Pirs û bersivên normal yên li ser hegîhîştina malbatê û şerta xwedîkirinê

Frågor och svar om familjeåterförening och försörjningskrav – kurmandji

  • Malbata min dikarê were Swêdê?

    Mafê hevgîhîştina malbatê girêdayê cureyê (şiklstatûya parastinê ya te ye û hîn caran herweha kengî te serî li mafê penaberîyê daye.

    Malbata te xwedî îmkan e ku ji bo barkirina cem te yê li Swêdê serî li destûra rûniştinê bide heger ku te:

    • destûra rûniştinê ya daîmî wergirtibe
    • yan statûya parastinê ya weke penaber wergirtibe
    • yan jî statûya parastinê ya weke muhtacê parastinê yê alternatîf wergirtibe û herî dawî di tarîxa 2015-11-24 de serî li mafê penaberîyê dabe.

    Te yê ku statûya parastinê weke kesek mecbûrê parastina alternatîf wergirtîye û herî dawî di tarîxa 2015-11-24 de serî li mafê penebarîyê daye, tenê di rewşên îstîsnayî de, tu xwedî mafê hevgihîştina malbatê yî.

  • Li vir dikarî çend mînakan bixwîn ka ji bo te û malbata te çi têne ferzkirin .

    Min statûya weke penaber wergirtîye û min berîya tarîxa 2015-11-24 serî li mafê penaberîyê daye

    Malbata te ya nêzîk xwedîyê wê îmkanê ye ku serî li destûra rûniştinê bide û were Swêdê û li cem te bimîne hetanî ku destûra te bixwe derbas dibe. Dibe ku şerta xwedîkirana wan li ser te bê ferzkirin.

    Min statûya mecbûrê parastinê ya alternatîf wergirtÎye û berîya tarîxa 2015-11-24 serî li mafê penaberîyê daye

    Malbata te ya nêzîk xwedîyê wê îmkanê ye ku serî li destûra rûniştinê bide û were Swêdê û li cem te bimîne hetanî ku destûra te bixwe derbas dibe. Dibe ku şerta xwedîkirana wan li ser te bê ferzkirin.

    Statûya min ya weke penaber heye û min piştî tarîxa 2015-11-24 serî li mafê penaberîy daye

    Malbata te ya nêzîk xwedîyê wê îmkanê ye ku serî li destûra rûniştinê bide û were Swêdê û li cem te bimîne hetanî ku destûra te bixwe derbas dibe. Dibe ku şerta xwedîkirana wan li ser te bê ferzkirin.

    Min statûya mecbûrê parastinê ya alternatîf wergirtÎye û piştî tarîxa 2015-11-24 serî li mafê penaberîy daye

    Tenê di rewşên îstîsnayî de mafê te yê hevgîhîştina malbatê heye.

    Weke mînak kesên ku rewşa wan a tendrûstî (sihatî) bi awayeke cidî û dîyar xerab e yan jî heger ew kes bûne qurbanîyê bazirganîya mirovan. Lê piranîya caran destûra rûniştinê ji bo endamên malbatê nayê qebûlkirin.

    Ez binîya 18 salî me û bêyî malbata xwe hatime Swêdê

    Weke zaroka bi tena serê xwe hatîye Swêdê îmkana te ya hevgîhîştina malbata te heye, lê heger ku te statûya parastinê ya weke penaber wergirtibe. Wê demê îmkana dêûbavê te heye ku serî li destûra rûniştinê (mayîna li Swêdê) bidin û, heta ku destûra te derbas dibe, werin li Swêdê li gel te bijîn.

    Heger statûya parastinê ya weke muhtacê parastinê ya alternatîf wergirî, wê demê tenê di halê îstîstnayî de mafê te yê ji bo hevgîhîştina malbatî heye.

    Ji ber ku tu zarok î, şerta xwedîkirina (debirandina) xwe li ser te ferz nîn e.

    Min destûra rûniştinê ya daîmî wergirtîye

    Malbata te xwedîyê wê îmkanê ye ku serî li destûra rûniştinê bide û were Swêdê û li cem te bimîne. Dibe ku şerta xwedîkirana wan li ser te bê ferzkirin.

    Li ser hevgihîştina malbatê û şerda xwedîkirinê li vir bixwîne

  • Gelo şerta xwedîkirina xwe li ser penaberên bi kontenjan jî ferz e ?

    Heger xizmekî penebarek bi kontenjan (kvotflykting) serî li destûra rûniştinê (mayîna li Swêdê) bide, şerta xwedîkirina xwe ferz e, heger ku serîlêdan zêdetirî sê meh piştî qebûla destûra rûniştina li Swêdê yê wî xizmî hatîye kirin. Şerta xwedîkirina xwe herweha ferz e, heger ku malbat xwedîyê wan îmkanan be ku li welatekî din yê li derveyê Yekîtîya Ewrûpayê (YE) bigîhîje hev yan jî heger rewşeke nû derkeve holê..

  • Kî/kê weke malbat tê hesibandin ?

    Heger te destûra rûniştinê ya berwext wergirtîye wê demê tenê malbata te ya herî nêz dikare were û li Swêdê li cem te bimîne. Weke malbat zilam (mêr), jin, partnerê qeydkirî yan jî hevjîn û zarokên te yên binîya 18 salî têne qebûlkirin. Xizimên din yan jî zarokên serîya 18 salî nikarin barbikin cem te li Swêdê, heger ku te destûreke rûniştinê ya ji bo demeke bisînor (nedaîmî) wergirtîye. Heger tu binîya 18 salî bî, dêûbavên te weke malbata te têne hesibandin.

    Heger te destûra rûniştinê ya daîmî wergirtîye, wê demê her weha îmkana xizmên din jî, di rewşên îstîstnayî de, heye ku werin û li cem te li Swêdê bimînin.

    Li ser destûra rûniştinê ya xizmên din yên nêzîk li vir bixwîne (bi înglîzî)

  • Şerta xwedîkirina xwe û peydakirina malekî tê çi maneyê ?

    Şerta xwedîkirinê (debirandinê) û peydakirina malekî tê wê maneyê ku divê tu karibî xwe û malbata xwe xwedî bikî û malekî têra we mezin peyda bikî.

    Li ser şerta xwedîkirinê û malê dikarî li vir bixwînî

  • Gelo li ser min ferz e ku ez karibim nîşan bidim ku ez dikarim xwe û malbata xwe xwedî bikim, dema ku ew serî lê bidin, yan jî ez dikarim belgeyên li derbarê hatina xwe ya aborî de piştre birêkim ?

    Dema serîlêdan tê hundir Daîreya mihacirîyê ya gîştî (Migrationsverket) dê kontrolê bike ku tu dikarî xwe û endamên malbata xwe dikarî xwedî bikî û ku malekî te yê têra xwe mezin û bi standartek têra xwe bilind heye ku hun lê bijîn. Divê ji dema ku malbata te tê vir û pê ve hun karibin malê bikarbînin. Heger tu nikaribî van şertan pêk bînî, dê serîlêdana malbata te ya ji bo rûniştina li Swêdê were redkirin (neyê qebûlkirin).