Alîkariya aborî ji bo koçberan

Ekonomiskt stöd för asylsökande – kurmandji

Di gava pêşî de divê tu debara xwe bi xwe bikî. Heke pereyên te an jî hebûneke te ya din tunebe, tu dikarî li ba Dezgeha koçberiyê ya giştî serî li alîkarîya aborî bidî. Alîkariya aborî ji çend beşan pêk tê; alîkariya rojane, alîkariya malê û alîkariya taybet.

Gava tu li Dezgeha koçberiyê serlêdana penaberiyê dikî, divê tu ji dezgehê re bibêjî bê çiqas perên te û mal û milkên te heye. Heke tiştekî te tunebe, tu dikarî ji bo hewcedariyên xwe yên rojane alîkariya aborî ji Dezgeha koçberiyê wergirî.

Heke rewşa te ya aborî were guhertin, wek nimûne, tu karekî peyda bikî, divê tu divê Dezgeha koçberiyê haydar bikî. Gava tu bi riya kar peran qezenc dikî û di eynî demê de alîkariya aborî ji Dezgeha koçberiyê werbigirî, ev sûc e. Heger barbikî mafê te yê wergirtina pareyê rojê (dagersättning) dikare tesîrê bibîne. Ji ber vê yekê, wexta te adresa xwe guhert, hertim Daîreya mihacirîyê ya gîştî ji adresa nû hayedar bike.

Tu dikarî li vir agahiyê zêdetir bixwînî, di dema ku tu li benda biryarê yî û teklîfa karekî ji te re tê

Mafê alîkariya aborî ya rojane radibe

Heke biryara reda daxwaznameya te hatibe, biryara derxistina te ya ji Swêdê hatibe, an jî dema te ya ku tu bi xwe ji Swêdê derkevî xelas bûbe, hingê mafê te yê alîkariya aborî jî namîne. Ev biryar ji bo salmezinên ku bi zarokên xwe yên di bin 18 salî re namînin derbas dibe.

Alîkariya rojane

Alîkariya rojane tê guhertin. Heke tu li malên Dezgeha koçberiyê bimînî û xwarin jî tê de be, cihê ye, heke tu di xaniyekî de bimînî ku xwarin ne tê de be, cihê ye.

Heke Dezgeha koçberiya serlêdana te ya alîkariya rojane qebûl bike, wê çaxê ji te re karteke bankê jî derdixe û perên te li ser hesabê te yê bankê radizîne.

Di derheqê karta bankê ya ji bo koçberan zêdetir bixwîne

Ji bilî xwarinê divê alîkariya rojane têra kirîna kinc û pêlavan, mesrefa nexweşî û dermanan, tedawîya diranan, alavên paqijîya malê û çalakîyên demên vala bike.

Alîkariya aborî dikare kêmtir bibe heke tu

  • Ji eşkerekirina nasnameya xwe re nebî alîkar
  • Xwe ji dezgehê veşêrî û serêşiyan derxî.
  • Reda serlêdana te û biryara derketina te ya ji Swêdê hatibe û tu ji bo bipaşdevegerîna welatê xwe nebî alîkar.

Li wargeha ku xwarin tê de ye:

  • Rojane 24 kron ji bo salmezinên bêkar
  • Rojane 19 kron serê her salmezinekî ku mesrefa malê bi par ve dikin.
  • Rojane 12 kron ji bo zarokên hetanî 17 salî  

Li wargeha ku xwarin ne tê de ye: 

  • Rojane 71 kron ji bo salmezinên bêkar
  • Rojane 61 kron serê her salmezinekî ku mesrefên malê bi par ve dikin.
  • Rojane 37 kron ji bo zarokên hetanî 3 salî
  • Rojane 43 kron ji bo zarokên navbera 4–10 salî
  • Rojane 50 kron ji bo zarokên navbera 11–17 salî  

Malbatên ku zarokên wan ji sisêyan zêdetir in, ji bo herdu zarokên mezin alîkariya tamrojî û ji bo yên mayîn jî alîkariya nîvrojî werdigirin.  

Alîkariya taybetî 

Heke hewcedariyeke te ya xurt bi tiştekî ku alîkariya rojane têrê nake hebe, tu dikarî serî li alîkarîya taybetî bidî. Divê tu karibî nîşan bidî ku hewcedariye te ya xurt bi wî malî an jî xizmetê heye û tu bi xwe nikarî derfetên aborî peyda bikî. Ev dikare berçavk be, erebeya zarokan be an jî pêlavên zivistanê bin. Dezgeha koçberiyê hertim ji bo alîkariyê nirxandinek taybetî dike. Ji bo bicîhanîna hewcedariyê, tu dikarî tenê ji bo alternatîfa herî erzan alîkarîyê wergirî.  Gava Dezgeha koçberiyê ji bo lêkolîneke penaberiyê, ji bo hevdîtina birêvebirê te, an jî ji bo beşdarbûna agahiya komî gazî te bike, mesrefa çûn û hatina te jî dide. Tu dikarî di vê derheqê de birêvebirê xwe re bipeyivî. 

Serlêdana formî ya di derheqê alîkariya ji bo mezinan, forma hejmar Mot78PDF
Tu yê forma ji bo alîkariya taybet ji bo salmezin wisa dagirî

Serlêdana formî ya di derheqê alîkariya ji bo ên bi tenê, forma hejmar Mot79PDF
Tu yê forma ji bo alîkariya taybet a ji bo salbiçûkan wisa dagirî

Serlêdana formî ya di derheqê alîkariya ji bo ji bo zarok û xortan, forma hejmar Mot72PDF

Alîkariya xanî

Heke teklîfeke kar ji te re were an jî tu karekî peyda bikî, tu dikarî miraceetî alîkariyê xênî bikî. Karê ku tu peyda bikî divê herî kêm sê meh bin û tu mecbûr bî ji bo kar ji cihê xwe bar bikî û ji ber kar nema di xaniyên Dezgeha koçberiyê de bimînî.

Alîkariya xênî evqas e:

  • Mehane 850 kron ji bo malbatan
  • Mehane 350 kron ji bo kesên bi tenê. 

Biryara alîkariya aborî

Gava Dezgeha koçberiyê biryara alîkariya aborî dide, te jî bi vê riyê agahdar dike.

  • bi riya karmendekî li Daîreya pêşwazîkirinê an jî
  • bi riya ragihandineke hêsankirî.

Teblîxa/agahandina hêsankirî tê maneya ku Dezgeha koçberiyê biryarê bi postê ji navnîşana te re dişîne. Piştî bi rojekê em nameyeke din jî li ser eynî navnîşanê ji te re dişînin û tê de dibêjin ku me biryar ji te re şandiye. Em vê ji bo êmintiyê dikin da ku şaşî çênebe. Piştî du hefteyan, êdî dilê Dezgeha koçberiyê dikeve cih ku te biryar wergiritye. Dûre ji bo îtirazkirinê sê hefteyên te hene.

Heke adresa ku te dabe şaş be û tu li Swêdê di resmiyetê de qeydkirî bî, hingê wê biryara serlêdana te û nameya kontrolê ji te re li ser wê adresê were şandin.

Heta ku tu li Dezgeha koçberiyê qeydkirî bî, girîng e ku tu navnîşana xwe ya heyî ragihînî dezgehê. Herweha divê tu hertim posteya xwe jî kontrol bikî. Eger tu îtiraz bikî, dadgeh jî dikare hilbijêre ku bi teblîxeke/agahandineke hêsankirî te agahdar bike.

Heke tu bixwaz îtirazê bikî

Heke tu di wê bawerîyê de bî ku Dezgeha koçberiyê ya gîştî di derbarê alîkariya bi te re biryareke şaş daye, mafê te heye ku tu îtirazê bikî. Wê demê divê herî dereng di nav 3 hefteyên piştî roja te nameya biryarê wergirtîye de, îtiraza xwe ragihînî Dezgeha koçberiyê ya giştî.

Heke Dezgeha koçberiyê ya giştî biryara xwe neguhere, wê îtiraznameya te ji bo temyîzkirinê ji dadgeha îdarî (förvaltningsrätten) re were şandin. Heke dadgeha îdarî jî îtiraza te qebûl neke, tu dikarî îtiraza xwe vê carê bişînî dadgeha îdarî ya îstinafê (kammarrätten) re.

Heke tu bixwazî îtiraz bikî tu dikarî li vir agahiyên zêdetir bixwînî

Heke tu bixwazî îtiraz bikî tu dikarî li vir agahiyên zêdetir bixwînî

Heke pirsên te yên giştî di derheqê alîkariya aborî ya ji bo penaberîxwazan de hebe, tu dikarî telefonî Dezgeha koçberiyê bikî. Lê heke pirsên te di derheqê aboriya te bi xwe de hebe, divê tu biçî dezgeha xwe. Ji ber pirsên ewlekariyê karmendên Dezgeha koçberiyê dibe ku nexwazin bi telefonê bipeyivin. Gava tu diçî seredana daîreya pêşwaziyê, divê tu karta xwe ya LMAyê jî bi xwe re bibî.

Last updated: 3 January 2018

Was the information on this page helpful to you?

Thank you for helping us improve our website!

Thank you for helping us improve our website!

Tell us how we can make this page better*






If you wish to ask the Migration Agency a question you can find our contact details under the heading Contact us.