meriyetê (dibe hukmê qanûnê) bê kirin.

Eger hûn bi hev re serî lê bidin hûn ê di serlêdana xwe ya ser torê de ji bo malbata xwe serî lê bidin.

Eger ew ê piştî we serî lê bidin ew dikarin serlêdana xwe bi xwe ser torê bikin (bi înglîzî)

Hûn wiha serî lê didin ji bo destûra kar

1

Karsaz pêvajoya serlêdanê dide destpêkirin

Kardêr an jî wezîfedêrê te li Swêdê bi dana agahiyên li ser kar dest bi daxwaznama destûra kar dike. Ji bo karsazê we agahiyên derbarê we yên wek nav, dîroka bûyîna we, welatîbûn, perwerdehî û navnîşana we ya emaîlê pêwîst dikin.

Girîng e ku hûn bikaribin têkevin navnîşana emaîla xwe ya ku we daye karsazê xwe ta ku hûn bersivekê derbarê serlêdana xwe werdigirin. Dezgeha Koçberiyê dê wê navnîşana emaîlê ji bo danûstandina bi we re bi kar bîne wextê ku hûn serî lê didin ji bo destûra kar.

Agahiyên ji bo karsaz (bi înglîzî)

2

Hûn emaîlekê werdigirin

Hûn emaîlekê werdigirin

Dema ku kardêr agahdarî liser kar dan tu meylekê digri tev agahdariya ku tê çewa biki jibo tu daxwaza destûra jibo kar biki.

Hûn agahiyên derbarê xwe di nav serlêdanê de tijî dikin. Eger hûn xwedî malbatekê bin ku pêwîstî bi destûra mayîne heye hûn ji bo wan jî di heman demê de serî lê didin. Her weha divê tu kontrol biki ka agahdariya li ser şertên karûbarê te di agahdariya kar de bi tiştê ku te û kardêrê we li ser li hev kiriye li hev dike.

Derbarê destûra ji bo malbatê bêtir bixwînin (bi înglîzî)

3

Belgeyan dabîn bikin

Hûn ê wan belgeyan sken bikin an jî fotografa wan bikişînin û bi serlêdana xwe re bişînin

  • kopiyên rûpelên pasaporta we, li gel agahiyên şexsî, fotograf, destnîşan, jimareya pasaportê, welatê jê derketî, derbasdarî, koda ku makîne dixwîne ya ser rûpela nasnameyê û eger hebe destûra we mayînê ya li welateke dîtir ku ne welatê we ye. Eger dema pêvajoya penaxaziyê pasaporta we ji hêla Dezgeha Koçberiyê hatibe desteserkirin pêwîst nake hûn kopiyek pasaporta xwe bişînin
  • peymana te ya kar (eger peyman bi zimanekî din ji bilî Îngilîzî an Swêdî be divê were wergerandin û bi kopiyek ji belgeya orîjînal ve were girêdan)
  • agahî li ser kar û raya sendîkayî ji rêxistina sendîkayên têkildar (divê tu vî ji kardêrê xwe bistînin)
  • bordroyên mûçeyê yên ji çar mehên pêş.

Eger pasaporta we dê derbasdariya xwe winda bike divê hûn wê dirêj bikin ji ber ku hûn nikarin destûra karê ji dema derbasdariya pasaporta we dirêjtir bi dest bixin.

Eger hûn di heman demê de ji bo malbata xwe jî serî li destûra mayînê didin

  • kopiyên rûpelên pasaporta endamên malbata we, li gel agahiyên şexsî, fotograf, destnîşan, jimareya pasaportê, welatê jê derketî, derbasdarî, koda ku makîne dixwîne ya ser rûpela nasnameyê û eger hebe destûra wan a mayînê ya li welateke dîtir ku ne welatê wan e. Eger dema pêvajoya penaxaziyê pasaporta wan ji hêla Dezgeha Koçberiyê hatibe desteserkirin pêwîst nake hûn kopiyek pasaporta wan bişînin
  • kopiyên sertîfîkaya zewacê, peymanên zewacê an jî wek (tiştên têkildarî mirovên zewicî an jî hevjînên qeydkirî)
  • belgeyên ku nîşan didin ku hûn bi hev re jiyanê (ji bo hevjîn derbasdibi)
  • sertîfîkayên jidayîkbûnê ji bo zarokan
  • razîbûna xudankerê din eger ku ew nayê Swêdê, dema ku zarok ê bar bike bo jiyana Swêdê
  • belgeyên ku nîşan didin ku hatina we têra debara te û malbata te dike. Li ser forma daxwaznamê an jî di e-xizmetê de diyarê ku tu kîjan belgeyan pêve biki.

Belge divê bi zimanê Swêdî an jî Înglîzî ji hêla wergêreke xudan sertîfîka bê wergerandin. Kopiyên belgeyan ên bi zimanê resen jî divê bên şandin.

Endamên malbatê yên li derveyê Swêdê ne û yên serlêdanê ji bo destûra mayîna li Swêdê dikin divê balyozxane an jî sefaretxaneya Swêdî ziyaret bikin da ku karteke destûra mayînê bi dest bixin.

Derbarê destûra ji bo malbatê bêtir bixwînin (bi înglîzî)

Eger hûn serlê­dana kar dikin da ku ji bo heman karsazî xebata xwe bidomînin ku hûn beriyê jî pê re dixe­bitîn

  • berhevkirina hemî agahdariya dahatiyê ji Daîreya Bacê an belgeyek ji bo beyana baca dahatê ji Daîreya Bacê ya ku dahata te ya dema destûra berê nîşan dide
  • her hûrgilî meaşê ji bo vê sala heyî.

4

Perê xwe bidin û serlêdanê bişînin

Di piraniya rewşan de hûn ê ucretekê bidin. Hûn dikarin bi Visa an jî Mastercard perê xwe bidin. Dema ku ucret hat razandin hûn serlêdanê dişînin. Hûn ê emaîlekê wergirin ku gihîştina serlêdana we erê dike. Dezgeha Koçberiyê dê bi we re têkilî dayne eger ku bêtir agahî pêwîst bikin.

Ucretên ji bo destûra kar (bi înglîzî)

5

Dezgeha Koçberiyê dinirxîne

Eger ku we beriya destûra we ya mayînê biqede serî lê dabe ji bo destûra kar hûn xwedî mafê xebatê ne her ku hûn li benda biryarekê dimînin.

Da ku Dezgeha Koçberiyê derbarê rewşa we bikare biryarekê bide pêwîst e ku hemû agahî hatibin tijîkirin û hemû belgeyên lazim hatibin pêvekirin. Ev jî tê wateyê ku pêvajê dê kurtir bikişîne eger her tişta lazim di serî de hatibe şandin, ne ku piştî serlêdan hatibe kirin.

Bala xwe bidinê ku di hin rewşan de Dezgeha Koçberiyê dibe serlêdanê hîn bêtir binirxîne digel ku hemû agahî hatibin tijîkirin û hemû belge hatibin pêvekirin.

Dema nirxandinê ji bo destûrên kar (bi înglîzî)

6

Pasaporta xwe nîşan bide

Berî ku em biryarekê bidin divê Daîreya Koçê pasaporta te kontrol bike. Ji ber vê yekê dibe ku tu hewceyî ku pasaporta xwe li yek ji navendên karûbarê Daîreya Koçê nîşan bidi.

Di hin rewşan de wê ne hewcebe ku tu pasaporta xwe nîşan bidi, mînak heke me berê di serdanekê de pasaporta te kontrol kiribe.

Heke tu hewceyî ku pasaporta xwe nîşan bidi emê te agahdar bikin tu çawa û kengê nîşan bidi.

7

Bingeha karta destûra mayînê

Eger hûn destûreke mayînê ji bo sê mehan zêdetir bi dest bixin, hûn karteke destûra mayînê werdigirin. Kart îspata vê yekê ye ku hûn xwedî destûra mayînê ne li Swêdê û li gel hin tiştên din tê de fotograf û şopa tiliyên we hene. Ji ber vê çendê hûn ê demekê biçin serlêdana Dezgeha Koçberiyê û di demeke kurt de hûn fotograf û şopa tiliyên xwe dabîn bikin. Digel ku karta we ya mayînê beriyê hebe jî divê hûn vê yekê bikin ji ber ku fotograf an jî şopa tiliyên we yên tê de nikarin bên bikaranîn.

Derbarê karta destûra mayînê bêtir bixwînin

Li Dezgeha Koçberiyê serlêdana demekê bikin da ku fotografa we bê kişandin û şopa tiliyên we bên dabînkirin (bi înglîzî)

8

Hûn biryarê werdigirin

Hûn ê emaîlekê werbigirin ku dibêje biryar hatiye standin. Biryar bi xwe jî piştre dê ji navnîşana we ya malê ya li Swêdê re bê şandin. Karsaz an jî serkarê we jî dê agahiyeke biryarê bi postê werbigire. Dema ku karta destûra mayînê amade bû ew ê nav hefteyekê ji we re bo malê bê şandin.

Biryarên têkildarî re redkirinê an jî derxistinê bi zorê dimeşe

Eger serlêdana we ya penaxwaziyê hat redkirin û we biryarek têkildarî redkirin an jî derxistinê wergirt ev yek dê bimeşe her çiqas we ji bo destûra kar serlêdan kiribe jî. Dezgeha Koçberiyê dikare bi tenê di hin rewşan de amadekariyên bo sefera vegera we asteng bike ta ku hûn derbarê destûra kar biryarekê bistînin.

Eger hûn mayînê û destûra kar werbigirin hûn xwedî maf in ku hindî destûra we derbasdar be li Swêdê bimînin. Redkirin an jî derxistina we heya çar salên bê derbasdar e piştî ku bikeve meriyetê an jî heya biryar hatin betalkirin. Ji ber vê yekê pir girîng e ku hûn serlêdana dirêjkirinê bikin beriya ku destûra we ya heyî biqede. Eger ku serlêdana we piştî destûra we biqede hatibe kirin ew ê li gor rêgezên pêkanîna redkirinê bê nirxandin û di rewşeke wiha de şertên girantir ê derkevin pêş ji bo bidestxistina destûrekê.


Eger dezgeha Koçberiyê serlêdana we red bike

Hûn dikarin serlêdana temyîzê bikin derbarê biryara destûra kar. Serlêdana temyîzê derengtirîn sê hefte piştî wergirtina biryarê dikare ji Dezgeha Koçberiyê re bê pêşkêşkirin. Eger hûn destûreke kar bi dest nexin biryarên berê yên têkildarî redkirin an jî derxistinê dê bên pêkanîn.

Bin sernavê “Piştî biryarê” bêtir bixwînin (bi înglîzî)

Eger hûn bi rêya torê serlê­danê nekin

Eger hûn nikaribin bi rêya torê serlêdanê bikin hûn forma “serlêdana ji bo destûra kar li Swêdê”, jimareya formê 149011 tijî dikin. Eger malbata we ya Swêdê jî pêwîstî bi destûra mayînê dibîne her yek endamê serlêdana xwe bi xwe pêşkêş dikin. Form belgeyên ku pêwîst in hûn pêvebikin diyar dike

Application for Swedish work permit, form number 149011(bi înglîzî) Pdf, 851.7 kB, opens in new window.

Application for permit for family members of employees, visiting researchers, athletes and self-employed persons, form number 133011 (bi înglîzî) Pdf, 847.4 kB, opens in new window.

Serlêdanê bişînin:

Migrationsverket
Box 3100
903 03 Umeå

Di gelek rewşan de hûn ucretê didin.

Derbarê ucret û şiklê dayînê bêtir bixwînin (bi înglîzî)

Last updated: