2019-04-16

Dayîna hesab ji bo penaxwazan zehmettir dibe

Svårare för asylsökande att betala sina räkningar – kurmandji

Di nav sala 2019’an de dê piranîyê ji bayîyên xizmeta peredanê bêne girtin. Ev tê wê maneyê ku ji bo kesên penaxwaz yên wekî te dê zehmettir be ku hesabên xwe bidî. Ji ber vê yekê dema îhtîyacîya te bi lênêrîna nexweşîyê heye divê tu bipirsî ka mesrefa serdana xwe çawa bidî.

Îro li çardorên Swêdê 370 cî hene ku weke bayî wekîltîya xizmeta paredanê [betaltjänstombud] dikin. Di nava salê de dê 200 ji van cîyan werine girtin. Û piranîya wan cîyên ku dimînin jî li nava bajarên mezin in. Ev yek tesîrê li ser te dike, ku li Swêdê miraceatê mafê penaberîyê kirîye û hesabên xwe dide - weke mînak dayîna hesabên ji bo lênêrîna nexweşan bi rêya bayîyeke xizmeta paredanê.

Hemû nexweşxane û navendên lênêrîna nexweşan [vårdcentral] yên li Swêdê girêdayî wîlayetekê [landsting] ne. Ka tu li ser kîjin wîlayetê hatîyî qeydkirin ev girêdayî bajarê lê dimînî yî. Li her wîlayetek awayêkê heye ka nexweş mesrefa hesabên xwe çawa didin. Loma cureyê dayîna hesabê xwe li gorî cîyê lê dimînî diguhere. Li hîn wîlayetan, dema diçî serdana nexweşxaneyê bi kart yan jî pareyê nakît mesrefa xwe didî. Li hîn wîlayetên din fatpre (hesabeke nivîskî) dişeynîn mala te. Loma divê tu bixwe ji nexweşxane yan jî navenda lênêrîna nexweşan bipirsî ka tu dê mesrefa serdana xwe bi çi awayî bidî.

Tu dikarî berya serdana nexweşxane yan jî navenda lênêrîna nexweşan bipirsî ka divê tu bi çi awayî pare bidî. Heger dezgeha lênêrîna nexweşan tenê dayîna hesabê bi fatore qebûl dike, wê demê dikarî bipirsî ka gelo tu dikarî pişt re vegerî wê derê û pareyê wan bidî. Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî (Migrationsverket) nikare alîkarîya te bike ku tu pareyê hesabên xwe bidî.