Heger miraceata mafê penaberîyê ya te were redkirin

Om du får avslag på din ansökan – kurmandji

Redkirina (neqebûlkirina) miraceata te, tê wê maneyê ku Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî (Migrationsverket) bawerî nake ku têra xwe sebebên te hene ku tu li Swêdê bimînî. Heger miraceata te neyê qebûlkirin du rê li pêş te hene: biryarê qebûl bike û vegere welatê xwe yan jî îtirazê bike. Heger tu îtirazê bikî, dê dadgehekê (mehkeme) biryara li derbarê te de mihekeme bike. Herçendî tu îtirazê bikî, dîsa jî divê tu vegera xwe pîlan
bikî.

Heger tu biryara şûnveşandinê yan jî sînorderkirinê qebûl bikî, wê demê dikarî tiştek ku jê re dibêjin daxûyanîya razîbûnê (nöjdförklaring) îmze bikî. Dema te daxûyanîyeke razîbûnê îmzekir êdî nikarî ji biryarê re îtirazê bikî û divê tu vegera xwe pîlan bikî. Herçendî tu daxûyanîyeke razîbûnê îmze nekî, dîsa jî girîng e ku tu li derbarê vegera xwe de bi Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî re hevkarîyê bikî.

Biryara redkirinê di halê normal de çar salan derbas dibe.

Zêdetir bixwîne, ka ji bo te yê ku dê Swêdê biterikîne çi tişt derbas dibin (bi înglîzî)

Desteka dema vegerînê

Girêdayî ji kîjin welatî tu hatîyî, dibe ku hîn îmkanên ji bo desteka aborî (ekonomîk) yan jî xebatên din yên alîkarîyê ji bo te hebin - da ku tu dema ewil hêsantir li welatê jê hatîyî bi cî bibî.

Zêdetir bixwîne, kê/kî dikare dema vegerînê destekê wergire (bi înglîzî)

Heger tu biryarê qebûl nekî

Heger di nav wê muhleta ku di biryarê de hatîye xuyakirin de ji Swêdê neçî, tu mafê alîkarîya mayîna li malekê û desteka aborî ya ji Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî wenda dikî. Herweha qedexeyeke vegera Swêdê jî li ser te dikare bê danîn.

Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî dikare biryarê bide ku te têxe bin çavdêrî yan jî nezaretê, hetanî ku rêwîtîya te ya vegerînê were pêkanîn. Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî herweha dikare berpirsîyarîya vegerîna te dewrê polîs bike.

Zêdetir bixwîne, çavdêrî û nezaret (bi înglîzî)

Îtiraz bike

Heger biryara Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî qebûl nakî, mafê te heye ku tu îtirazê bikî. Dema îtirazê dikî, wê demê tu ji dadgehekê daxwaz dikî ku biryara Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî mihekeme bike. Îtirazkirinek divê di nava wexteke (muhleteke) xuyakirî de bê kirin. Ew wext (muhlet) di biryara te de hatîya nivîsandin.

Zêdetir bixwîne, ka meriv çawa îtirazê dike û wexta (muhleta) kirinê çiqasî ye

Bûyerên nû yên piştî redki­rinê

Heger tiştek biqewime û ev bibe sebeb ku tu nikaribî vegerî welatê xwe, divê tu vê yekê ji beşa pêşwazîkirinê (mottagningsenheten) ya xwe re bibêjî. Wê demê dê Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî mihekeme bike ka gelo astengî li pêş sînorderkirinê heye yan na. Ev tişt, divê agahî û enformasyoneke nû be ku piştî biryara te rû dabe.

Zêdetir bixwîne, ji bo bûyerên nû yên piştî biryara redkirinê çi tişt derbas dibin

Last updated: