Pirs û bersiv li derbarê sînorkirinên di qanûna pêşwazîkirina kesên serî li mafê penaberî didin (LMA) de

Vad innebär ändringen i lagen om mottagande av asylsökande (LMA) – kurmandji

  • Guherîna qanûna pêşwazîkirina kesên daxwaza penaberiyê dikin (LMA) tê çi wateyê?

    Guherîna qanûna pêşwazîkirina kesên daxwaza penaberiyê dikin (LMA) tê vê wateyê ku hûn ê mafê xwe yê hilgirtina piştgiriyê winda bikin eger ku we biryara derketinê an jî dersînorkirinê wergirtibe û biryar êdî neyê temyîzkirin, an jî dema ji bo derketina jidil qediyabe. Ev jî tê vê wateyê ku, bo nimûne, hûn ê mafê xwe yê hilgirtina alîkariyên rojane û mafê xwe yê jiyîna li avahiyeke ku ji hêla Dezgeha Koçberiyê ya Swêdê (Migrationsverket) kira wê tê dayîn winda bikin.

  • Kê ji guherînên LMA’yê bandorê digire?

    Hûn ê ji guherînên LMA’yê bandorê bibînin eger ku

    • we fermana derketin an jî dersînorkirina bêyî ji nû ve serlêdanê wergirtibe an jî biryarek derketin an dersînorkirinê wergirtibe ku dema ji bo derketina jidil qediyabe
    • kêmtirîn 18 salî bin
    • bi zarokên bin 18 salî re najîn ku xudanên wan hûn in
  • Ez bikaribim mafê wergirtina alîkariyê dîsa bi dest bixim piştî ku biryara derbarê doza min êdî neyê temyîzkirin?

    Dibe ku hûn careke din mafê alîkariyê bi dest bixin eger ku Dezgeha Koçberiyê an jî dadgeh qebûl bike ku divê doza we ji nû ve bê nirxandin an jî biryarekê bide ku ji bo demekê derxistin an jî dersînorkirina we bide sekinandin, ku jê re dibêjin gîrokirin. Dema ji we re hat gotin ku biryareke wiha hatiye standin, divê hûn Dezgeha Koçberiyê agahdar bikin ku hûn dixwazin dîsa alîkariyê werbigirin. Ji bo zêdetir agahiyan bi Dezgeha Koçberiyê re bikevin nav têkiliyê.

  • Ez ê bikarim çiqas dem li mala ku Dezgeha Koçberiyê ya Swêdê dabîn kiriye bimînim?

    Dibe ku hûn li mala ku Dezgeha Koçberiyê ya Swêdê ji we re dabîn kiriye bimînin heya ku biryara derketin an jî dersînorkirinê êdî neyê temyîzkirin. Eger we biryarek derketina demê ya ji bo derketina jidil wergirtibe, hûn ê heya ku ew dem biqede an jî bê rakirin li vê malê bikarin bimînin.

  • Eger ez nekaribim li mala ku Dezgeha Koçberiyê dabîn kiriye bimînin, divê hîngê ez biçim ku?

    Dema ku ku biryara derketin an jî dersînorkirinê êdî neyê temyîzkirin, an jî dema we ya ji bo derketina jidil qediyabe hûn ê mecbûrî terka Swêdê bidin. Dezgeha Koçberiyê an jî Polîs ê derbarê karûbarên seyahata we ya vegerê alîkariya we bike.

  • Eger ez derketina ji malê qebûl nekim dê çi biqewime?

    Eger hûn derketina ji malê qebûl nekin, hûn ê bi zorê bên derxistin ji ber ku êdî mafê we yê mayîna li mala Dezgeha Koçberiyê tune. Derneketina ji malê dibe bibe sûc ji bo we.

  • Dezgeha Koçberiyê dema min ya qedandinê betal kir û ji nû ve hatina min ji bo du salan qedexe kir. Divê ez kengê mala xwe terk bikim?

    Gava ku dema we ya derketina jidil qediya, divê hûn ji dest xwe re ji malê derbikevin.

  • Li mala Dezgeha Koçberiyê ji bo min ode heye. Xebatkarên wê derê ji min re gotin çi pirsgirêk bo wan tune. Hîngê ez dikarim mayîna xwe ya li wir bidomînim?

    Na, hûn nikarin. Dezgeha Koçberiyê biryarê dide bê ka kê alîkariyê werbigire û kê dikare li malê bimîne.

  • Ji bo rêwîtiya xwe ya vegerê ez çi alîkariyê bistînim?

    Eger hûn tevkariyê bikin, Dezgeha Koçberiyê dê derbarê karûbarên rêwîtiya we ya vegerê alîkariyê bide we. Eger hûn nekaribin heqê rêwîtiyê bi xwe bidin, Dezgeha Koçberiyê dê bilêta we bistîne. Eger serlêdana we di bin berpirsiyariya Polîs de be, Polîs ê bibe berpirsiyarê karûbarên derbarê rêwîtiya we ya vegerê.

  • Mafê min ê wergirtina alîkariyê êdî tune. Ez dikarim karta LMA bi kar bînim da ku biçim navenda tenduristiyê (vårdcentralen) ji bo îlac bistînim?

    Na, divê hûn karta xwe ya LMAyê şûnde bidin dema ku mafe we yê wergirtina alîkariyê qediya.

  • Pêwîstiya min bi tedawî û îlacê heye. Ez ê bikarim alîkariya aborî wergirim ji bo wan?

    Mafê we yê wergirtina xizmeta tenduristiyê û îlac heye her çiqas destûra mayîna we ya li Swêdê tunebe jî, bi şertê ku bijîkek an jî bijîşkê diranan rewşa we tenduristî wek tişteke acîl bibîne. Serî li rayedarek tenduristiyê bidin eger pêwîstiya we bi alîkarî an jî agahiyê hebe.

    Dezgeha Koçberiyê dê ji bo tedawî an jî îlac pere nede we eger ku mafê we yê wergirtina alîkariyê tunebe. Hûn ê nekaribin karta xwe ya LMA bi kar bînin ji bo kirîna îlacê erzan an jî çûna ser bijîşk.

    Zêdetir agahî di Rehbera Tenduristiyê ya 1177 de heyeexternal link, opens in new window

  • Ez zarokekî ku bi tena serê xwe hatî me û min biryareke dersînorkirinê wergirtiye ku êdî nayê temyîzkirin. Dema ez bibim 18 salî dê çi bibe?

    Eger we biryareke dersînorkirinê wergirtibe ku êdî nayê temyîzkirin û eger dema we ya derketina jidil qediyabe, mafê we yê wergirtina alîkariyê dema hûn bûn 18 salî disekine, û hîngê divê hûn terka welêt bikin.

  • Ez zarokekî ku bi tena serê xwe hatî me û bi eqrebayê xwe mezintir re dijîm. Eqrebayê min mafê xwe yê alîkarîwergirtinê winda kir. Eger ez êdî nekaribim bi eqrebayê xwe bijîm rewşa min ê çawa be?

    Eger hûn nikaribin êdî bi eqrebayê xwe yê mezin bijîn, xizmeta civakî ya li bajarê ku hûn dijîn ê alîkariya we bike ku hûn malekê peyde bikin.

  • Zaroka min di nav sê mehan de dê bibe 18 salî. Me biryareke derketin an jî dersînorkirinê wergirt ku êdî nayê temyîzkirin û dema dawî jî timam bû. Dema ku zaroka min bû 18 salî em ê êdî nekaribin alîkariyê werbigirin?

    Na, roja ku zaroka we bû 18 salî êdî hûn ê alîkariyê nehildin.

  • Dema ku ez êdî alîkariyê wernegirim çi bi karê min ê hêsan bê?

    Dema ku mafê we yê wergirtina alîkariyê qediya hûn ê nekaribin karê xwe yê hêsan bidomînin.

  • Ez xwedî AT-UND im û dixebitim. Ez dikarim xebata xwe bidomînim dema ku ez mafê xwe yê alîkariyê winda bikim?

    AT-UND a we dê di cih de bisekine bi şertê ku hûn tevkariyê bikin ku terka welêt bidin. Eger hûn tevkariya terka welêt nekin, AT-UND a we dê betal bibe.