The content on this page may not be correct due to changes in the Swedish Aliens Act

We are currently reviewing the content of the entire website due to changes in the Swedish Aliens Act, decided by the government. This may affect the content on pages in languages other than Swedish and English. These pages will be updated as soon as the translations are complete. All our pages in Swedish and English are correct and updated.

www.migrationsverket.se

Karta LMA-kort ji bo penaxwazan

LMA-kort för asylsökande – kurmandji

LMA kinasîya Qanûna pêşwazîkirina penaxwazan (Lagen om mottagande av asylsökande) ye. Karta LMA-kort, karteke plastîkî ya bi fotografa te li ser e. Ew nîşan dide tu penaxwaz î.

Bild av LMA-kort

Dema li Swêdê serî li penaberîyê (îltîcayê) didî fotografa te tê kişandin. Pişt re ji te re karta LMA-kort tê dayîn. Ev kart karteke nasnaemeyî nîn e. Ev kart îspat dike ku tu penaxwaz î û di wê demê de ku tu li benda biryarekî yî dikarî li Swêdê bimînî. Kart ji bo şexsê te hatîye amadekirin û şûna wê meqbûzê digire ya dema te serlêdana xwe ya penaxwazîyê kirîye wergirtibû.

Karta LMA-kort ya te divê her dem bi te re be

Dema bi meqamên resmî re têkilî datînî karta LMA-kort ya xwe nîşan bide. Di bin hîn mercan de dikarî karta LMA-kort ya xwe weke nasname jî bikar bînî - dema paketên posteyê yên ji derveyê welat werdigirî yan jî nameyên teahudkirî ji Daîreya koçê ji te re tê.

Dema diçî lênêrîna nexweşîyê heger karta LMA-kort nîşan bidî dikarî di bin hîn mercan de xerceke nizimtir ya nexweşan bidî. Her weha heger li dermanxaneyê karta LMA-kort nîşan bidî dikarî ji bo piranîya dermanên bi reçeteya doktor xerceke nizimtir bidî.

Li derbarê lênêrîna ji bo penaxwazan de bêtir bixwîne  

Di bin fotografa te ya li ser karta LMA-kortê de hejmarek (numreyek) heye. Dema bi personel û xebatkarên Daîreya koçê re diaxivî dikarî vê hejmarê ji wan re bibêjî. Di saya vê hejmarê de hêsantir û leztir dikarin belgeyên te bibînin.

Heger karta LMA-kort ya xwe wenda bikî

Heger LMA-kort ya te were dizîn yan jî tu wê wenda bikî divê tu li cem polês gilîyek bikî. Polês raporek dide te û dema tu li cem beşa pêşwazîkirinê (mottagningsenhet) siparîşa karteke nû ya LMA-kortê dikî vê raporê nîşanê wan didî.

Karta LMA-kort ya te ewqas dem derbas dibe

Yekemîn karta LMA-kort ya te çar meh derbas dibe. Pişt re karteke nû ya LMA-kort didin te ku şeş meh derbas dibe. Ne hewceye wexta ku dema karta te ya kevin derbas dibe tu bi xwe siparîşa karteke nû ya LMA-kortê bikî. Karta nû bi awayeke otomatîk tê beşa pêşwazîkirinê ya te û dikarî wê li wir wergirî. Li gelek beşên serdanê, divê tu ji bo anîna karta xwe ya LMA wext veqetînê.

Tu mafê xwe yê alîkariya aborî wenda dikî gava derketina te hatibe û dema te ya ku tu li Swêdê bimînî xelas bûbe. Ev ji bo salmezinên ku zarokên wan ên di bin 18an de bi wan re namînin derbas dibe.

Pêwisti tu kertê vegerîni dama tu bê derxistin ji rêveberya kocê. Ev tê xwestin dema tu mafê runiştinê bigri, ya mafê te jibo alîkaryê nemîni ji ber sedemên di yan tu jidev Siwêde berdi.

Beşa pêşwazîkirinê (mottagningsenhet) ya xwe bibîne (bi înglîzî)

Berî werê cem me divê tu wext veqetînê (bi înglîzî)

Last updated: 2021-03-08