Şertên nû piştî redkirina daxwaza we bo penaberiyê

Nya händelser efter avslag – kurmandji

Biryara ku nayê îtiraz kirin tê wateyê ku divê hûn li welatê di nava ku di biryarê da hatîye diyarkirin, terk bikin. Di rewşên awarwe de tiştekî dibe ku tê wê wateyê ku hûn nikarin vegerin malê tevî hebûna biryara vegerê ku diyar dike ku divê hûn vê yekê pêk bînin. Ev astengîyeke bicîhkirinê tê binav kirin – Asteng ji bo cîbicîkirina biryara redkirina têketinê an dersînorkirin.

Ajansa Koçberîyê tenê di rewşek de dikare rêwîtiya mala we betal bike ku agahiyên piştî ku we biryara stand, derdikeve holê. Ev yek dikare, bo nimûne, bizivire ser rewşa siyasî li welatê we yê xwemalî ku hatîye guhertin û ev tê wê wateyê ku hûn nikare vegerin;

  • Hûn bi rêwîtiyê nexweş bibin;
  • we nexweşiyeke kujer a pêşketî heye, û bidest anîna lênerînên bijîşkî, li welatê we ya xwemalî ne mimkun e; an
  • rewşa malbata we diguhere.

Rastîya wekî nigeranîya we li ser mebesta rêwîtîya we bo malê, yan hebûna pirsgirêkên civakî an aborî di welatê we yê xwemalî, ne kêrhatî ne ji bo ku Ajansa Koçberîyê biryara xwe biguherîn e.

Hûn dikarin ji Ajansa Koçberîyê re binivîsin

Hûn dikarin ji Ajansa Koçberîyê re nameyekê binivîsin û daxwaz ji me bikin ku em sedemên nû ku pêşî ji vegera we digirin, lêkolîn bikin. Di nameyê de, divê hûn binivîsin 

  • Hejmara doza we (hejmara doz li ser karta we ya LMA diyar e);
  • tiştê ku di rewşa we de nû ye û çima hûn vegere malê ne; û 
  • navnîşana we.

Eger belgeyên ku gotinên we yê di nameyê de piştrast bikin hebin, divê ewan jî pêvek bikin, û baştire yê resen bin.

Divê hûn nameyê bi navê xwe îmze bikin. Ji kerema xwe bi Swêdî an jî Inglîzî binivîsin, da ku hûn bilez biryarê bistînin.

Eger hûn bi xwe nikarin binivîsin, hûn ji kesek din bixwazin ku ji were wî karî bike; di doza wisa da divê hûn belgeya parêzerî yê di Ajansa koçberiyê de tomar bikin.

Liser belgeya parêzerîyê çîye û hûnê çawa vê binivîsîn, agahîyên bêtir bidest bînin. 

Weka­let­name çîye?

Wekaletnameyekê dikare nameyekê (mektûbekê) îmzekirî be, ku têde kesê ku miraceatê dike destûrê dide merivekî din ku wî/wê temsîl bike. Wekaletnameyekê, weke mînak, dikare maf û heq bide kesekî ku miraceatê bike, sebebên biryarekê hîn bibe û bixwîne yan jî li ser navê kesekî ji biryarek re îtirazê bike. Wekaletname divê ji alîyê kesê ku wekaletnameyê dide kesekî din ve bê nivîsandin. Heger Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî daxwaz bike divê nushaya orjînal ya wekaletnameyê were nîşandan.

Ji bo ku wekaletname bidî kesekî din, divê tu nameyekê deynî cem Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî û têde divê ev tişt hebin

  • ku ev wekaletnameyekê ye (fullmakt)
  • nav û paşnav, tarîxa jidayîkbûnê û adresa wê kesê ku wekaletname dide kesekî din
  • ka çi heq û mafên wî kesê ku wekaletname werdigire heye ku li ser navê te bike
  • nav û paşnav, hejmara kesî (personnummer) û adresa kesê ku wekaletname werdigire
  • îmzeya kesê ku wekaletname dide kesekî din
  • tarîx û cîyê ku dema wekaletname hat îmzekirin.

Power of Attorney, form number 10701 (bi înglîzî) Pdf, 641.6 kB, opens in new window.

Ajansa Koçberîyê dikare, li ser însîyatîfa xwe bi xwe, rêwîtiya we bo malê betal bike.

Ajansa Koçberî, divê agahdar be dem agahiyên nû derketin holê tê wateya hûn nikarî vegere malê. Ajansa Koçberîyê berpirse li ser betal kirina rêwîtiya mala we, tevî ku we ji mere nenivîsîbe û we em liser astengîyê bicîhkirinê agahdar nekiribin. Herwisa polîs jî berpirsyariyeke ji bo agahdar Ajansa Koçberîyê, eger rêwîtiyê malê ne gengaz be.

Biryar

Ajansa Koçberîyê dê biryara xwe ji we re bi rêya post ê bişîne.

Xebata ji bo vegerînê tevî rawestan­dina biryarê jî berdewam e

Heger tu biryareke rawestandinê (inhibition) wergirî, yanê ku biryara şûnveşandin yan jî sînorderkirina te nikare pêk were, dîsa jî xebata ji bo vegerînê her berdewam e. Berpirsîyarî biberdewamî li ser milê te ye ku tu pasaport yan jî belgeyeke rêwîtîyê ya berwext peyda bikî û herweha tiştên din yên pêwîst bikî da ku tu karibî vegerî welatê xwe yan jî welatekî din ku mafête heye lê bimînî, û li kêleka vê biberdewamî dikarî werî vexwendinê hevdîtinekê yan jî dayîna agahîyên ji bo biryarekê. Herdîsa ev tişt derbas dibin, heger ku miraceatek ji bo astengkirina pêkanîna biryarê (verkställighetshinder) heye û biryar hêj nehatîye dayîn.

Zêdetir bixwîne, çi pêwîst e tu berya vegerînê bikî (bi înglîzî)

Rawestandina bicihanînê dikare bi demkî dersînorkirin an vegerandinê rawestîne

Dezgeha Koçberiyê dikare biryarê bide ku dersînorkirin û vegerandinê bo welatekî rawestandin di demek sînorkirîde. Jê re tê gotin rawestandina bicihanînê.

Li ser rawestandina bicihanînê de bêtir bixwîn (bi înglîzî)

Last updated: