2019-09-13

Ger tu ji bo dirêjkirinê serlî lêdê û bidê xuyakirin ku tu dikarê xwe bixwe xwedî bikê?

Ska du ansöka om förlängning och vill visa att du kan försörja dig själv? – kurmandji

Dema ku tu serîlêdana ji bo destûra rûniştina xwe ya demkî bikê te derfet heye ku rûniştina dayîmî bigrê, lê pêwîste tu bidê xuyakirin ku tu dikarê xwe bixwe wek karker anjî karmend xwedî bikê.

Ev ji bo kesên ku berê serîlêdana penaberiyê kirine, an jî xizmê kesekî ku berê serîlêdana penaberiyê kiriye û li gor qanûnê xwediyê destûra rûniştina demê bisînore.

Ji bo ku tu serîlêdana destûra rûniştinê ya berfireh bikê, tu dikarî ji sedeman ku xwe bixwe xwedî bikê ji dervî serîlêdana malperê anjî forma serîlêdanê, tu dikarê forma bi hijmara 202011 ya agahdariya xwe xwedîkirinê bişînê. Di formê de pêvekên din yên ku tu dikarê pêwîstiyê pê bibînê bişînê.

Ji bo ku kardariya te were pejirandin, divê berî ku destûra rûniştina te ya bi sînorkirî derbas bibê te dest bi kar kiribê û divê xwediyê karê te herî kêm beriya ku destûra rûniştina te ya bisînorkirî bidawî bibe serî li Dayireya bacê ya giştî dabê.

Dayîreya Koçberiyê ya giştî têkiliyê bi Dayîreya Bacê ya Giştî re ji bo konrola kardariyê bê ma ka serîlêdana te di wextê wê de hatiye kirin dikevê têkiliyê de. Ne pêwîste tu ti belgeya kardariya xwe ku serî lê hatiya danîn bişînê.

Ger te hemû daxwazên ji bo destûra rûniştina dayîmî yên karî pêk ne anîbin jî, tu dikarê dîse rûniştina xwe ji sedemên ku te di daxwaznama xwede diyar kirî bigrê.

Li ser tiştên ku ji bo wergirtina dirêjkirina destûra rûniştinê wek karmend pêwîst dikê bixwînin

Li ser daxwaza direjkirina destûra rûniştinê bê ka çawa çêdibê bixwînin