Piştgirî bo ji nuh ve bicihbûna li welêt

Stöd till återetablering i hemlandet – kurmandji

Heger ji murceata te ya daxwaza penaberiyê re red hatibe û heger tu wê bizivirî welatê xwe, tu dikarî ji Migrationsverket’ê (Daîreya Muhaciriyê) piştgiriya aborî werbigirî. Tu dikarî muraceata piştgiriya aborî bikî û her wisa jî, ji bo li welatê xwe ji nuh ve bicihbûna li nav civakê, tu dikarî alîkarî bistînî, ku jê re dibêjin; återintegreringsstöd, (piştgiriya jinuhvetêkilbûna nav civakê).

Piştgiriya aborî bo ji nuh ve bicihbûnê

Piştgiriya aborî bo wan kesan tê dayin, ku ew ê vegerin welatekî, ku derfetên ji bo ji nuh ve bicihbûna li wî welatî ji ber dijheviyên dijwar ên ku li wir hene, bi tixûb e. Nuha Daîreya Muhaciriyê diyar kiriye, ku ew kesên ku vedigerin van welatên li jêr nimandî, dikarin piştgiriya ji nuh ve bicihbûnê wergirin:

Afganîstan, Komara Afrîkaya Navendî, Komara Demokratîk a Kongo, Perava Dinanên Fîlî, Erîtreya, Îraq, Yemen, Lîberiya, Lîbya, Malî, Sîerra Leone, Somaliya, Filistîn, Sûdan, Sûdana Başûr, Sûriye, Çad.

Li vir bixwîne ku tu wê çawa muraceata vê piştgiriya aborî bikî

Piştgiriya bo ji nuh ve bicihbûna li welatê xwe

Ji bo li welatê xwe ji nuh ve têkevî nav civaka xwe, tu dikarî alîkarî bistînî, ku jê re dibêjin piştgiriya jinuhvetêkilbûna nav civakê. Ev piştgirî bo kesê ku vedigere welatê xwe tê pêşkêşkirin, ku gava ew pêwîstî bi alîkariya peydakirina karekî li bazara kar hebe û yan jî pêwîstî bi şêwirkariya hiqûqî hebe.

Piştgirî ji bo kesên ku vedigerin van welatan heye:

Afganîstan, Iraq (Kurdistan), Îraq (navend û başûr), Fas, Pakîstan, Rûsya.

Li vir bêhtir li ser piştgirîwergirtinê û ji nuh ve beşdarbûna nav civakê bixwîne (bi îngilîzî)

Last updated: 2017-10-19

Was the information on this page helpful to you?

Thank you for helping us improve our website!

Thank you for helping us improve our website!

Tell us how we can make this page better*






If you wish to ask the Migration Agency a question you can find our contact details under the heading Contact us.