Qedexeya têketina dubare

Återreseförbud – kurmandji

Eger hûn Swêd di nava maweya ku di biryara we da hatîye diyarkirin, terk bikin, dibe ku qedexeya têketina dubare ser we bê sepandin. Di vê rewşê de, hûn nikarin qet ji welatên Herêma Şengenê an Romanya, Bulgarî û Kroatiya re, heta maweyek xuyakirî, vegerin. Eger Ajansa Koçberîyê ya Swêdê bawer nake ku we Swêd terk kirîye, gengaz e qedexeya têketina dubare ser we bê sepandin.

Eger biryara redkirina têketinê bi yekserî radestî we bibe, biryara qedexeya têketina dubare, heta bêdawî tê li ser we bê sepandin.

Qedexeya têketina dubare ji ber sedemên din

Eger Ajansa Koçberîya Swêdê bawer nake ku we Swêd xwebexş terk kirîye, dibe ku qedexeya têketina dubare ji Herêma Şengenê ku heta pênc salan zêdetir nirxdare, ser we bê sepandin. Ji bo nimûne, dibe ku hûn qedexeya têketina dubare bistînin, eger we:

  • berê xwe veşartibe;
  • we gotibe ku we niyeta terikandina Swêdê tune ye;
  • nasnameya sexte bikar anî be an jî alîkarîya Ajansa Koçberiyê nekiribe ku nasnameya we ya rastî nasbike;
  • Bi zanabûn agahiyên şaş radest kiribin an agahiyên girîng veqetandibin; an
  • ji sûcekî re hatibî tawanbar kirin ku cezayê zindanê lê hatibe derbirîn.

Eger qedexeya têketina dubare ji ber yek ji sedemên li jor ser we hate sepandin,tê demek ji bo vegera bi dilxwazî ji were bê bexşîn û divê bilez ji welêt derkevin.

Bexşîna dema vegera dilxwazî tê wateya ku hûn mafê xwe bo rûniştin û piştgiriya aborî ji Ajansa Koçberîyê re dibexşin. (Malbatên bi zarok dibe ku alîkariya wan ya rojane bê parastin û dibe ku heta Swêdê terk bikin li Rûniştgeha Ajansa Koçberiyê de bimîne.)

Rêzdarî ji bo dema vegera dilxwazî

Dema ku biryara we bandora kete ser (têketin bi zorê), divê hûn Swêdê di nava du heta çar hefteyan de bicîh bêhlin. Rêjeya demê di biryara we de diyar bûye.

Hûn dikarin demê zêdetir ji bo derketinê daxwaz bikin, eger we sedemên awarte hebin. Eger hewceyîya we bi dema pirtir hebe, hûn divê bilez Ajansa Koçberîyê agahdar bikin.

Berî ku hûn ji welêt derkevin, Ajansa Koçberîyê dê belgeyek bi navê îsbata derketinê bide we. Dem ku hûn kontrola sînor Swêdê derbas dikin, belgeyê radest bikin da ku Ajansa Koçberiyê, agahdar bikin ku hûn ji welêt derketine. Eger hûn ji ber hin sedeman belgeyê radest nekin, hê jî hûn dikarin îspat bikî ku hûn li Swêdê derketine, ji bo nimûne pê nîşandana bilêtên vegerê yan muhrên li pasaporta xwe. Belgeyên ku nîşan bide hûn li sînor derketine radestî balyozxaneya Swêdê ya herî nêzîk an konsulxaneya-giştî bikin, yan jî kopya wê ji Ajansa Koçberîya Swêdê re post bikin. Eger hûn naxwazin ku qedexeya têketina dubare ser we bê sepandin, ev berpirsyarîya we bixwe ye ku ispat bikin ku we ser wextê xwe Swêd terk kirîye.

Ajansa Koçberîyê dikare qedexeya têketina dubare betal bike, eger hûn bikarin îspat bikin ku we Swêd di dema biryara we diyarkirî de terk kirîye

Istisnaya qedexeya têketina dubare

Ajansa Koçberîyê dikare biryarê bide ku qedexeya têketina dubare li ber hin rewşên we yê şexsî, ser we ne sepîne. Bo nimûne, ev yek dikare bibe, eger ku zaroka/ê we hebe ku xwedîyê mafê rûniştinê li welatê Şengenê be.

Welatên jêr nava Peymana Şengenê da cîh digirin

Awistirya, Belçika, Komara Çek, Danîmarka, Estonya, Finlandiya, Fransa, Elmanya, Yewnanîstan, Macaristan, Îzlanda, Îtalya, Letonya, Liextenstein, Litvanya, Luxemburg, Malta, Holanda, Norwêj, Polonya, Portugal, Slovakya, Slovenya, Îspanya, Swêd û Swîsre.

Last updated: 22 September 2016

Was the information on this page helpful to you?