Lênêrîna sihetê/tenduristiyê ji bo koçberan

Hälso- och sjukvård för asylsökande – kurmandji

Kesên ku li Swêdê doza penaberiyê dikin, mafê wan ê çûna ser doktor û doktorê diranan ya acîl û ji bo nexweşiyên acîl heye.

Li Swêdê wîlayet û herêm ji lênêrîna nexweşan berpirsiyar e. Ew li hemû welêt heye, Her wîlayet an jî herêm xwediyê malpereke agahdariyê ya li ser tenduristî û navendên tenduristiyê ne. Herweha malpereke giştî ji bo hemû wîlayet û herêman jî heye: 1177 Vårdguiden. (Rehbera tenduristiyê)

Di rêbera tenduristiyê (1177 Vårdguiden) de hûrgiliyên têkiliyan û demên vekirinê yên navendên tenduristî û doktorên diranan hene. Tu dikarî 24 saetan telefonî 1177 Vårdguiden bikî. Hejmara telefonê ev e: 1177. Gava tu telefon dikî, tu yê bi hemşîreyekê/perestarekê re bipeyivî. Wê hemşîre/perestar li gora rewşa te û hewcedariya te şîretan li te bike û heke pêwîst be ew ê te hewaleyî navendeke tenduristiyê bike.

Li ser vê malperê zêdetir bixwîne: www.1177.seexternal link, opens in new window

Mafê tenduristiyê

Gava tu li Swêdê doza penaberiyê dikî, mafê te yê çûna ser doktor û doktorê diranan ya acîl û ji bo nexweşiyên acil çêdibe. Wîlayet û herêm biryarê dide ka mafê te yê kîjan lênerînên tenduristîyê heye. Herweha mafê te yê zarokanînê (welidandinê), alîkariya jiberxwekirina zarokê, şêwira alavên pêşîlêgirtinê, lênêrîna tenduristiya dayiktiyê û li gora qanûna nexweşiyê lênerînên tenduristî heye.

Zarokên di bin 18 salî de yên ku doza penaberiyê kirine, ew jî mîna zarokên swêdî dikarin belaş herin ser doktor û herin ser doktorên diranan.

Kontrola tenduristiyê

Mafê hemû koçberan ê kontrola tenduristiyê heye. Piştî ku tu serlêdana penaberiyê dikî û bi demeke kurt, wê ji bo kontrola tenduristiyê ji te re nameyek were.

Kontrola tenduristiyê tesîrê/bandorê li serlêdana te ya penaxwaziyê nake. Ev kontrol ji bo te ye û heke hewcedariya te bi tedawiyê/dermankirinê hebe, ji bo ku di wextê de tedawiya te bê kirin. Di dema kontrola tenduristiyê de wê şîretên li ser tenduristiyê li te bêne kirin, tu dikarî belge û delîlan deynî û agahiyên giştî yên li ser tenduristî û nexweşiyan li Swêdê bi dest bixî. Personel ji bo Dezgeha koçberiyê naxebitin û sondxwarî ne ku siran nedin der.

Kêmanîyên fonksîyonî

Dema muayeneya tendrûstîyê ya te tê kirin, derfeta te heye ku tu bibêjî (yan jî bahs bikî ku tu bawer dikî) kêmanîyek fonksîyonî ya te heye - yanê ji hêla fîzîkî, psîkolojîkî yan jî aqilî de karînek (kapasîteyek) te ya daketî heye.

Heger kêmayîyeke fonksîyonî ya te hebe, ku dema doza mafê penaberîyê dikî ji danûstendinên te re zehmetîyê çê dike, wê demê dikarî ji bo vê yekê alîkarî û destekê wergirî. Hebûna kêmayîyeke fonksîyonî ji bo wergirtina mafê penaberîyê astengîyek nîn e.

Heger kêmayîyeke fonksîyonî ya te hebe û tu mafê rûniştina li Swêdê wergirî, wê demê ji bo hesantir têkilbûna civaka swêdî mafê te heye ku alîkarî û destekê wergirî.

Gava hewcedariya te bi lênerîna tenduristiyê hebe

Gava tu nexweş dikevî an jî xwe diêşînî, di gava pêşî de divê tu herî navenda lênerînê (vårdcentral). Piraniya caran divê tu ji xwe re bi telefonê wextekî veqetînî. Tu dikarî hejmarên telefonên navendên lênerînên (vårdcentraler) herêma xwe di rêbera tenduristiyê de bibînî (Vårdguiden). Heke nexweşiya te acîl be, tu dikarî telefonî vê hejmara acîlê bikî 112.

Ji bo nexweşiya acîl a diranan tu dikarî herî (Folktandvården) an jî li ser daxwaza wîlayet an jî herêmê herî ser doktorekî diranan ê din.

Tu dikarî xwe bispêrî ”Hitta vård” 1177.se jî. Ev agahdarî bi gelek zimanan heye.

Heke tu bi swêdî nizanibî, gava tu diçî ser doktor an jî dikî personalekî din ê tendurisiyê bibînî, heqê te yê wergêr heye. Piraniya caran personalên/karmendên tenduristiyê bi xwe wergêr dixwaze. Gava tu ji xwe re wext vediqetînî û ji pensonalan re bibêjî ku hewcedariya te bi wergêr jî heye, hingê ew ê ji te re wergêr peyda bikin.

Derman

Tu dikarî ji eczanê/dermanfiroşiyê dermanên cihê û alavên tenduristiyê bikirî. Herweha tu dikarî ji wir li gora reçeteya/nusxeya doktor dermanê xwe jî bikirî.

Wesayita nexweşiyê

Heke tu ji ber nexweşiya xwe nikaribî bi xwe herî ser doktor, hingê tu dikarî wesayita nexweşiyê bixwazî. Heke delîlên nexweşiya te hebin, tu dikarî mesrefên çûn û hatina xwe ya ser doktor û çûna nexweşxaneyan jî wergirî. Ên ku ji tenduristiya te re dibin alîkar, ew biryar didin ka mafê te yê wergirtina mesrefa çûn û hatina ser doktor heye an na. Telefonî vê hejmara rêbera tenduristiyê (1177 Vårdguiden) bike û bipirse ka li wîlayet/herêma ku tu lê dimînî çi şert û merc derbas dibin.

Zêdetir bixwîne www.1177.se/Regler-och-rattigheter/Sjukresor (bi swêdî)external link, opens in new window

Bila karta te ya LMAyê bi te re be

Gava tu diçî ser doktor, an jî dikî ji eczanê dermanê xwe bînî, divê karta te ya LMAyê bi te re be da ku tu bikaribî nîşan bidî. Heke karta te hê nehatibe, divê tu belgeyenameya serlêdana xwe ya ji bo penaberiyê nîşan bidî

Gava tu karta xwe ya LMAyê nîşan bidî, tu yê pereyekî kêmtir bidî. Herweha tu dikarî bi karta xwe ya LMAyê dermanê ku bi reçetê/nusxeyê ji te re hatiye nivîsandin jî ji eczanê/dermanfiroşiyê bi buhayekî kêmtir bikirî.

Xerca ji bo lênêrîna bijîşkî

Ev xerc ji bo kesên ku karta xwe ya LMAyê nîşan didin derbas dibe.

Serdana klînîkê yan jî nexweşxaneyê
  
Serdana doktor li navenda tenduristiyê50 kronor
Serîlêdanên doktor ji bo hewaleyê *50 kronor
Serdana * hewaleyê ji bo lênêrînên din ên ji bilî doktor (wek hemşîre/perestar, jîmnastê nexweşan, pisporê civakî)25 kronor
Pêşîlêgirtina nexweşiyên dayiktî û zarokan, lênêrîna dema ducaniyê û zarokanînê Belaş
Lênêrîna nexweşiyên ji hev vegirtinêBelaş

* Hewale ew peyam e ku doktor ji bo navendeke din ya tenduristiyê dişîne da ku ew bi riya kontroleke taybetî nexweşiya te diyar bikin.Di hewaleya doktor de agahiyên bijîşkî hene, wek nîşanên nexweşiya te çi ne, siheta te çawa ye û nexweşî yan jî birînên te yên berê çi bûne. Ew navenda tenduristiyê ku hewaleya doktor werdigire, paşê bi nameyekê dixwaze tu ji bo kontrolê herî li bal wan.

Lênêrîna nexweşiyên acîl

Xerca ji bo serdanên acîl û ji bo nexweşxaneyan li seranserî welêt tê guhertin. Tu dikarî ji bo xerca heyî û niha li malpera wîlayet/herêmê binêrî yan jî bi riya rêbera tenduristiyê (1177 Vårdguiden.) fêr bibî.

Tedawiya diranan a acîl
  
Seredana acîl a Folktandvårdenê yan jî doktorekî diranan ê din ku Folktandvården te hewale dike50 kronor
Seredana acîl a doktorekî diranan ê din ku Folktandvården te hewale nekiriyeBuhayê doktorê diranan çi be ew e

Derman

Piraniya dermanên bi reçeteya/nusxeya doktoran bi 50î kronî ye. Carina buhayê wan dermanan zêdeyî 50 kronî ye lê tu tenê 50 didî. Piraniya dermanên ku ji zarokên di bin 18 salî re tên nivîsandin belaş in.

Wesayita nexweşiyê

Herî pir tu 40 kronî ji bo çûn û hatina ser doktor didî.

Daxwaza aboriyê ya taybet ji Dezgeha koçberiyê

Tu dikarî serdana Dezgeha koçberiyê bikî û mesrefên ku te ji bo dermanên bi reçete/nusxeyê dane ji wir bistînî.

Heke mesrefê ku te kirine zêdeyî 400 kronî be

Heke di hundirê şeş mehan de ji bo seredana doktor, çûn û hatina ser doktor û nexweşxaneyan, dermanên bi reçete/nusxe û tedawiya fizîkî te zêdeyî 400 kronî dabe, tu hingê dikarî serdana alîkariya aborî ya taybet bikî. Dezgeha koçberiyê dikare mesrefê ku bi ser 400 kronî dikeve bide te. Ji bo ku tu bikaribî vê alîkariyê wergirî, divê meqbûz/belge di destên te de hebin. Herçî meqbûz/belge ne, divê tu beşa ku navê te li ser heye teslîm bikî.

Lênêrîna tenduristî ya acîl û derman

Xerca lênêrîna acîl ne di nav wan 400 kronî de ye, lê tu dikarî alîkariya aborî ji bo mesrefên ku bi ser 50 kronî dikevî wergirî. Ji bo seredana doktorê diranan jî eynî tişt derbas dibe, lê bi şertê ku Folktandvård girtî bûye yan jî ji bo te wextek tunebûye û tu mecbûr mayî ku biçî ser doktorekî din.

Hema piştî seredana acîl divê tu tavilê digel meqbûza/belgeya xwe serdana alîkariya aborî bikî.

Herweha tu dikarî ji bo dermanên bi reçete/nusxe ku bi ser 50 kronî dikeve jî doza alîkariya aborî bikî.

Last updated: 6 April 2017

Was the information on this page helpful to you?