Di pêvajoya penaxwazîyê de karkirin

Arbeta under tiden som asylsökande – kurmandji

Di dema ku tu li benda bersiva daxwaza penaberiyê disekinî de divê heta ji te tê tu debara xwe bi xwe bikî. Tu dikarî debara xwe bi pereyên xwe yên hilandî bikî yan jî bişixulî.

Ji bo ku tu karibî di dema penaxwaziya xwe de kar bikî divê tu karibî îsbat bikî ku tu ji mecbûriyeta izna karkirinê mûaf î (AT-UND).

Ji bo penaxwazan şertên mafê karkirinê

Eger tu şertên li xwarê bi cih bînî tu ji mecbûriyeta izna karkirinê mûaf î:

  • Eger tu belgeyên nasnameyî yên ku têne qebûl kirin teslîm bikî, yan jî eger tu ji bo nasnameya te were diyar kirin hevkariyê bikî.
  • Eger daxwaza te ya penaberiyê li Swêdê were nirxandin.
  • Eger bingehekî saxlem ji bo daxwaza te ya penaberiyê hebe. Eger daxwaza te ya penaberiyê hatibe red kirin û tu bi dest xwe  re werî dersînor kirin mafê te ji bo AT-UND nîne.

Li gorî biryarnameya Dublînê biryar tê dan ka kîjan welat dê daxwaza te ya penaberiyê binirxîne (bi înglîzî)

Agahî ji bo kesên ku daxwaza wan a penaberiyê hatiye red kirin û dê bi dest xwe re werine dersînor kirin (bi înglîzî)

Eger tu şertan bi cih bînî tu kartekî LMA'yê wer digirî û di vî kartî de dinivîse ku te AT-UND wergirtiye. Ev nîşan dide ku mecbûriyeta te ya standina izna karkirinê nîne, ango tu dikarî bêyî standina izna kar bişixulî. Mûafiyeta mecbûriyeta izna karkirinê ango AT-UND di rewşên normal de heta tu izna rûniştinê bistînî yan jî heta tu welat terk bikî lê ye. Eger tu nizanibî ka AT-UND'a te heye yan na têkiliyê bi ofîsa xwe ya Daîreya Koçê (Migrationsverket) re deyne.

Agahiya zêdetir li ser kartê LMA'yê bixwîne

Ger ku destûra te ya kar hebê (AT-UND) tu dikarê li dayreya kar serî lêdê û li kar bigerê.

Tu dikarî li ser malpera Daîreya Karî karên ku mirov dikare serî lê bide û agahiyên din peyda bikîexternal link, opens in new window

Eger tu di dema penaxwaziyê de kar peyda bikî

Eger tu di dema penaxwaziyê de kar peyda bikî divê tu karibî ji kardêrê xwe re îsbat bikî ku tu ji mecbûriyeta izna karkirinê mûaf î, ango AT-UND'a te heye. Li ser karta LMA'yê di bin xala 7'an de tê diyar kirin ku tu ji mecbûriyeta izna kar mûaf î.

Divê kardêrê/a te ofîsa Daîreya Koçê ya ku tu lê qeydkirî yî agahdar bike ku te li cem wî/ê kar peyda kiriye. Divê dema karê te bi dawî jî bibe kardêrê/a te vê agahiyê bide Daîreya Koçê. Agahîdana li ser peydakirina te ya kar dê bi rêya formekî taybet were kirin ku tu dikarî li dawiya vê rûpelê bibînî.

Notification of employment or termination of employment of an asylum seeker, form number 152011 (bi swêdî)PDF

Heger tu bedela rojane (pareyê rojane) werdigirî wê demê pêwîst e tu Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî ji hatinîyên xwe yên aborî agahdar bikî. Her weha pêwîst e tu serî li Daîreya Bacê (Skatteverket) bidî û hejmara koordînasyonê (samordningsnummer) ji wan werbigirî. Hejmara koordînasyonê ji bo wan kesan tê dayîn ku hejmara wan ya kesîn (personnummer) tune ye. Ji bo karibî dema kar dikî bacê bidî hejmara koordînasyonê lazim e. Hejmara koordînasyonê her weha dema nexweş î û nikarî biçî kar ji bo wergirtina pareyê nexweşîyê jî şert e.

Ji bo bêtir agahîyan serî li Daîreya bacê bide (bi înglîzî)external link, opens in new window

Ger tu bixwazê hesabekî bankê vekê

Bi tenê Desteya Koçberiyê dikarê li ser kartabanka ku te ji Desteya Koçberiyê girtî diravan/peran razênê. Ger tu bixwazî hesabekî bankê ji bo ku kardêrê te karibê mûçe/meaşa te lê razênê vekî divê tu serî li bankekê xê (miracaet bikê).

Her banke qerara ka tu şertên ji bo hesabekî li cem wan vekê pêk tînê bi xwe didê.

Hemû banke wê bixwazin tu belgeyên nasnameya xwe nîşan bidê da ku ew bizanibin tu kî yî. Banke bi xwe biryara bê kîjan belgeyên nasnamê qebûl dikê didê. Hinek banke, tevî ku belgeyên nasnamê penaber li cem Desteya Koçberiyê jî bin destûra ku hesabêkî bankê vekê didin. Wê demê divê tu karibê qerteke-LMA ya muteber û kopiyeke ji belgeyên nasnameya te ku Desteya Koçberiyê piştrast/tesdîq kiriye ku ev kopiyeke ji belgeya orîjînal ya raste nîşan bidê. Desteya Koçberiyê belgeya nasnamê ya ku ne orjinale piştrast/tesdîq nakê lê bi tenê kopiya ku tu distînê ji orijanala li cem me ye. Ger te bi tenê kopiya dabine me, em nikarin hema wisa kopyake dî ji ber bigrin û bidin te.

Piştre banke ji bo agahiyên te radest kirî bê ma ka rastin kontrol bikê, bi Desteya Koçberiyê re dikevê têkiliyê. Desteya Koçberiyê dikarê bi tenê agahiyên ku te berê destûr dayî teyîd bikê. Ango, bi vê kaxeza ku te îmza kiriye Desteya Koçberiyê dikarê bi bankê re biaxivê. Li ser vê yekê bi Desteya Koçberiyê re bankê diaxivê. Ger heta niha te hîn ji Desteya Koçberiyê re ev destûr neda bê, tu dikarê bi yekîneyeke nêzîk re têkiliyê deynê û ji wan re bêjê ku tu dixwazê vêya bikê.

Hinek banke dixwazin ku tu belgeyeke kariyê pêşkêş bikê da tu karibê hesabekî bankê vekê.Tu dikarê belgeya karî ji kardêrê xwe bixwazê.

Heger binîya 18 salî yî

Heger 16 salî yan jî mezintir î, pêwîst e ji bo karkirina li Swêdê AT-UND a te hebe. Ev hem ji bo te yê ku bi malbata xwe re hatîye û hem jî ji bo te yê ku weke zarokek bi tena serê xwe hatiye derbas dibe.

Heger te 16 salî tije nekirîyê wê demê ji bo karê tatîlê, karên hêsan û wezîfeyên ji bo carek bi tenê AT-UND pêwîst nîn e. Ne pêwîst e ku Daîreya mihacirîyê ya gîştî karê te qebûl bike. Lê divê welî yan jî wekîlê te razîbûna xwe ya ji bo karkirina te pêşkêş kiribe.

Hayedar be, ne tenê maaş, her weha bedelên din yên aborî yên weke mînak qerta dîyarîyê jî dikare tesîrê li ser mafê te yê wergirtina alîkarîya aborî ya ji Daîreya mihacirîyê ya gîştî bike.

Heke reda serlêdana te û biryara derketina te hatibe

Hetanî ku tu ji bo çûndina ji Swêdê hevkarîyê bikî dikarî her xwedî AT-UND a xwe bî. Heger tu ji bo çûndina ji Swêdê hevkarîyê nekî wê demê AT-UND a te êdî derbas nabe.

Eger daxwaza te ya penaberiyê were red kirin

Kesên ku dema li bersiva daxwaza penaberiyê disekinin karekî peyda bikin û bişixulin eger daxwaza wan a penaberiyê were red kirin ew dikarin daxwaza izna kar bikin.

Li vir bixwîne ka dema daxwaza te ya penaberiyê hate red kirin divê tu ji bo daxwaza izna karkirinê çi şertan bi cih bînî

Pirs û bersivên li ser karên ji bo miraceatkarên mafê penaberîyê û AT-UND

Last updated: 16 October 2019

Was the information on this page helpful to you?

Thank you for helping us improve our website!

Thank you for helping us improve our website!

Tell us how we can make this page better*






If you wish to ask the Migration Agency a question you can find our contact details under the heading Contact us.