Penaberî – ji daxwazname ta biryarê

Asyl – från ansökan till beslut – kurmandji

1

Daxwazname

  • Divê tu bersiva pirsa bidî. Weke mînak nav, hemwelatîbûn û malbata xwe binivîsînî.
  • Divê tu pasaport yan jî belgeyên din yên nasnameyî yên xwe nîşan bidî, da ku bê zanîn ka tu kî yî.
  • Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî (Migrationsverket) wêneya te dikşîne û rêça tilîyên te digire. Girtina rêça tilîyan ji bo wî tiştîye ku zanibin, ka te li welateke din ya ewrûpî serî li mafê penaberîyê daye yan vîze xwestiyi yan na. Her weha ji bo zanibin ka li welateke din ya ewrûpî destûr yan jî qedexeya mayîna te heye yan na.
  • Bi rêya wergêr (tercûman) dikarî zêdetir bahs bikî ka tu kî yî, ji ber çi te welatê xwe terikandîye û tu çawa (bi kîjin rêyan) hatîyî Swêdê.
  • Tu karê bêji ger pedivyê te bi alîkarya teybet heyê bo pevajoya penaberyê ya pedvyê rojane. Daîreya Mihacirîye kari hin cara alîkarya te biki, yanjî tê aghdar bibi tê berê xwe bidi ku.
  • Heger pareyên te bixwe tunebin, dikarî serî li alîkarîya aborî bidî. Ji te re qarteke bankeyê tê dayîn û her weha agahîyên li derbarê xerca rojane û alîkarîya taybetî jî, têne dayîn.
  • Di derbarê pêvajoya penaberîyê de agahî werdigirî, ka gava li pêş de çi dibe û divê tu çi bikî. Her weha di warê pirsên pratîkî û rojane de jî tu têyî agahdarkirin. Weke mînak di warê mafê te yê bicîhbûna li malekê, xizmeta tendrûstî û nexweşîyê, û dibistan ji bo zarokên te.

2

Dawetname bo lêkolînê

  • Di heman demêdi gava tu doznama xwe didi bo penaberyê tu dawatnamê digri bo lêkolîne liser penaberyê. Tu dawetnamê digri dema axaftina yekemîn bi Daîreya Mihacirîyê re yan tê şandin bi rîya postê piştî civîna yekemîn. Di dawetnamêde xwuyayi kengî û li ku tê revebir bibînê. Giringi tu Daîreya Mihacirîyê agehdar biki dema tu edrêsa xwe biguheri bo em karibin bigihin te.

3

Pêvajo berî lêkolîna penaberyê

  • Piştî ku te daxwaznameya xwe da hundir, dê karmendek (dabaşnêrek) hemû belgeyên te di çav re derbas bike. Her weha tiştên ku te di îfadeyê xwe de bahsa wan kirîye û encama lêgerîna rêçên tilîyên te jî, dê werine dabaşkirin.
  • Li ser bingehê wan agahîyên te di dema daxwaznameyê de dane, dê karmend biryarê bide ka divê daxwaznameya te çiqasî were lêkolînkirin. Her daxwaznameyek cuda ye û dirêjîya dema lêkolîna wan jî cuda ye.
  • Dabaşnêr daxwaznameya te ji bo lêkolîna berdewamî amade dike. Ev dikare, weke mînak, anîna agahîyan ji meqamên din be.
  • Heger dabaşnêr bigihîje wê qenaetê ku pêdivîya te heye, wê demê dê parêzerek hiqûqï ji bo te bê peydakirin.

4

 Lêkolîna mafê penaberîyê

  • Karmendê ku lêkolînê dike (dabaşnêr) di destpêkê bahs dike ka dê axaftina we li ser çi babetan be û maf û mecbûrîyetên te çi ne. Weke mînak, mecbûrîyetek li ser te ferz e ku tu rastîyê bibêjî û ti tişt veneşêrî. Li ser karmendê lêkolînê û wergêr (tercûman) erka sirveşartinê ferz e.
  • Heger pêdivîya te bi parêzerek (avûkat) hebe, ew jî dikare tevlî lêkolînê bibe. Sirveşartin ji erkê parêzere ji.
  • Bi alîkarîya wergêr (tercûman) dikarî bahs bikî ka tu kî yî, tu ji ku deverî tê yî, ji bo çi tu serî li mafê penaberîyê didî û çi dikare were serê te, heger tu paş ve werî şandinê welatê xwe. Her weha di derbarê malbata te, tendrûstî û rewşa te a welat jî dê pirs werine kirin.
  • Bixwere pasaportê û belgê nasnameyê ê din bibi, ger te berê ew nedabin.
  • Berpirsîyarîya te ye, ku tu hemû sedemên xwe yên ji bo daxwazkirina mafê penaberîyê bibêjî û wan delîlên (heger hene) ku tu dixwazî Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî lê binêrin, pêşkêş bikî.
  • Karmendê lêkolînê, protokolek ji tiştên hatine gotin dinivîsîne. Tê karibi protokolê erêbiki, û dûra ev protokol bi wan belgeyên ku te dane hundir re têne parastin.
  • Di dawîya lêkolînê de derfeta te heye, ku tu di derbarê pêvajoya daxwaza penaberîyê de pirsên xwe bikî. Her weha dikarî pirsên li ser danûstendinên bi Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî re jî bikî.

Lêkolîna ji bo zarokan

Mafê hemû zarokan heye ku biaxivin û li wan bê guhdarîkirin. Zarokên ku bi dêûbavên xwe re serî li mafê penaberîyê didin, xwedîyê wî mafî ne ku lêkolînerê Daîre Mihacirîyê ya Gîştî bibînin. Sedemên penaberîyê yên zarokan dikare bi awayeke xisûsî were mihekemekirin – sedemên penaberîyê yên zarokan dikare ji yên dêûbavan cudatir be. Dema sedemên penaberîyê yên zarokan tê lêkolînkirin, divê lêkolînerê Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî heta ji dest tê lêkolînê li gorî emrê zarokê, gîhan û tendrûstîya wê/wî bimeşîne. Mafê zarokê heye ku di dema lêkolînê de kesekî salmezin bi xwe re bibe. Ev dikare yek ji dêûbavan be, welîyeke din yan jî parêzerek be. Mafê hemû zarokên tena serê xwe hatine heye, ku wekîlê xwe (gode man) bi xwe re bibe civîna lêkolînê

5

Biryar

  • Dema ku Daîreya Koçê biryar li ser daxwaznama te da em karin te agehdar bikin ka biryar çibû bi awayên cihê. Em karin di civînekê de biryarê bibêjin ku tu kari bi karmend re hevdîtin biki, an jî bi posteyê te agehdar bikin.
  • Biryar bi swêdî hatiye nivîsandin, lê ger tu biryarê bi posteyê wergiri jî tu ji bo civînekê li beşê pêşwaziyê bê xwestin û tê bi alîkariya wergêrekî agahdariya devkî liser biryarê bistîni.
  • Biryar li ser gotinê te û belgeyên ku te ji bo piştgirîya tiştên ku te gotiye liser nasnameya xwe û sedemên xwe yên penaberiyê pêşkêş kirine tê avakirin, her wiha agehiya Daîreya Koçê li ser rewşa welatê te. Karmend dê xwuya biki ka çima em gihîştin vê biryari ka ew çiye a rast di mesela tede.
  • Ger te erê bir liser daxwaznama xwe tu destûra rûniştinê ya demkî wergiri ev tê wê wateyê ku mafê te heye ku tu li Swêd bijî û bixebiti. Ger te na bir liser daxwaznama xwe tu kari vegeri welatê xwe an jî etîraz biki ku tu hezdiki ku biryar gerek were guhertin.

Last updated: