Kesê ku daxwaza penaberiyê kiriye û dixwaze zimanê swêdî fêr bibe

Lära sig svenska – kurmandji

Heger destûra te ya rûnîştina li Swêdê heye û te li nifûsê qeyda xwe çêkirîye, wê demê mafê te yê perwerdeya swêdîya ji bo mihaciran heye, ku jê re her weha dibêjin SFI. Heger tu dixwazî, dema li benda biryarê yî, zimanê swêdî hîn bibî dikarî serî li wan kursên zimanê swêdî bidî ku gelek rêxistinên dilxwaz û komeleyên perwerdeyê pêşkêş dikin.

Koma xwendina swêdî

Gelek rêxistên xwendin û perwerdekirinê hene, ku studiecirkel  (komên xwendinê) ya ji bo zimanê swêdî  amade dikin û aghiyên civakî didin bo kesên ku daxwaza penaberiyê kirine.  Li van komên xwendinê, mirov li nav grûbekê kom dibe û bi hev re zimanê swêdî fêr dibe. Van grûban dikarin perwerdeya zimên, li gor daxwaza beşdarvanan biafirînin. Hem ew kesê ku li bendî biryara rûniştinê ye û hem jî ew kesê ku rûniştin standiye lê hîna jÎ li kampê dimîne, her du jî dikarin beşdarê van xwendinan bibin.  Beşdarbûna nav koma xwandinê bêpere ye. Heger pêwîstî hebe, Daîreya Muhaciran dikare pereyê riya te ya çûna bo vê xwendinê jî bide. Heger te daxwaza penaberiyê li welatekî din ê ewrûpî kiribe, heger bo te biryara redkirin yan dersînorkirinê hatibe, yan jî heger aşkere bûbe, ku êdî te li Swêdê mafê rûniştinê nîn e û heger tu bixwazî dîsan beşdarî vê xwendinê bibî, hingê gerek e, pereyê riya çûnehata xwendina xwe tu bidî.

Heger te divê tu beşdarê nav koma xwandina swêdî bibî, hingê pêwendî di gel rêxistinên xwendin û perwerdekirinê yên li herêma xwe bike. Ji bo bizanî kîjan rêxistinên xwendin û perwerdekirinê yên li herêma,  ku tu lê dimînî hene û li wir, komên xwendina swêdî  hene, vê pirsê, ji yekîneya xwe ya Daîreya Muhacirtiyê bike.

Bi rêxistinên xwebexş re zimanê swêdî meşq bike

Gelek rêxistinên xwebexş hene, ku derfeta xwendin û perwerdeya cihêreng ên zimanê swêdî  amade dikin, yan jî qehwexaneyên zimanmeşqkirinê ji bo penaberan li dar dixin. Heger te divê, ku tu bizanî kîjan rêxistin dikare ji bo meşqkirina zimanê swêdî bi alîkariya te rabe, hingê vê yekê, ji yekîneya xwe ya Daîreya Muhacirtiyê bipirse.

Tu xwe hînî ziman bike

Li Înternet’ê gelek bername hene, ku mirov dikare bi alîkariya wan zimanê swêdî hîn bibe. Tu dikarî lînkên van bernameyan li vir peyda bikî www.informationsverige.se. Gelek ji van bernameyan Înternet divên. Hemû jî bêpere ne.

Hemû lînk li nav vê malpera Lära svenska (Fêrbûna Swêdî) ne (www.informationsverige.se – bi îngilîzî)external link, opens in new window

Last updated: 24 August 2017

Was the information on this page helpful to you?