Heke serlêdana te ya penaberiyê neyê qebûlkirin

Om du får avslag på din ansökan om asyl – kurmandji

Gava serlêdana te ya penaberiyê neyê qebûlkirin, tê wê maneyê ku Dezgeha koçberiyê ne di wê baweriyê de ye ku delîlên te ji bo mayîna li Swêdê têr dikin. Heke serlêdana te were redkirin, du rê li ber te hene: An tu yê biryarê qebûl bikî û vegerî welatê xwe, an jî tu yê îtiraz bikî. Heke tu îtiraz bikî, wê dûre dadgeh biryarê bide. Heke tu riya îtirazê hilbijêrî jî, dîsa divê tu plana xwe ya vegerê bikî.

Heke tu biryarê bipejirînî, divê tu kaxezeke bi navê razîname îmze bikî. Gava tu kaxezeke weha îmze bikî, tu nema dikarî îtiraz bikî û divê tu plana xwe ya vegerê bikî.

Plana xwe ya vegerê bike

Tu bi xwe ji vegera xwe berpirsiyar î, loma divê tu bi xwe pasaport û belgeyên xwe amade bikî û vegerî welatê xwe, an jî vegere welatê ku mafê te yê mayînê lê heye. Dezgeha koçberiya dikare ji bo vegera te bi welatê te re têkeve têkiliyê, an jî bilêta te wergire. Li gora ka tu ji kîjan welatî hatiyî Dezgeha koçberiyê dikare alîkariya aborî bi te re bike ji bo ku tu hêdî hêdî bikaribî li ser lingên xwe bisekinî. Tu dikarî ji daîreya xwe ya pêşwaziyê li  "återetableringsstöd"ê bipirsî.

Bêtir li ser vegera bi dilxwazî bixwîne

Li ser vêya ku kî dikare serlêdana alîkariya vegerê bike bixwîne ”återetableringsstöd”

Biryar çar salan derbas dibe

Biryara redkirina serlêdana penaberxwaziyê normal çar salan derbas dibe.

Îtirazkirin

Heke tu bixwazî îtiraz bikî, tê wê maneyê ku tu dixwazî dadgehek biryara Dezgeha koçberiyê di ber çavan re derbas bike. Heke ji te re biryara derketina ji Swêdê hatibe, heta ku dadgeh biryara îtiraznameya te bide mafê te heye ku tu li Swêdê bimînî. Heke biryara derketina te ya ji Swêdê hatibe, tu serî li dadgehî bidî jî divê dîsa tu tavilê ji Swêdê derkevî.

Zêdetir bixwîne ka tu çawa dikarî îtiraz bikî

Zêdetir bixwîne ka gava biryara derketina derketibe û çawa tu divê tavilê ji Swêdê derkevî

Heke tu li gora biryaran neçî

Eger biryara derketina te ya ji Swêdê hatibe dayîn û tu nema karibî îtiraz bikî, (biryara dadgehê ya dawî) divê tu ji Swêdê derkevî. Di biryara derketina te de dinivîse ka çiqas dem ji te re divê heta ku tu ji Swêdê derkevî. Piştî wê demê, êdî Dezgeha koçberiyê nema alîkariya te ya aborî û alîkariya xanî bi te re dike. Ev ji bo hemû salmezinên ku bi zarokên xwe yên di binê 18 salî de rûnanin derbas dibe.

Dezgeha koçberiyê dikare biryara çavdêrî yan jî binçavkirinê bide. Çavdêrî tê wê maneyê ku divê di dema ku tu li Swêdê dimînî de di nav re tu serlêdana Dezgeha koçberiyê yan jî polîs bikî. Heke di derheqê te de biryara binçavkirinê were dayîn, divê tu li cihekî girtî li benda roja derketina xwe ya ji Swêdê bimînî. Di derheqê te de dikare biryara qedexeya vegera Swêdê jî were girtin.

Heke Dezgeha koçberiyê bigihîje wê baweriyê ku ji bo derxistina te zordarî pêwîst be, wê çaxê dê berpirsiyariyê bispêre polîs.

Zêdetir bixwîne ka wê çi bibe heke tu li gora biryar û qanûnan neçî

Qedexeya vegerê

Heke tu biryareke derketina ji Swêdê wergirî, tê maneya ku tu careke din nema dikarî werî Swêdê.

Zêdetir di derheqê qedexeya vegera Swêdê de bixwîne

Di derheqê biryara derxistina ji Swêdê ya tavilê zêdetir bixwîne

Bûyerên nû yên piştî redkirinê

Heke tiştekî nû biqewime û tu nikarîbî ji ber tiştê nûqewimî vegerî welatê xwe, divê tu vê yekê ji Daîreya pêşwazîkirina penaberan re bibêjî. Wê hingê Dezgeha koçberiyê di ber çavaran derbas bike û binêre ka gelo ji bo şandina te tu astengî hene yan na. Divê agahiyên nû û teze piştî redkirina sêrlêdana te hatibin.

Di derheqê agahiyên nû ên piştî biryara redkirinê de zêdetir bixwîne

Xanî, karta bankê û karta LMAyê

Heke biryara reda te hatibe û biryara ku tu nikarî li Swêdê bimînî derketibe, herweha dawiya dema ku tu li Swêdê bimînî jî hatibe, tu mafê xwe yê alîkariya xênî, karta bankê û karta LMAyê jî wenda dikî. Ev ji bo salmezinên ku bi zarokên xwe yên di binê 18 salî de re namîne derbas dibe.

Gava mafê te yê alîkariya xênî û alîkariya aborî nemîne, divê tu karta xwe ya LMAê teslîmî Dezgeha koçberiyê bikî. Heke te kartekek bankê ji Dezgeha koçberiyê wergirtibe, divê tu perên xwe yên di kartê de hene bikşînî û kartê teslîmî Dzegeha koçberiyê bikî. Heke tu di malên Dezgeha koçberiyê de bî, divê tu xênî vala bikî û miftê teslîmî Dezgeha koçberiyê bikî.

Lênêrîna tenduristî û dibistanê

Heta roja ku tu Swêdê terk bikî, wek berê mafê te yê çûna doktor heye. Lê gava mafê te yê wergirtina alîkariya aborî nemabe, tu nikarî ji bo seredana doktor û dermanan alîkariyê wergirî.

Heta ku zarok li swêdê bin mafê wan û çûna dibistanê heye.

Zêdetir li ser zarokan û penaberiyê bixwîne

Last updated: 20 February 2017

Was the information on this page helpful to you?