Piştî biryara liser daxwaznama te ya penaberiyê

Efter beslut om din ansökan om asyl – kurmandji

Dema ku Daîreya Koçê biryar da liser daxwaznama te em karin bi awayên cihê te li ser biryarê agehdar bikin. Em karin di civînekê de behsa biryarê bikin ku tu kari bi rêveberekî re hevdîtini biki, an bi posteyê te agehdar bikin.

Agehdarkirina te bi biryarê jêre tê gotin ragihandin, û agehdarkirina biryarê bi posteyê jêre tê gotin ragihandina hesan. Her çend tu biryarê bi posteyê wergiri jî, tu jibo civînekê li beşa pêşwaziyê weri pêşwazîkirin û tê bi alîkariya wergêrekî liser biryarê agehdar bibi.

Ragihandina hesan

Dema ku Daîreya Koçê bi ragihandina hesan te agehdar bike em biryarê bi posteyê bişînin ji navnîşana ku te daye me. Roja xebatê ya din emê nameyek din bi peyamek kontrolê bişînin û te agehdar bikin ku me biryar ji tere şandiye. Di peyama kontrolê de dema ku biryar hatiye şandin heyi. Du hefte piştî şandina biryarê Daîreya Koçê dibîne ku tu hat agehdarkirin.

Girînge ku navnîşana te ya rast li Daîreya Koçê hatibi tomarkirin û navê endamên malbatê ên mezin li ser derî an liser qutiya posteyê hebi. Posta xwe baş kontrol biki ger tu çû navnîşanek din me agadar biki.

Agehiyên li ser biryarê

Her çend Daîreya Koçê biryarê bi rêya ragihandina hesan agehiyê bide te tê li beşa pêşwaziya xwe were civînekê. Di civînê de tu bi alîkariya wergêrekî li ser biryarê agehdarîya bistîni. Ger tu were beşê pêşwaziyê berî ku du hefte derbasbûne, ji dema ku biryar ji te re hat şandin, Daîreya Koçê roja hevdîtinê wek roja ku tu bi biryarê hatîye agedarkirin hesab dike.

Derbasbûna biryarê Destpêdiki

Dema ragihandinê girînge. Ger tu bi biryarê ne razîbi sê heftê te hene ku tu îtîraz biki, ji roja ku tu têde agehdar bû tê hesabkirin. Despêka biryar despêdiki (hêza qanûnî bi dest dixe) û êdî tu nikari îtîraz biki.

Ev tê wê wateyê ku dema Daîreya Koçê ragihandina hesan bikar tîne biryar piştî pênc hefteyan piştî ku ji we re hat şandin destpêdike.

Ger biryar erêbi

Ger daxwaznama teya penaberiyê erê bi tu destûra rûniştinê bistîni û mafê te heye ku tu li Swêd bijî û bixebiti. Destûra rûniştinê ji roja biryar hat dan derbasdare. Her çend daxwaznama te bê qebûlkirin jî, dibe ku beşên biryarê ku tu pê nerazîbi hebin. Wê hingê sê heftê te hene ku tu îtiraz biki, ji roja ku têde ji tere ragihandin tê hesib.

Bêtir bixwînin ka çi derbas dibe eger tu kari li Swêdê bimîni

Ger biryar na be

Ger daxwaznama te ya penaberiyê na bi jêre tê gotin ku daxwaznama te tê redkirin. Ev tê wê wateyê ku Daîreya Koçê nirxandiye ku sedemên te têrnakin ku tu li Swêd bimîni. Ger te redkirin bir du rê hene: tu dikari biryarê qebûl biki û vegeri, an îtîraz biki.

Bêtir bixwîni ka çi derbas dibi eger daxwaznama te ya penaberiyê hat redkirin

Last updated: