Penaxwazîya zarokan

Barn i asylprocessen – kurmandji

Mafên zarokan di dema pêvajoya penaberiyê de ji mafên mezinan cuda ye. Li vir me agahî li ser mafên zarokan û derfetên ji bo piştgiriyê kom kirine, hem taybet bi lêkolîna penaberiya wan û hem di mijarên pratîk de.

Swêdê konvansiyona Neteweyên Yekgirtî ya li ser Mafên Zarokan îmze kirîye. Ev konvansiyona mafê hemû zarokên dupat dike. Ev mafene ji bo hemû zarokên ku li Swêdê ne, bibandorin, çi hemwelatiyên Swêdê bin, li vir bi demkî bijîn, yan jî daxwaza penaberiyê kiribin.

Li Swêdê hûn zarok tên hesibandin, eger hûn bin 18 salan bin. Gelek zarokên ku daxwaza penaberîyê dikin gel yek an du dê û bavên xwe gehîştine wir. Herwisa gelek zarok gehîştine Swêdê, bêyî ku dê û bav an çavdêrê hebin; Ew piçûk in ku pêwîstî bi piştgiriya taybet hene.

Li ser mafê piştgiriyê ji bo piçûkan, agahîyên bêtir bixwînin (bi înglîzî)

Zarokên ku daxwaza penax­wazîyê dikin, mafê gotina nêrînê xwe hene

Li gorî qanûna swêdî, Ajansa Koçberîyê bi taybetî divê herî baş berjewendiyên zarokan ber çavan bigire. Hemû zarokan maf hene ku nêrînên xwe bêjin û bêne guhdarîkirin. Sedemên wan ji bo daxwaza mafê penaberiyê divê cuda bên vekolînkirin, wek ku gengaz e sedemên zarokan ji bo daxawza penaberîyê ji dêû bavên wan cuda bin. Dema ku sedemên ji bo daxawza mafê penaberiya zarokan hatin vekolîn kirin, efserê Rêveberiya Koçberiyê divê ku lêpirsîna xwe gel temen, tenduristî, û gihîştina zarok kêrhatî bike. Zarok xwedî mafê ku ji aliyê mezinan di dema vekolînê da bê piştgirîkirin. Ev dikare dê û bav an welîyên din, parêzvan, û/an jî wekîlê giştî be.

Mafê hemû zarokan e ku biçin dibistanê û pêşdi­bistanê

Mafê hemû zarok û nûciwanan e ku biçin dibistanê û pêşdibistanê her wekî zarokên din ku li Swêdê dijîn. Bajarvanîya ku zarokê lê dijîn berpirse ku ji wan re derfetê çêbike ku her wekî zarok û nûciwanên din ê li bajarvanîyê biçin dibistanê, Ev berpirsin ser pêşdibistanê, dibistana bingehîn, û dibistana navîn. Ji bo ku bikaribin tevlî lîseya mezinsalan bibin, divê penaberên ciwan xwendina xwe berî ku bibine 18 sal dest pê bikin.

Ajansa Koçberiyê bê destûra dê û bavan nikare agahîyan li ser zarokên ku daxwaza penaberiyê kirine radestî bajarvanîyê bike. Hûn dikarin razîmendiya xwe bidene Ajansa Koçberî, ku bikare, navê zarokê we, rohbûn, ziman, welatê xwemail û j hejmara dozê radestî bajarvanîyê bike. Herwisa hûn dikarin gel bajarvanîyê têkilî bigirin û ji wan re bêjin ku hûn dixwazin zarokên we biçin dibistanê an pêşdibistanê.

Li ser dibistanê agahîyên bêtir bidest bînin

Hemû zarokan mafê lênêrîna saxle­mîyê heye

Zarokên ku daxwaza penaxwazîyê dikin, her wekê zarokê din ku li Swêdê dijîn, mafê lênêrîna saxlemî û lênêrîna diranan hene. Lênêrîna diranan ji bo kesên di bin 18 salî de, bê pere ye. Li piranîya wîlayetan yan jî herêman, lênêrîna saxlemiyê herweha ji bo zarokan bê pere ye. Ji bo zanyarîyên zortir gel wîlayet yan jî herêma ku hûn lê dijîn, bikevin têkiliyê.

Hûn dikarin agahiyên zêdetir li ser xizmeta tenduristiyê de li wîlayeta yan herêma xwe li www.1177.se da bibînin External link, opens in new window.

Liser lênêrînên saxlemîyê û bijîşkî bo penaxwazan agahîyê bêtir bidest bînin

Mafê zaro­kane ku dubare tevlî malbatên xwe bibin

Li gor Konvensiyona NY liser Mafê Zaroka, zarokan maf heye ku cem malbatên xwe bimînin. Ji ber vê yekê rayedarên Swêdî hewl didin ku dê û bav an serpereştên din gel piçukan, bicîh bikin. Lêgerîna ji bo xizman berdewam dike dema ku Ajansa Koçberiyê daxwaza penaberiya zarrokan lêkolîn dike. Di rêza yekem de, armanc eve ku malbat li welatê xwe yê xwemail da hevbigrin. Eger xizmên zarokan li welatekî din ewle bin yekgirtin dibe li vê darê pêk bê. Eger ti vebijarkên din ji bo yekgirtinê li cihekê din tune be, gengaz e malbata zarok mafê rûniştina li Swêdê bistîne, eger zarok destûra rûniştinê li Swêdê wekî penaber standibe.

Agahîyên bêtir bidest bînin ka dê çi biqewime eger zarok destûra rûniştinê nestînin û bêne vegerandin

Li ser mafên zarokan bêtir bixwîne

Divê hemû rayedarên swêdî, divê dema ku biryarê didin, herî baş ser berjewendiyên zarokan bifikirin, û çend rayedar di komîsyoneke taybet ji bo parastina mafên zarokan hene. Xizmetên Civakî a li bajarvanîya ku zarok lê dijî, berpirse li ser lênêrîna zarokan, eger dê û bav nekarin wî karî bikin, yan jî eger dê û bav ziyanê bigehîne zarok. Carna, pêwîst e polîs bi ragirtina zarokê zirardîtî di binçavgehê da alîkarîya zarokî bike. Lêdana zarokan an sinetkirina keçan, ji bo nimûne, qedexe ye. Nabe zarokên di bin 18 salan re destûr bidin ku bizewicin.

Agahiyên zêdetir

Liser tîpa piştgiriya ku ji bo zarokên zirar dîtî berdestin û an zarokên ku lawaz in li riyên din, agahîyên bêtir bidest bînin (bi înglîzî) External link, opens in new window.

Li ser Konvansiyon li ser Mafên Zarokan agahîyên bêtir bixwînin (bi înglîzî) External link, opens in new window.

Agahî ji bo zarokên ku hatine Swêd û daxwaza penaberiyê kirine (bi înglîzî)

Herwisa ev rûpelene dikarin bên bikaranîn eger hûn bixwazin agahîyên bêtir li ser penaberî û çawaniya pêşkêş kirina daxwaza penaberiyê, bidest bînin, an jî ji bo pêşkêş kirina alîkariyê ji mezinan li ser şîrovekirina pêvajoya penaberiyê ji bo zarokan.

Agahî ji bo kesê ku daxwaza penaberiyê li gel şexsek li Swêdê kirîye, ku xwedî zarok e an jî li benda zarokê ye

Last updated: