Dirêjkirina destûreke rûniştinê ya demsînorkirî ji ber îhtîyacîya parastinê

Förlänga ett tidsbegränsat uppehållstillstånd på grund av skyddsbehov – kurmandji

Dema destûra rûniştinê ya demsînorkirî ya te bidawî bibe îmkana te heye ku tu ji bo dirêjkirinê miraceatê bikî. Heger ku pêdivîya te bi berdewamî bi parastinê heye wê demê dikarî destûreke rûniştinê ya dirêjkirî wergirî.

Herweha di rewşên din de jî dikarî destûra rûniştinê wergirî, heger ku ji bo mayîna li Swêdê sedemên te yên din jî hebin.

Destûra rûniştinê ya demsînorkirî yan jî ya daîmî

Heger hîna jî pêdivîya te bi parastinê heye wê demê tu dikarî destûra rûniştinê ya demsînorkirî ya xwe dirêj bikî.

Karker yan jî şîrketguzar

Heger tu weke karkerekî yan jî şîrketguzarek karibî nîşan bidî ku dikarî bi rêya hatinîya aborî xwe xwedî bikî wê demê dikarî destûra rûniştinê ya daîmî wergirî.

Li vir zêdetir bixwîne: Şertên wergirtina destûra rûniştinê ya daîmî ya ji ber kardarî yan jî şîrketguzarî çi ne

Destûra rûniştinê ji ber xwendina li lîseyê

Heger tu li dibistana lîseyê dixwînî û navbera temenê 17 ta 24 salî yî, wê demê dikarî di hîn rewşan de, ji bo temamkirina xwendina xwe, destûreke rûniştinê ya demsînorkirî ya dirêjtir wergirî. Ev ji bo te yê ku li lîseyê, lîseya perwerda taybetî yan jî perwerdeyeke qiyasdar li dibistana bilind ya gelî yan jî li perwerda salmezinan ya şaredarîyê (komvux) dixwîne derbas dibe.

Dirêjîya destûrê girêdayî dirêjîya wexta mayî ya temamkirina perwerdeyê ye. Ji bo tu karibî destûra xwe biparêzî pêwîst e tu daîmî şertên pêkanîna perwerdeyê bicîh bînî. Ev tê wê maneyê ku her sal divê tu belgeyên ji dibistana xwe bidî Daîreya mihacirîyê ya gîştî.

Dema te xwendina xwe ya lîseyê bi dawî kir dikarî miraceatê destûra rûniştinê ya daîmî bikî, heger ku tu dikarî xwe xwedî bikî.

Zêdetir bixwîne: Destûra rûniştinê ji bo xwendina li lîseyê ji te yê ku navbera 17 ta 24 salî ye (bi îngilîzî)

Xizmê kesekî ku li Swêdê dimîne

Heger tu bi partnerek xwe re dijî ku hemwelatîyê Swêdê ye yan jî destûra rûniştinê ya daîmî ya wê/wî heye, wê demê dikarî ji ber girêdana partnerê xwe destûra rûniştinê ya daîmî wergirî. Heger hun kêmasî du (2) salan bihevre jîyane dikarî destûra rûniştinê ya daîmî wergirî, naxwe dikarî destûreke rûniştinê ya demsînorkirî ya hetanî du (2) salan wergirî.

Zêdetir bixwîne: ji bo karibî destûra rûniştinê ya ji ber girêdana partnerek li Swêdê wergirî çi pêwîst e (bi îngilîzî)

Sebebên din

Di rewşên îstîsnayî de îmkana dirêjkirina destûra rûniştinê heye heger rewşên taybet yan jî bi awayeke berçav hesas hebin, ku sînorderkirina wî kesî dikare berpirsîyarîyên Swêdê yên beramberî peymanên navnetewî binpê bike.

Miraceatê bike, berya destûra rûniştinê ya te bidawî bibe

Gelekî girîng e tu berya wexta derstûra rûniştinê ya te bidawî bibe ji bo dirêjkirinê miraceatê bikî, lê ne leztirî sê (3) mehan berya wê. Heger tu, berya destûra rûniştinê ya te bidawî dibe miraceatê dirêjkirinê nekî wê demê nikarî di nav wê wextê de ku li benda biryarekî yî kar bikî û metirsî heye ku tu hîn îmtîyazan wenda bikî: weke mînak alîkarîyên ji bo bicîhbûnê, alîkarîya aborî ya ji bo xwendin û perwerdeyê yan jî pareyê dêûbavîtîyê.

Miraceata xwe weke şexs deyne

Ji bo ku miraceatê dirêjkirinê bikî pêwîst e tu bixwe weke şexs biçî serdana Daîreya mihacirîyê ya gîştî (Migrationsverket). Hemû endamên malbatê yên dê miraceata dirêjkirinê bikin mecbûr in werin Daîreya mihacirîyê ya gîştî. Zarokên bêyî welî divê wekîlê xwe (gode man) yan jî welîyê taybetî yê tayînkirî (särskilt förordnade vårdnadshavare) bi xwe re bibin miraceata ji bo dirêjkirinê.

Zêdetir bixwîne: Li Hitta till oss dikarî bixwînî ka li ku derê dikarî miraceata xwe deynî hundir (tenê bi swêdî û înglîzî)

Ji bo dirêjkirina miraceatê wext veqetîne (tenê bi swêdî û înglîzî)

Forma miraceatê dagire

Forma bi navê "Underlag för ansökan om förlängning av uppehållstillstånd" dagire û wexta miraceatê dirêjkirinê didî bi xwe re bibe Daîreya mihacirîyê ya gîştî. Her endamekî malbatê divê formek xwe hebe. Ev her weha ji bo wan endamên malbatê jî derbas dibe ku dema te ji ber parastinê destûra rûniştinê wergirt û ew jî ji bo hevgîhîstina te hatine swêdê.

Heger tu dixwazî weke karkerekî yan jî şîrketguzarekî miraceatê destûra rûniştinê ya daîmî bikî divê tu jî forma "Uppgifter om försörjning" dagirî.

Heger dixwazî ji bo jîyîna bi partnerekî li Swêdê re miraceatê destûra rûniştinê bikî wê demê forma Forma bi navê "Frågeformulär om förhållande" dagire.

Underlag för ansökan om förlängning av uppehållstillstånd, forma bi hejmara 200011 (tenê bi swêdî)PDF

Uppgifter om försörjningPDF, forma bi hejmara 202011 (tenê bi swêdî)PDF

Frågeformulär om förhållande, forma bi hejmara 204011 (tenê bi swêdî)PDF

Wexta miraceatê dikî li cem xwe çi dibî

Dema ji bo dirêjkirinê miraceatê dikî qerta destûra rûniştinê bi xwe re bîne. Heger belgeyên nasnameyî yên te hebin wana jî bi xwe re bîne, her çendî te wan berê jî bi Daîreya mihacirîyê ya gîştî re nîşan dabe.

Di form û formulerên pirsan de hatîye nivîsandin ka divê tu hîn belgeyan bi xwe re bînî. Forman (blanketan) baş bixwîne.

Heger agahîyek nû ya te hebe

Heger bi berdewamî pêdivîya te bi parastinê hebe divê tu vî tiştî dema ji bo dirêjkirinê miraceatê dikî bibêjî. Heger sebebên te yên nû hebin behsa wan jî bike.

Heger pasaporteke nû ya te hebe, yan jî belgeyên nû yên te hene ku sebebên te yên nû piştrast dikin, wexta miraceatê dirêjkirinê dikî wan jî bi xwe re bîne.

Wêne (foto) û rêça tilîyê

Wexta ji bo dirêjkirinê miraceatê dikî careke din wêneya te tê kişandin û divê tu rêça tilîyan deynî. Wêneya te û rêça tilîya te wexta ku destûreke rûniştinê ya nû bê dayîn di qerta destûra rûniştinê ya nû ya te de têne bikaranîn. Pêwîst nake ku zarokên binîya şeş salî rêça tilîyê deynin.

Pirs û bersivên li derbarê dirêjkirina destûra rûniştinê ya ji bo demeke sînorkirî ku li gorî qanûna berwext tê dayîn

Last updated: 2018-01-16

Was the information on this page helpful to you?

Thank you for helping us improve our website!

Thank you for helping us improve our website!

Tell us how we can make this page better*






If you wish to ask the Migration Agency a question you can find our contact details under the heading Contact us.