Xerca ji bo lênêrîna bijîşkî

Avgifter för sjukvård – kurmandji

Ev xerc ji bo kesên ku karta xwe ya LMAyê nîşan didin derbas dibe.

Bihayê serdana cihê tenduristiyê yan nexweşxanê

Cûrê serdanê

Biha

Serdana doktor li navenda tenduristiyê

50 kronor

Serîlêdanên doktor ji bo hewaleyê *

50 kronor

Serdana * hewaleyê ji bo lênêrînên din ên ji bilî doktor (wek hemşîre/perestar, jîmnastê nexweşan, pisporê civakî)

25 kronor

Pêşîlêgirtina nexweşiyên dayiktî û zarokan, lênêrîna dema ducaniyê û zarokanînê

Belaş

Lênêrîna nexweşiyên ji hev vegirtinê

Belaş

* Hewale ew peyam e ku doktor ji bo navendeke din ya tenduristiyê dişîne da ku ew bi riya kontroleke taybetî nexweşiya te diyar bikin.Di hewaleya doktor de agahiyên bijîşkî hene, wek nîşanên nexweşiya te çi ne, siheta te çawa ye û nexweşî yan jî birînên te yên berê çi bûne. Ew navenda tenduristiyê ku hewaleya doktor werdigire, paşê bi nameyekê dixwaze tu ji bo kontrolê herî li bal wan.

Lênêrîna nexweşiyên acîl

Xerca ji bo serdanên acîl û ji bo nexweşxaneyan li seranserî welêt tê guhertin. Tu dikarî ji bo xerca heyî û niha li malpera wîlayet/herêmê binêrî yan jî bi riya rêbera tenduristiyê (1177 Vårdguiden.) fêr bibî.

Bihayê lênêrîna diranan a acîl

Cûrê serdanê

Biha

Seredana acîl a Folktandvårdenê yan jî doktorekî diranan ê din ku Folktandvården te hewale dike

50 kronor

Seredana acîl a doktorekî diranan ê din ku Folktandvården te hewale nekiriye

Buhayê doktorê diranan çi be ew e

Bi vî awayî pareyê serdana lênêrîna nexweşan ya xwe didî

Hertim ji navenda lênêrîna nexweşan, nexweşxane û Lênêrîna diranan ya gelî (Folktandvården) bipirse ka pareyê serdana xwe ya lênêrînê tu dê çawa bidî. Awayê dayîna pareyê ji bo serdanê li gorî bajarê lê dimînî diguhere. Hîn ji dezgehên lênêrîna nexweşan karta bankeyê yan jî pareyê nakît qebûl dikin, yên din fatore dişeynin mala te. Heger dezgeha lênêrîna nexweşan tenê dayîna hesabê ya bi fatore qebûl dike, wê demê dikarî bipirsî ka gelo tu dikarî pişt re vegerî wê derê û pareyê wan bidî, - ji ber ku îmkana kesên penaxwaz ya peredana fatoreyan gelekî bisînor e.

Derman

Piraniya dermanên bi reçeteya/nusxeya doktoran bi 50î kronî ye. Carina buhayê wan dermanan zêdeyî 50 kronî ye lê tu tenê 50 didî. Piraniya dermanên ku ji zarokên di bin 18 salî re tên nivîsandin belaş in.

Wesayita nexweşiyê

Herî pir tu 40 kronî ji bo çûn û hatina ser doktor didî.

Daxwaza aboriyê ya taybet ji Dezgeha koçberiyê

Tu dikarî serdana Dezgeha koçberiyê bikî û mesrefên ku te ji bo dermanên bi reçete/nusxeyê dane ji wir bistînî.

Heke mesrefê ku te kirine zêdeyî 400 kronî be

Heke di hundirê şeş mehan de ji bo seredana doktor, çûn û hatina ser doktor û nexweşxaneyan, dermanên bi reçete/nusxe û tedawiya fizîkî te zêdeyî 400 kronî dabe, tu hingê dikarî serdana alîkariya aborî ya taybet bikî. Dezgeha koçberiyê dikare mesrefê ku bi ser 400 kronî dikeve bide te. Ji bo ku tu bikaribî vê alîkariyê wergirî, divê meqbûz/belge di destên te de hebin. Herçî meqbûz/belge ne, divê tu beşa ku navê te li ser heye teslîm bikî.

Heger tu bêyî hewaleya nexweşîyê ya ji doktorek li Navenda Lênêrîna Nexweşîyê doktorekî spesîyalîst bibînî divê tu bihayeke bilindtir bidî. Biha di nav Parastina ji mesrefa zêde de nayê hesabkirin, yanî ne beşek ji wan 400 kronan e.

Lênêrîna tenduristî ya acîl û derman

Xerca lênêrîna acîl ne di nav wan 400 kronî de ye, lê tu dikarî alîkariya aborî ji bo mesrefên ku bi ser 50 kronî dikevî wergirî. Ji bo seredana doktorê diranan jî eynî tişt derbas dibe, lê bi şertê ku Folktandvård girtî bûye yan jî ji bo te wextek tunebûye û tu mecbûr mayî ku biçî ser doktorekî din.

Hema piştî seredana acîl divê tu tavilê digel meqbûza/belgeya xwe serdana alîkariya aborî bikî.

Herweha tu dikarî ji bo dermanên bi reçete/nusxe ku bi ser 50 kronî dikeve jî doza alîkariya aborî bikî.

Heger miraceata te hatibe redkirin

Heger mafê te yê wergirtina alîkarîya aborî ya ji Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî bidawî bûye, ji ber ku biryarek (qerarek) ji bo te hatîye dayîn ku tu ji sînor werî derkirin yan jî werî vegerandinê welatê jê hatîyî û ji vê biryarê re nayê îtirazkirin, wê demê divê tu qerta xwe ya LMA-kort ya xwe bipaşve bidî û tu herweha nikarî ji bo derman û serdana doktor êdî pare wergirî.

Last updated: