Lênêrîna tendrûstî û nexweşîyê ji bo kesên miraceatê mafê penaberîyê (îltîcayê) kirîne

Hälso- och sjukvård för asylsökande – kurmandji

Tu yê ku li Swêdê serî li mafê penaberîyê didî xwedîyê mafê lênêrîna acîl ya nexweşî û lênêrîna diranan î, û herweha mafê lênêrîna ku nikare were paşvexistin.

Li Swêdê berpirsîyarîya lênêrîna tendrûstî û nexweşîyê berpirsîyarîyek Meclîsa Wîlayet (landsting) û Herêman (region) e. Vana li seranserê Swêdê hene.

Dema nexweş dikevî yan jî xwe diêşînî (birîndar dikî) divê tu ewil berê xwe bidî navanedeke lênêrîna nexweşîyê (vårdcentral). Gelek caran pêwîst e tu berîya diçî navenda lênêrîna nexweşîyê telefon bikî û wext veqetînî. Heger pêdivîya te bi wergêrek (tercûman) hebe, vê yekê ji wan re bibêje. Heger tu bi awayeke acîl nexweş bikevî û pêdivîya te bi ambûlansek hebe wê demê ji hejmara acîl 112 re telefon bike.

Li derabarê çawa dîtina lênêrîna ku pêdivîya te pê heye de li jêra vê nivîsê agahî hene. Li wir her weha tê dîyarkirin ka agahîyên zêdetir û tewsîye li ku derê dikarî peyda bikî.

Mafê lênêrînê

Dema li Swêdê serî li mafê penaberîyê didî wê demê mafê te yê lênêrîna acîl ya nexweşî û lênêrîna diranan çêdibe, û her weha mafê lênêrîna ku nikare were paşvexistin. Ya li derbarê lênêrîna ku tu yê wergirî de biryarê dide meclîsa wîlayetê/herêmê ye. Herweha mafê te yê lênêrîna zarokanînê, zarokjibergirtinê (kurtaj), tewsîyeya navgîna pêşîlibergirtina avisîyê, lênêrîna tendrûstîya dayîkan û lênêrîna di çarçoveya qanûna parastina ji têgerînê de jî heye (qanûnek ku hewl rê li ber belavbûna nexweşîyên têger digire).

Zarok û ciwanên binîya 18 salî yên serî li mafê penaberîyê dane, weke hemû zarokên li Swêdê dijîn, xwedî mafê wergirtina lênêrîna nexweşî û lênêrîna diranan in. Piranîya vê lênêrînê bêpare ye (belaş e), lê li gorî cihê meriv lê dimîne diguhere. Dermanên ji bo zarokan belaş in, heger ku doktorek reçete ji bo vê nivîsandibe.

Dema personelên lênêrîna nexweşîyê dibînî mafê te yê daxwazkirina wergêrek (tercûmanek) heye. Dema wext vediqetînî bibêje ku tu wergêr daxwaz dikî.

Miayeneya tendrûstîyê

Ji hemû kesên serî li mafê penaberîyê dane re tê pêşnîyazkirin ku di miayeneyeke (kontroleke) tendrûstî re derbas bibin. Demeke lez piştî miraceata mafê penaberîyê tu dê werî vexwendinê miayeneyeke tendrûstî ya bêpare (belaş).

Miayeneya tendrûstîyê bi ti awayî bandor li ser miraceata te ya mafê penaberîyê nake. Li miayeneya tendrûstîyê, di derbarê pirsên tendrûstîyê de, rêzek tewsîye dê ji te re bêne kirin. Dê ji te re bê pêşnîyazkirin ku tu hîn tehlîlan deynî. Her weha li ser sîstema lênêrîna tendrûstî û nexweşîyê ya Swêdê jî dê agahî were dayîn. Personel û xebatkarên lênêrîna tendrûstîyê bi Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî re kar nakin û erka sirveşartinê li ser wan ferz e.

Şîdet (lêdan) û destdirêjîyên cinsî

Hejmarek zêde penaxwaz bûne mexdûrê şîdet (lêdan) yan jî destdirêjîyên cinsî, hem li welatê xwe û hem jî dema reva ji bo Swêdê de. Ev serpêhatî dikin ku meriv ji hêla fîzîkî û psîkolojîkî ve xwe nebaş hîs bike. Ji bilî zerarên fîzîkî meriv weke mînak dikare dakeve nav deprasyonê, endîşeyê yan jî bizehmetî xew bike. Di dema miayeneya tendrûstîyê de ji personelê lênêrîna nexweşan re behsa van nerehetîyên xwe bike, da ku ew karibin ji bo tedawîyeke baş alîkarîya te bikin.

Hemû cure şîdet û destdirêjîyên cinsî li Swêdê qedexe ne. Yê sûcdar hertim ew kes e ku zerarê daye te. Tu bixwe nikarî ti caran ji ber ku bûyî mexdûrê şîdet yan jî destdirêjîya cinsî werî cezakirin. Awayê danûstendina navbera kesan te xem nake. Ev herweha ji bo tecawiza nav zewacê û lêdana zarokan jî derbas dibe. Heger tu bûyî mexdûrê tiştekî wisa, bi polîs re têkilî deyne.

Sunetkirina jinan

Em dizanin ku sunetkirina jinan li gelek welatên cîhanê pêk tê. Ev tê wê maneyê ku kesek organa cinsî ya keçan yan jî jinan jêdike. Sunetkirina jinan li Swêdê bi temamî qedexe ye û weke sûcek gelekî giran tê dîtin. Kesê ku bûye mexdûra vî tiştî êş û nerehetîyên fîzîkî û psîkolojîkî yên dijwar dikşîne. Heger kesekî vî tiştî bi te yan jî bi keça te kirîye û ji ber vê yekê problemê te yan jî ya keça te heye wê demê hun dikarin ji lênêrîna nexweşan alîkarîyê wergirin. Di dema miayeneyê de bi personel re bi axive yan jî ji navenda lênêrîna nexweşan (vårdcentralen) alîkarîyê bixwaze.

Nexweşîyên têger yên cinsî

Mafê te heye ku tu di derbarê xweparastina ji nexweşîyên têger yên cinsî de zanebûnan wergirî û hînbibî ka meriv çawa vê nexweşîyê li kesên din belav nake. Çend mînakên ji nexweşîyên cinsî klamîdya, hepatît, suzenek (gonorê) û HIV e. Heger yek ji van nexweşîyan li cem te hebe li ser te ferz e ku tu li gorî qanûnên swêdî vî tiştî ji personelê lênêrîna nexweşan re bibê jî da ku ew ji te re bibin alîkar ku tu vê li kesên din belav nekî. Dema miayeneya tendrûstîyê dikî vî tiştî ji personel re bibêje. Heger ne ewle bî ku têgerîn bi te re heye yan na dikarî ji personelê tendrûstîyê daxwaz bikî ku ew tehlîlan ji te bigirin.

Navgîna pêşîlêgirtina avisîyê û lênêrîna dayîkan

Li Swêdê lênêrîna dayîkan û lênêrîna zarokanînê ji bo penaxwazan bêpare ye (belaş e). Herweha ev ji bo lênêrîna zarokjiberbirînê (kurtajê) jî derbas dibe. Tewsîyeya navgîna pêşîlibergirtina avisîyê ya bêpare jî mafekî te ye, da ku tu karibî biryarê bidî ka gelo dixwazî bibî dê yan jî bav yan na. Hem keç û hem jî law xwedîyê mafê wergirtina agahîyan in da ku zanibin çawa xwe û kesên din ji dûcanîyê (avisîyê) biparêzin.

Gelek cureyên navgîna pêşîlêgirtina avisîyê hene. Prezervatîv (kondom) dikarî li dermanxane yan jî li dukan/supermarketê bikirî. Heger cureyeke din ya navgînîya pêşîlibergirtina avisîyê daxwaz dikî wê demê doktor yan jî pîrik (ebe) dikare ji bo wê cureyê dermanê ku ji bo te baş e reçeteyekê binivîsîne. Navgîna pêşîlêgirtina avisîyê ya bi reçete ji bo kesên binîya 21 salî belaş e. Li hîn beşên din yên Swêdê jî hetanî 25 salî tenê mesrefeke biçûk ji bo vê didî.

Heger tu jineke avis (dûcan) î dikarî dema miayeneya tendrûstîyê dikî bi personelê lênêrîna nexweşan re biaxivî, yan jî li nexweşxaneya herî nêz bi lênêrîna tendrûstîya dayîkan re têkilî deynî. Li wir dikarin li ser cureyê lênêrînê bi personel re biaxivî.

Nesaxîya psîkolojîkî

Normal e ku dema li benda biryara miraceata mafê penaberîyê yî li derbarê pêşeroje de xwe biendîşe hîs bikî. Hejmareke zêde penaxwaz li ji ber serpêhatî û endîşeya li derbarê malbata xwe de xwe nesax hîs dikin. Ev dikare xwe wisa bide xuyakirin ku meriv bi endîşe ye, zehmetîya xewkirinê heye û xwe xemgîn û bêtaqat hîs dike.

Tu dikarî ji lênêrîna nexweşîyê ya li nêzî mala xwe alîkarî û destekê wergirî. Dema miayeneya tendrûstîyê dikî bi personelê lênêrîna nexweşan re bipeyîve. Heger tu biendîşeyî ku zaroka te nesax e û xwe baş hîs nake dikarî bi personelê li navenda lênêrîna zarokan (barnavårdscentral) yan jî yên li dibistana zarokê re bipeyîvî.

Kemanîyên fonksîyonî

Di miayeneya tendrûstî de îmkana te heye ku tu behsa kêmanîyê fonksîyonê yên xwe bikî, yan jî wê kêmanîya fonksîyonî tu bawer dikî li cem te heye. Yanê, heger ku li cem te karîneke daketî ya kêrhatîbûna fîzîkî, psîkolojîkî yan jî entelektûelî heye.

Heger ku kêmanîyeke fonksîyonî ya te heye, dema miraceatê mafê penaberîyê dikî, û ev di danûstendina te re dibe asteng, wê demê dikarî ji bo vê yekê alîkarî û destekê wergirî. Hebûna kêmanîyeke fonksîyonî ji wergirtina destûra rûniştina li Swêdê re kelem nîn e.

Heger kêmanîyeke fonksîyonî ya te hebe û destûra mayîna li Swêdê ji te re bê dayîn wê demê mafê te heye ku alîkarî wergirî, da ku karibî hêsantir gav bavêjî nav civaka swêdî.

Lênêrîna diranan

Tu ye ku salmezin î, mafê te ji bo lênêrîna diranan ya acîl heye. Yê/ya ku nirxandina acîlyetê dike doktorê/a diranan e û herweha biryar dide ka çi cure alîkarî divê tu wergirî. Mafê zarokan hem ji bo lênêrîna acîl û hem jî ji bo tedawîya tedbîrkar li cem doktorê/a diranan heye. Li Swêdê lênêrîna diranan ji bo hemû zarokan belaş e.

Dema pêdivîya te bi lênêrîna diranan heye divê tu biçî Lênêrîna diranan ya gelî (Folktandvården) yan jî doktoreke din ya diranan ku meclîsa wîlayet/herêmê ji te re tewsîye dike.

Miayeneya çavan

Heger tu bawer dikî pêdivîya te bi berçavkan heye, wê demê dikarî biçî cem kîjin neynikvan (optiker) tu dixwazî û miayeneyeke çavan pêk bînî. Heger pêwîst e tu berçavik bikirî, divê neynikvan kaxizek binivîsîne û tu vê bi xwe re dibî cem Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî (Migrationsverket) da ku tu karibî miraceatê alîkarîyeke aborî ya taybetî bikî. Yê/ya ku biryara alîkarîya aborî ya ji bo kirîna berçavikan dide dabaşnêra/ê li Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî ye, û divê berya tu siparîşa berçavikan dikî ew biryara xwe bide.

Derman

Li dermanxaneyê (Apotek) dikarî cureyên cuda yên dermanan û berhemên tendrûstîyê bikirî. Li wir herweha dermanên xwe werdigirî, ku ji alîyê doktorek ve ji bo te bi reçete hatîye nivîsandin. Jibîr neke, dema dermanên bi reçete tînî qerta xwe ya LMA-kort nîşan bide. Wê demê, ji bo piranîya dermanên ku doktor gotîye pêdivîya te pê heye, tu pareyeke nizimtir didî

Agahîyên bêtir li derbarê tendrûstî û lênêrîna nexweşîyê de

  • Li webcîya www.1177.seexternal link, opens in new window bi gelek zimanên cuda li derbarê nexweşî û sîstema lênêrîna nexweşan li Swêdê de agahî hene. Li wir dikarî hejmara telefonên navendên lênêrîna nexweşan (vårdcentralen) û doktorên diranan yên li herêma mala te lê ye peyda bikî.
  • Tu herweha dikarî telefonê Rêbernameya lênêrîna nexweşan (Vårdguiden) bikî, hejmara telefonê 1177 ye. Dema telefon dikî bi hemşîreyekê re diaxivî ku bersiva pirsên te dide û li derbarê lênêrîna nexweşan de tewsîyeyan dike. Hemşîre herweha li derbarê pêdivîya te ya lênêrînê de jî dikare nirxandinek bike, û heger ku hewce be, te hewaleyê navendeke lênêrînê ya rêkûpêk bike.
  • Heger problemên te yên psîkolojîkî hene dikarî telefonê Xeta alîkarîyê (Hjälplinje) ya lênêrîna nexweşan bikî: 0771‑22 00 60. Wê demê dikarî alîkarîyeke psîkolojîkî ya berwext wergirî, her roj navbera saet 13-22. Du dikarî xwe nedî nasandin (anonîm bî).
  • Li ser malpera https://www.rfsu.se/uposexternal link, opens in new window kurtefîlmên agahîyêne, ji bo te yê ku dixwaze li ser laş (beden), seksûalîte û tendrûstîyê bêtir zanebûnan peyda bike. Ev fîlm bi gelek zimanan hene. Li vir dikarî, li kêlaka gelek tiştan, li derbarê navgîna pêşîlêgirtina avisîyê, zarokanîn û avisîyê (ducanîbûnê) de li fîlmên cuda temaşe bikî.
  • Li webcîya http://www.youmo.se/external link, opens in new window ji bo ciwanan bi çend zimanên cuda li derbarê tendûristî, têkilî, seks û gelek tiştên din agahî hene.
  • Xeta stara jinan (Kvinnofridslinjen) ji bo te ya ku jin e û bûye mexdûra tehdît û şîdeta fîzîkî, psîkolojîkî û cinsî. Xet, tewsîye û alîkarîyê dide. Telefonê bike ji hejmara 020‑505050 re. Ew di nava çend deqîqeyan de wergêr (tercûman) peyda dikin. Tu herweha dikarî li ser malpera http://www.kvinnofridslinjen.se/external link, opens in new window bêtir bixwînî. Bi çend zimanên cuda agahî jî li wir hene. 
  • Personelê li beşa pêşwazîkirinê (mottagningsenhet) ya te yan jî xebatkarên li mala lê dimînî (boendepersonalen) dikarin ji te re bibin alîkar ku tu agahî peyda bikî û hîn bibî ka li herêma tu lê dimînî berê xwe bidî kîjin deverê bi armanca ku lênêrîneke rêkûpêk wergirî.

Rêwîtiya ji ber nexweşîyê

Heger ji ber rewşa tendrûstî tu nikarî bixwe biçî cihê lênêrînê dikarî rêwîtîyekê ji ber nexweşîyê veqetînî. Heger sedemeke tibî hebe, pareyê mesrefa te ya ji bo çûndin û hatina navendeke lênêrînê yan jî nexweşxaneyek tê dayîn. Yê ku biryar dide ka mafê te yê wergirtina mesrefa rêwîtîya ji ber nexweşîyê heye yan na ew dezgeh e ku lênêrîna te dike. Ji bo zanibî ka şert û qaîdeyên li wîlayeta lê dimînî çi ne dikarî bi rêya hejmara telefonê ya 1177.

Bêtir bixwîne: www.1177.se/sa-fungerar-varden/sjukresor-och-fardtjanst/sjukresor/ (tenê bi zimanê swêdî)external link, opens in new window

Qerta xwe ya LMA-kort bi xwe re bibe

Dema diçî navendeke lênêrînê yan jî ji bo kirîna dermanên xwe ji dermanxaneyekê, pêwîst e tu qerta xwe ya LMA-kort nîşan bidî. Heger tu negîhîştîyî qerta xwe ya LMA-kort wergirî, wê demê gerek e tu wê belgeya tesdîqê, ya ku îspat dike serîlêdana te ya penaberîyê ji alîyê meqaman vehatîye wergirtin, nîşan bidî. Hîn caran tu pareyeke nexweşan ya nizimtir didî heger ku tu qerta xwe ya LMA-kort nîşan bidî. Tu herweha mesrefeke nizimtir ji bo kirîna piranîya wan dermanan didî ku doktorek ji bo te reçeteya wan nivîsandîye. Ji bo vê jî divê tu qerta xwe ya LMA-kort li dermanxaneyê (Apotek) nîşan bidî.

Last updated: 17 April 2019

Was the information on this page helpful to you?

Thank you for helping us improve our website!

Thank you for helping us improve our website!

Tell us how we can make this page better*






If you wish to ask the Migration Agency a question you can find our contact details under the heading Contact us.