Mayîna li malên Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî

Bo hos Migrationsverket – kurmandji

Ev agahî ji bo wan penaxwazan e ku li benda biryara serîlêdana xwe ne û di wê navberê de dê li malekî Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî (Migrationsverket) de bimînin.

Di dema ku tu ji Dezgeha koçberiyê li benda biryarekê yî, tu dikarî di xainyê wan de bimînî. Lê heke reda serlêdana te hatibe, biryara derketina te ya ji Swêdê hatibe, an jî dema ku tu li Swêdê bimînî bi dawî bûbe, hingê mafê ku tu li malên Dezgeha koçberiyê bimînî jî namîne. Ev ji bo kesên salmezin û yên ku zarokên wan ên di bin 18 salî de bi wan re najîn derbas dibe.

Heger pareyê te tunebe Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî pareyê malê dide. Lê heger hatinek te ya aborî yan jî heyîneke te ya din hebe wê demê pêwîst e tu hem mesrefa malê bidî û hem jî pareyê xwarinê bidî, heger ev beşek ji mayîna li malê be.

Li ku deverê cîh hebe tu li wir tê yî bicîhkirin

Tu nikarî bi xwe biryarê bidî ka tu dê li ku derê bimînî. Ji ber vê yekê pêwîst e tu bar bikî herêmek ku li wir xanî û malên vala hene. Dibe ku, dema tu li benda biryarê yî, bar bikî malekî nû bi armanca ku ji bo bêtir kesan cîh peyda bibe.

Bi kesek din re ode parve dikî

Malên Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî tenê ji bo penaxwazan hatine amade kirin. Heger li malekî cihek ji bo te hatîye veqetandin, tenê tu dikarî li wir bimînî. Piranîya caran mal ji daîreyek pêk tê ku ji alîyê çend kesan ve tê parve kirin. Malbatek her tim dikare bi serê xwe tenê li odeyek bimîne. Kesên bi tena serê xwe bi kesên din yên heman cinsî re ode par ve dikin.

Heger ji ber sedemekê pêdivîya te bi malekî bi awayeke xisûsî hatîye amadekirin hebe divê tu li ser vê yekê bi daîreya pêşwazîyê (mottagninsenhet) re biaxivî.

Heger pêdivîyên te yên xisûsî hene

Heger tu di rewşeke xisûsî berxeter yan jî muhtac de yî, dibe ku mafê te heye ku li malekê (hewrînekê) li gorî pêdivîyên te hatîye adaptekirin bimînî. Heger li derbarê rewşa malê de pêdivîyek te ya xisûsî hebe yekser bi beşa pêşwazîkirinê (mottagningsenhet) ya xwe re biaxive. Ji bo çareserîyeke baş û ewle ji bo te peyda bikin, ji dest me çi tê em dikin.

Rêzgirtina kesên din yên li malê (hewrînê) dimînin

Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî (Migrationsverket) dixwaze ku hemû kesên li hewrînê dimînin xwe ewle û bi emnîyet hîs bikin. Ji ber vê yekê hemû cureyên alkol û madeyên narkotîkî li xanîyên Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî qedexe ne. Gelekî girîng e ku hemû kesên li hewrînê dimînin ji hev re rêzê bigirin. Û bêyî cûdakarîya ji ber bawerîya olî (dînî), çandî, meyla cinsî û ferqîyet navbera jin û mêran bikin, qedrê hevûdû bigirin.

Hemû cureyên şîdetê qedexe ye û li gorî qanûnên swêdî ev têne cezakirin. Ev hem ji bo şîdeta nav malbatê û hem jî ya li derveyê malbatê derbas dibe. Şîdet û lêdan nikare bi armanca terbîyekirina zarokan yan jî keseke din yê di malbatê de were bikaranîn. Hemû cureyên bikaranîna şîdetê dê li cem polîs were gilîkirin.

Heger tu hîs dikî ku tu têyî tehdîtkirin, li hemberî te şîdet tê bikaranîn yan jî taada li te tê kirin, wê demê bi xebatkarên li hêwirînê re yan jî beşa pêşwazîkirinê re biaxive. Tu her weha dikarî bi rêxistinên dilxwaz re jî biaxivî, heger ku ew li wê herêma tu lê dijî hene. Ji bo gilîkirina sûc û tewanê dikarî ji hejmara 11414 telefonê polîs bikî. Heger talûkeyeke acîl hebe telefonê hejmara 112 bike.

Xeta telefonê ya stareya jinan (Kvinnofridslinjen) şîret û alîkarî dide wan jinan ku bûne hedefa tehdîtan û şîdeta fîzîkî, psîkolojîkî û seksûelî. Di rewşên wisa de ji hejmara 020-505050 re telefon bike. Ew di nava çend deqîqeyan de tercûman jî peyda dikin. Tu herweha dikarî li ser malpera www.kvinnofridslinjen.seexternal link bêtir agahî bixwînî. Li wir bi gelek zimanan agahdarî hene.

Mobîlya û kelûpel

Hêwirîn (mal) bi mabîlya û kelûpelên pêwîst hatîye raxistin. Daîre (mal), mobîlya û kelûpel mulkê Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî ne. Heger zerar bigîhe vana, li cem polîs şîkayet dikare bê kirin. Heger tiştekî li malê bişkê yan jî kar nake, divê tu gavekî lez xebatkarên Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî hayedar bikî, ev girîng e. Hinek caran xebatkar dema mayîna te de têne serdanê, da ku temaşe bikin ka tiştek ku divêt bê tamîrkirin heye yan na.

Tiştên te yên şexsî

Li xanîyê tu lê dimînî embar yan jî cihên din ku dikarin hebin, ne li ser malê ne. Ji te re dolabek tê dayîn ku tu dikarî vê kilît bikî. Lê tu bixwe berpirsîyarê mal û milkên xwe yî. Heta nî ku tu li wê malê dimînî mafê xebatkarên Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî tuneye ku dolaba te vekin.

Cihên hevbeş

Bi armanca ku herkes rehet û aram be hîn qaîde hene ku ferz dike ka divê tu cihên hevbeş çawa bikar bînî. Dema bar dikî malê (hêwirînê) dê li derbarê qaîdeyên li xanîyê te derbas dibin de bêtir agahî bê dayîn.

Li hemû hêwirînan (malan) ev qaîde derbas dibin:

  • divê tu paqij bigirî û paqijîyê bikî
  • li hundirê avahîyê cîgare nekşînî
  • miqateyê mobîlya û kelûpelan bî
  • nikarî heywanên nava malê xwedî bikî.

Ewlekarî (emnîyet)

Hayedar be

  • ji bo jîyana te talûke ye û herweha qedexeye ku tu bixwe prîzên elektrîkê (karebayê) tamîr bikî yan jî vana biguherînî
  • dema tiştek dişkê yan jî xera dibe, têkilî bi personel û xebatkaran re deyne
  • derîyê derve yan jî rêyên derketinê (tahlîyekirinê) asê neke, da ku dema şewat derkeve meriv karibe bi awayeke lez ji xanî derkeve der
  • hertim destûr nîn e ku meriv sêlikeke satelîta televîzyonê (parabolantenn), ji bo çi qaîde li xanîyê te derbas dibin têkilî bi xebatkaran re deyne.

Li jîngehê bifikire

Daîre Mihacirîyê ya Gîştî dixwaze bi tevlî te rewşa jîngehê baştir bike. Ji ber vê yekê li ser van babetan bifikire:

  • di warê av, elektrîk (kareba) û bikaranîna germahîyê de nemusrîf be
  • dema li derve serma ye derîyên pencereyan demeke dirêj vekirî nehêle (wê demê bêtir elektrîk û germayî diçe)
  • çopa xwe ji hev beş bike. Çop û bermayîyên ji xwarinê divê di qabên cuda yên xisûsî de werine bicîhkirin. Xebatkarên malan yên Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî yan jî xwedîyê xanî, li derbarê jihevkirina çopan ya li xanîyê te de dê te agahdar bikin.

Dema tu ji malê bar dikî yan jî mal diguherînî

Xebatkarên Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî kontrolê dikin da ku mal û mobîlya û kelûpelên li wir hene di cihê xwe de ne û saxlem in, berya ku keseke nû bar bike wê malê.

Li ser van babetan bifikire:

  • Mala ku tu jê bar dikî paqij bike.
  • Tiştên xwe yên şexsî bi xwe re bibe. Heger te hîn tiştên xwe li malê hêştibin, tu nikarî ewle bibî ku vana piştre bipaşve bigirî, heger ku tu ji sîstema pêşwazîkirinê ya Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî derketibî. Tiştên li malê hatine jibîrkirin yan jî li wir hatine hêştin dikarin werine avêtin, hîbekirin yan jî şandinê tiştên hatine dîtin yên li cem polîs.
  • Kilîtên derîyan dayne cem xebatkarên Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî.
  • Heger tu mal biguherînî dê rêwîtî bi tren yan jî otobûsê pêk bê. Ji ber vê yekê mezinîya bagaja ku tu dikarî bi xwe re bibî sînorkirî ye. Ji bo agahîyên çawa barkirina bagajê ya dema guhertina malên Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî têkilî bi xebatkaran re deyne.

Mafê (heqê) mayîna li malekê dikare bidawî be

Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî, hetanî ku miraceatkarê mafê penaberîyê bî malekê dide te. Dema biryara miraceata te ya ji bo destûra rûniştinê hat dayîn wê demê mafê te yê mayîna li malekê jî dikare bidawî bibe.

Last updated: 12 February 2019

Was the information on this page helpful to you?

Thank you for helping us improve our website!

Thank you for helping us improve our website!

Tell us how we can make this page better*






If you wish to ask the Migration Agency a question you can find our contact details under the heading Contact us.