Redkirina têketinê bi bandora lezgîn

Avvisning som ska genomföras omedelbart – kurmandji

Ajansa Koçberiyê Swêdê biryara redkirina têketinê bi bandora lezgîn ser we disepîne, eger eşkere be ku ne pêwîstîya we bi parastinê heye û ne jî ji ber sedemên din hûn hêjayî destûra rûniştinê ne. Eger we biryara wisa stand, divê hûn Swêdê bilez bi cih bihêlin.

Biryara redkirina daxwaza we ji bo pênc salan dimîne Eger we biryara redkirina têketin bi bandora lezgîn stand, hûn nikarin herî kêm heta du salan bikevine nava welatekî li herêma Şengenê herwiha Romanya, Bulgarîstan, û Kroatiya.

Pejirandina fermanê

Hûn dikarin diyar bikin ku we ev fermane qebûl kiîye pê îmze kirina belgeyên ku daxuyanîya razîbûnê tê naskirin. Piştî ku we ew daxuyanî îmza kir, hûn êdî nikarin îtiraz bikin û divê hûn Swêdê bilez bi cih bihêlin. Tevî ku hûn fermanê qebûl nakin dîsa ji divê hûn Swêdê bilez bi cih bihêlin, piştî ku we ferman stand.

Îtiraza ser fermanê

Eger hûn fermanê qebûl nakin we mafê îtirazê heye, dîsa ji divê hûn Swêdê bilez bi cih bihêlin. Divê îtiraza we di nava sê hefteyan paş agadar bûna we ji fermanê ji aliyê Ajansa Koçberiyê bê vergirtin.

Li ser îtiraza ser fermanê agahîyê bêtir bidest bîne

Sefera vegera xwe plan bike

Divê hûn bilez Swêdê bi cih bihêlin, piştî ku we ferman vergirt. Hûn bixwe berpirsin li ser plankirina vegera xwe, bidest anîna pasaporteke nirxdar, û pêdiviyên din yên ji bo vegera welatê we yê xwemalî yan welatekî din ku we destûra rûniştinê têda heye, pêwîstin. Ajansa Koçberiyê dikare piştgirî û alîkariya we bike bi girtina têkiliyan gel welatê we yê xwemalî an jî bi tomar kirina sefera we.

Li ser vegera dilxwazî agahîyên bêtir bixwîne

Rûniştin, karta bankê, û Karta Penaxwazan

Sê hefteyan piştî wergirtina fermanê êdî hûn nikarin îtîrazê radest bikin. Ev tê wê wateyê ku êdî we maf rûniştinç an vergirtina piştgiriya aborî ji Ajansa Koçberiyê tune ye. Eve li ser we tê sepandin, eger hûn mezin bin ku gel zarokên di bin temenê 18 salan da ku hûn serpereştê wan in, najîn.

Berî derketina ji Swêdê, divê hûn Karta Penaxwazîya xwe (LMA-karta) radestî Ajansa Koçberiyê bikin. Eger we karta bankê ji Ajansa Koçberiyê standibe, divê hûn pere ji hesabê vekişînin û kartê bizivirînin. Eger hûn li yek ji xaniyên Ajansa Koçberiyê dijiya, divê hûn ji rûniştgehê derkevin û kilîdan vegerînin.

Lênêrîna saxlemî û dibistanê

Heta wê rojê ku hûn ji Swêdê derkevin we dê heman mafê xizmeta tenduristiyê wekî berê heye, lê hûn çi alîkarîya aborî ji bo dermanan an tedawîya nastînin, paş ku ferman dersînorkirina we bibandor bû û mafê we bo piştgiriya aborî bidawî bû. 

Mafê zarokan heye ku biçine dibistanê heta ku ew li Swêdê bimînin.

Li ser zarok û penaberiyê agahîyên bêtir bidest bînin

Eger hûn rêzê ji biryarê negirin

Eger hûn ji derketina li Swêdê re hevkariyê nekin, Ajansa Koçberiyê dikare biryar bide hûn li bin çavdêriyê an jî di girtîgehê de bêne ragirtin. Çavdêrî tê wateya ku hûn divê li Ajansa Koçberiyê yan di cem Polîsan bi rêkûpêk îmze bikin. Eger hûn bêne binçavkirin, hûnê dê li navendeke girtin bimînin, heta dema dersînorkirinê.

Eger hûn hê jî alîkariya aborî ji Ajansa Koçberiyê distînin (wek nimûne malbatên bi zarok), tê alîkarîya we ya rojane bê kêmkirin, eger hûn li derketina ji welêt re hevkariyê nekin.

Eger Ajansa Koçberiyê diyar bike ku ji bo pêk anîna fermanê pêwîstî bi hêzê heye, berpirsiyarî tê ji Polîsên Swêdê re bête veguhestin.

Li ser tiştên ku tê biqewime eger hûn rêzê ji biryarê negirin, agahîyên bêtir bidest bînin

Bûyerên nû piştî redkirina

Eger tiştek biqewime, ku vegere we negengaz bike, divê hûn nivîsgeha yekîneya xwe agahdar bikin. Ajansa Koçberiyê dê bal bikşîne ser astengiyên li dersînorkirinê. Astengiyên wiha divê bi agahiyên nû piştî ku we biryara xwe stand, eleqedar be.

Liser bûyerên nû piştî redkirina agahîyên bêtir bidest bînin

Welatên jêr nava Peymana Şengenê da cîh digirin

Awistirya, Belçika, Komara Çek, Danîmarka, Estonya, Finlandiya, Fransa, Elmanya, Yewnanîstan, Macaristan, Îzlanda, Îtalya, Letonya, Liextenstein, Litvanya, Luxemburg, Malta, Holanda, Norwêj, Polonya, Portugal, Slovakya, Slovenya, Îspanya, Swêd û Swîsre.

Last updated: 6 October 2016

Was the information on this page helpful to you?