Heger Adixwazî îtirazê bikî

Om du vill överklaga – kurmandji

Heger Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî biryarek daye ku tu nikarî qebûl bikî, wê deme dikarî, ku tu hez dikî, ji vê re îtirazê bikî.

Heger tu biryara Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî (Migrationsverket) qebûl nakî wê demê maf û heqê te heye ku tu îtirazê bikî. Îtirazkirin tê wê maneyê ku tu dixwazî biryara Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî were guhertin. Dezgeha ku îtiraza te mihekeme dike dadgehekê ye. Lê divê tu îtiraza xwe bişeynî ji Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî re. Di biryarê de hatîya xuyakirin ka ji bo îtirazkirinê çiqasî dem û muhleta te heye. Piranîya caran ev dem ji wê roja ku te biryarê wergirtîye û xwendîye û pê ve 3 hefte ye. Heger parêzerekî (avûkat) te hebe wê demê ew dikare ji bo îtirazkirinê alîkarîya te bike.

Heger te miraceatê destûra rûniştinê (uppehållstillstånd) kirîye, miraceata te piştre hatîye redkirin û dema te biryarê wergirt tu li Swêdê bî divê tu dîsa jî pîlana vegera welatê xwe bikî, herçendî tu dê îtirazê bikî jî. Di biryara te de hatîye nivîsandin ku mafê te heye ku heta tu li benda biryara dadgehê (mehekemê) yî dikarî li Swêdê bimînî.

Tu dikarin îtiraz biki ku te destûra rûniştinê ya daîmî wernegirtiye heke doznama te were red kirin ji ber ku te mercê debarê an ên miqatebûnê pêk naynin.

Dadgeha Miha­cirîyê îtiraza te mihe­keme dike

Daîreya koçê her tim îtiraza ku di wextê xwe de digihêje cem wan dişînê dadgeha koçê.

Berî ku îtîraz bê şandin Daîreya koçê helwesta xwe dide xwuyakirin ka biryar bê guhertin. Ger Daîreya koçê dibîne ku divê biryar bê guhertin biryareke nû tê nivîsandin ku şûna biryara ku hatiye îtîrazkirin digire. Biryara nû bi radestkirinê ve tê girêdan. Piştî radestkirinê ewe dadgehe ku biryarê dide ka Daîreya koçê guhertineke rast di biryarê de kiriye.

Ne derengtir heft roj piştî ku îtîraza te ji hêla daîreya koçberyê ve hat girtin, divê îtîraza te bê şandin ji dadgeha koçêberyê re.

Ji roja ku Dadgeha koçberiyê îtiraza we wergirtiye divê tu vegere cem dadgehê tev hemî pirsên ewê grêdayî bi îtiraza te û karê dadgehê. Berpirsiyariya te ye ku tu biryarên Dadgeha koçê bişopînin, Daîreya koçê vê yekê ji we re nake.

Heger nûnerê te hebe piştî ku îtiraza te ji dadgehê re hat şandin tu nikani ji Daîreya koçê ji bo nûnereê xwe pera bistîni jibo çûn û hatina wî.

Heger tu biryara xwe biguherîni û dixwazi îtiraza xwe paşve bikşîni, tu dikari Daîreya koçê agehdar biki ku tu biryarê dipejirîne. Wê demê îtîraza we nayê lê vegerandin, û hûn nikarin careke din îtîrazê li biryarê bikin.

Tu dikari li ser malpera dadgehên Swêdê agahiyên pêwendiyê yên dadgeha koçberiyê bibîni (bi swêdî). External link, opens in new window.

Îtirazek wisa dinivîsînî

Di biryarê de hatîye nivîsandin ka tu çawa îtirazê dikî. Heger dixwazî ji biryara Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî re îtirazê bikî divê tu nameyek binivîsînî. Di nameyê de bahs bikî ka tu dixwazî Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî kîjin ji biryaran biguherîne û çima. Pê re dokuman, belge yan jî delîlên din ku tiştên tu bahsa wan dikî piştrast dikin bişeyîne. Herî baş ew e ku tu orjînala van belgeyan bişeyînî.

Di îtiraza xwe de divê tu agahîyên nasnameyî yên xwe û hejmara dabaşê (ärendenummer) ya xwe binivîsînî. Hejmara dabaşê di kaxizê biryara te de hatîye nivîsandin. Heger tu miraceatkarekî mafê penaberîyê yî wê demê hejmara dabaşa te li ser qerta LMA-kort ya te jî hatîye nivîsandin. Herweha hejmara telefonê û adresa xwe jî binivîsîne, da ku Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî û Dadgeha Mihacirîyê karibe xwe bigihîne te.

Girîng e ku îtiraza te di wexta xwe de bigîhîje destê Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî. Li wê tabelaya ku li ser vê rûpelê heye dikarî bibînî ka ji bo îtirazkirinê – li gorî cureyê biryarê – çiqasî wext û muhleta te heye. Wext ji wê kêlîya ku tu ji biryarê hatîyî agahdarkirin û pê ve tê jimartin.

Heger tu bixwe nikaribî îtirazê bikî dikarî ji kesekî din re bibêjî ku li ser navê te vê bike. Wê demê divê tu li ser navê wî şexsê ku alîkarîya te dike wekaletnameyekê (fullmakt) bidî Daîreya MIhacirîyê ya Gîştî.

Weka­let­name çîye?

Wekaletnameyekê dikare nameyekê (mektûbekê) îmzekirî be, ku têde kesê ku miraceatê dike destûrê dide merivekî din ku wî/wê temsîl bike. Wekaletnameyekê, weke mînak, dikare maf û heq bide kesekî ku miraceatê bike, sebebên biryarekê hîn bibe û bixwîne yan jî li ser navê kesekî ji biryarek re îtirazê bike. Wekaletname divê ji alîyê kesê ku wekaletnameyê dide kesekî din ve bê nivîsandin. Heger Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî daxwaz bike divê nushaya orjînal ya wekaletnameyê were nîşandan.

Ji bo ku wekaletname bidî kesekî din, divê tu nameyekê deynî cem Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî û têde divê ev tişt hebin

  • ku ev wekaletnameyekê ye (fullmakt)
  • nav û paşnav, tarîxa jidayîkbûnê û adresa wê kesê ku wekaletname dide kesekî din
  • ka çi heq û mafên wî kesê ku wekaletname werdigire heye ku li ser navê te bike
  • nav û paşnav, hejmara kesî (personnummer) û adresa kesê ku wekaletname werdigire
  • îmzeya kesê ku wekaletname dide kesekî din
  • tarîx û cîyê ku dema wekaletname hat îmzekirin.

Power of Attorney, form number 10701 (bi înglîzî) Pdf, 641.6 kB, opens in new window.

Heger dixwazî ji hukma Dadgeha Miha­cirîyê re îtirazê bikî

Heger ji hukma Dadgeha Mihacirîyê ne razî yî dikarî li cem Dadgeha Jorîn ya Mihacirîyê (Migrationsöverdomstolen) îtrazê bikî. Divê îtiraz, ji wê roja ku te hukum wergirt û pê ve, di nav sê hefteyan de bê kirin. Dadgeha Jorîn ya Mihacirîyê mercîyê dawî ye û biryarên ku li wir têne dayîn ji bo biryarên wekî ve yên Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî û Dadgeha Mihacirîyê emsal e (rê nîşan dide).

Dadgeha Jorîn ya Mihacirîyê tenê wan dabaşan mihekeme dike ku ji bo wan emsaleke hiqûqî tuneye yan jî Dadgeha Mihacirîyê dabaşê şaş mihekeme kirîye. Piranîya caran Dadgeha Jorîn ya Mihacirîyê biryarê de ku îtirazê mihekeme neke. Wê demê hukma Dadgeha Mihacirîyê derbas dibe.

Ji her biryarê re nikare bê îtirazkirin

Tu nikari hin biryaran îtîraz biki. Di biryarê de heyi heger tu kari vê itraz biki yan na.

Di nav wanê din de ê ku tu nikari itîrazê biki

  • biryarek piştî ku te biryar qebûlkir û te li bin daxwuyanya razîbû imze kir
  • Biryara dadgeha blind a Daîra koçê lêveger ne pijirand
  • Go te destûra rûniştinê a demkî wergirtiyi.

Ger Daîreya koçê itîrazek girt li ser biryarekê ku nayê îtiraz kirin, divê dîsa jî itîraz ji Dadgeha koçberyê re were şandin ger îtîraz di wextê xwe de hatibe girtin. Lê Dadgeha koçberiyê wê li itîrazê venegeri.

Wextên cuda ji bo îtirazki­rinên cuda

Berya ku wext û muhleta hatîye xuyakirin bidawî bibe divê îtiraza te bigihîje destê Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî. Heger dixwazî ji biryara dadgehê (mehkemê) re îtirazê bikî divê ev berya wext û muhleta hatîye xuyakirin bigîhîje destê dadgehê. Wext û muhleta ji bo îtiraza te hatîye xuyakirin di biryarê de hatîye nivîsandin.

Dema ku muhlet bidawî bû, wê wextê meriv dibêje biryara ku hatîye dayîn bûye qanûnî. Ev tê wê maneyê ku êdî ji biryarê re îtiraz nikare bê kirin.

Demên ji bo îtirazê

Te wergirt

Tu kari itîrazbiki

Biryara ji welat derxistin

di nav sê hefteyan de ji roja ku hûn ji biryarê agahdar bûne

biryara redkirinê go di cîde bê pêk anîn

di nav sê hefteyan de ji roja ku hûn ji biryarê agahdar bûne

biryara Dadgeha Koçê

di nav sê hefteyan de ji roja ku hûn ji biryarê agahdar bûne

biryara ragihandina rewşê

di nav sê hefteyan de ji roja ku hûn ji biryarê agahdar bûne

biryara li ser belgeyên rêwîtiyê

di nav sê hefteyan de ji roja ku hûn ji biryarê agahdar bûne

biryara li ser pasaporta biyaniyan

di nav sê hefteyan de ji roja ku hûn ji biryarê agahdar bûne

Ji ber ku hûn di wextê xwe de ji Swêdê derneketine qedexeya têketina ji nû ve ji bo welatên Schengen

di nav sê hefteyan de ji roja ku Daîreya koçê biryar daye

ji ber sedemek din qedexeya ji nû ve

di nav sê hefteyan de ji roja ku hûn ji biryarê agahdar bûne

biryara alîkarya taybet

di nav sê hefteyan de ji roja ku hûn ji biryarê agahdar bûne

Daxuyaniya rewşa parastina alternatîf (eger tu dibîni ku li şûna we divê rewşa penaberiyê bigre)

di nav sê hefteyan de ji roja ku hûn ji biryarê agahdar bûne

biryara ku tu destûra rûniştinê ya daîmî nestînin

di nav sê hefteyan de ji roja ku hûn ji biryarê agahdar bûne

biryara kêmkirin an bidawîkirina alîkarya rojane

di nav pênc hefteyan de ji roja ku Daîreya koçê biryar daye

biryara çavdêriyê an binçavkirinê

Herdem


Last updated: