Bêje tu kî yî

Berätta vem du är – kurmandji

Ji bo Migrationsverket (Daîreya Muhaciriyê) bizane te maf bo
penaberiyê heye, gerek e tu nîşan bidî tu kî yî û tu ji ku derê yî. Ji bo îspatkirina nasnameya xwe, divê tu agehiyên derbareyê nasnameya xwe rast û durust bêjî û hemû spartek û belgeyên nasnameya xwe bidî bo Mîgrationsverket’ê.

Ji bo tu bikaribî nîşan bidî tu kî yî, ya baş ew e ku tu pasaport yan nasnameya welatê xwe nîşan bidî. Pasaport û nasnameya te, divê ji hêla daîreyên dewletî ya li welatê te hatibin çêkirin û gerek e fotoyeke te li ser nasnamê hebe. Li ser belgeya nasnameyê, divê navê te, navê welatê te û tarîxa jidayikbûna te li ser hebe. Gava tu dawa penaberiyê dikî, divê tu belgeyên nasnameya xwe bidî hundur.

Heger te pasa­port û nasname tunebe

Heger gava tu dawa penaberiyê dikî û pasaport û nasnameya xwe nedî Migrationsverket’ê, wê gavê em wezîfe didine te, ku tu wan belgeyan peyda bikî. Li vê wezîfeyê em diyar dikin, ku me divê tu kîjan belgeyan peyda bikî û te çend wext heye ta ku tu wan peyda bikî.

Heger te belgeyên din ên nasnameyê hebin, yên wek lîsensa ajotinê, belgeya jidayikbûnê, belgeya hemwelatîbûnê, yan belgeya eskeriyê, hingê divê tu wan bidî me. Belgeyên wisa, bi serê xwe nikarin îspat bikin tu kî yî, lê çend ji wan bi hev re û bi peyvên te yên derbareyê çîroka jiyana te û welatê te, dikarin alîkar bin hingê nasnameya te belku bidin xuyakirin.

Heger tu bixebitî ku tu nasnameya xwe îspat bikî, hingê te derfet heye, tu li dema li bendî hatina destûra rûniştinê bî, li heman demî jî, bikaribî kar bikî. Hingê bo te destûreke awarte (îstîsna) ya destûra karkirinê (AT-UND) tê dayin.

Di pêvajoya penaxwazîyê de karkirin (bi înglîzî)

Wezîfeya te ye, tu belgeyên nasnameya xwe bînî ku nîşan dide tu kî yî. Heger te dijwarî û zehmetî ya li warê peydakirina belgeyên nasnameya xwe hebin, divê tu nîşanê Migrationsverket’ê bidî, ku tu hewla didî xwe ku tu wan peyda bikî. Heger tu nikaribî nîşan bidî, ku tu hewlê didî xwe da ku tu belgeyên nasnameya xwe peyda bikî, hingê Migrationsverket dikare pereyên te yên rojane kêm bike.

Derbareyê pereyên rojane û alîkariya aborî bêhtir bixwîne (bi înglîzî)

Heger tu nika­ribî nasna­meya xwe nîşan bidî

Derfet heye mirov mafê penaberiyê li Swêdê wergire, her çend ku mirov nasnameya xwe nikaribe nîşan jî bide, lê bes tenê heger mirov agehiyên rast û durust ên li ser nasnameya xwe û derbareyê pirsa nasnameya xwe ji ku derê hatiye, dabe.

Lê heger te pasaport yan nasnameya welatê te tunebe, hingê tu wê ji bo wergirtina welatîbûna swêdî pir li dorê rawestî. Ji ber ku merc û daxwazên îspatkirina nasnameyê, li dema muraceatkirina welatîbûna swêdî, êdî bilindtir in.

Derbareyê li dema muraceata welatîbûna swêdî îspatkirina nasnameyê bêhtir bixwîne (bi înglîzî)

Beyankirina agehiyên xelet ên derbareyê nasnameyê, li dij qanûnê ye. Heger diyar bibe, ku te derbareyê nasnameya xwe agehiyên qelp yan nedurust dane Migrationsverket’ê, hingê destûra te ya rûniştinê tê betalkirin û tu ji Swêdê têyî derxistin.

Last updated: