2017-06-08

Kesên bi ji ber hewceyîya parastinî destûreke rûniştinê ya demsînorkirî ya wan heye dikarin li vir miraceatê dirêjkirinê bikin

Här kan du som har ett tidsbegränsat uppehållstillstånd på grund av skyddsbehov ansöka om förlängning – kurmandji

Heger dixwazî li Swêdê bimînî divê berya destûra rûniştinê ya demsînorkirî ya te bidawî bibe ji bo dirêjkirinê miraceatê bikî, lê ne 3 meh leztirê berya wê. Tu dikarî miraceata xwe ya ji bo dirêjkirinê li çend herêmên li seranserê Swêdê bidî hundir.

Daîrye mihacirîyê ya gîştî (Migrationsverket) dê ji 1 hezîran 2017 (2017-06-01) û pê ve li van daîreyên (ofîsên) xwe destpêbike û miraceatên ji bo dirêjkirinê qebûl bike:

  • Boden
  • Flen
  • Gävle
  • Göteborg
  • Malmö
  • Märsta (Stockholm)
  • Norrköping
  • Sundsvall
  • Västerås
  • Örebro

Ofîsa Daîreya mihacirîyê ya gîştî bibîne (tenê bi swêdî û înglîzî)

Li derbarê dirêjkirina destûra rûniştinê ya ji ber hewceyîyên parastinî de zêdetir li vir bixwîne

Pirs û bersivên li derbarê dirêjkirina destûra rûniştinê ya ji bo demeke sînorkirî ku li gorî qanûna berwext tê dayîn