Divê Tu daxwaznameyê weha dadigirî

Så här fyller du i blanketten (barn) – kurmandji

1. Şirove bike ka daxwazname ji bo çi ye. Çi qas tu dikarî, bi zelalî şirove bike ka tu alîkariyê ji bo çi dixwazî û ka ji bo kirrîna tiştî yan xizmetê, pêdivîya te bi çend diravdiravî heye. 

2. Şirove bike ka çima pêdivîya zarokî/ê bi tiştî yan xizmetan heye.  

3. Binivîse ka tu kîjan belgeyan li gel daxwaznameyê dişînî da diyar bikî ku pêdivîya zarokî/ê bi tiştî yan xizmetê heye. 

4. Heger dahatên te, yên bavê/dayê yan zarokê/a te wek meaşê karî yan alîkarî ji daîreyek yan rêxistineka din - mîna diravê nexweşiyê, diravê dêûbaviyê yan alîkariya zarokan ya ji Kaseya sîgorteyê - hebin, wê yekê binivîse. 

5. Heger te, bavê/dayê yan zarokê/a te diravê berdest hebe ku ji bedela rojane ya mimkin ya ku ji Daîreya Koçberîyê ji te re tê zêdetir be, wê yekê binivîse. 

6.Heger te, bavê/dayê yan zarokê/a te çavkaniyên aborî – mîna otomobîl, pare û mal di bankeka Swêdê yan ya derveyî welatî de, şîrketa taybetî, hise yan çavkaniyên li derveyî welatî yên ku tu yan dayika/bavê zarokî dikare bifiroşe da diravê berdest peyda bike – hebin, wê yekê binivîse. 

7. Bi îmzekirina daxwaznameyê, tu li ser namûs û wijdanê dipejirînî ku  

  • agahdariyên ku te di daxwaznameyê de dane rast in.
  • tu dizanî ku divê tu guhertinên aboriya xwe yên ku tesîrê li mafê te yê alîkariyê yan çendahiyê wê dikin rabigihînî.
  • tu haydar î ku agahdariyên şaş dikarin wek sûc di warê alîkariyê de bê dîtin û bibe sedema agahdarkirina polîsî. 
  • tu dizanî ka tu çi îmze dikî.

Giring e ku tu daxwaznameyê rast dagirî da Daîreya Mihaciryê bikare biryarê bide bêyî ku agahdariyên zêdetir ji te bixwaze. Heger agahdarî kêm bin, mimkin e Daîreya Koçberîyê daxwaznameya te red bike çunkî pêwîstiya te nikare bê nirxandin.

Daxwaznameyê bide daîreya xwe ya pêşwazîkirinê yan ji daîreya xwe ya pêşwazîkirinê re bişîne.

Tu dikarî navnîşanên daîreyên pêşwaziyê yên Daîreya Koçberîyê li vê derê peyda bikî

http://www.migrationsverket.se/Kontakta-oss/Hitta-till-oss/Post--och-faxadresser.html

Last updated: