Vegera bi dilxwazî dema daxwaza we ya penaberiyê nayê qebûl kirin

Återvända självmant när du har fått avslag på din ansökan om asyl – kurmandji

Vegera bi dilxwazî tê wê wateyê ku hûn biryara ku hûn nikarin li Swêdê bimînin qebûl bikin û bi vegerina welatê xwe yê xwemalî hevkarî bikin.

Dema we biryara li ser redkirina têketinê yan dersînorkirinê stand, hûnê bêne bangkirin ji bo hevdîtina bi karmendekî doza ji bo nîqaşkirina vegera xwe. Di vê civînê de, dê zanyariyên li ser alternatîfên cuda ser doza we bê dayîn û hûn jî dikarin pirsên xwe bipirsin.

Ger hûn nikaribin bixwe rêwîtiya xwe bi pergal bikin, hûn û ofîserê doza dê planeke bi hûrgulî li tiştê ku divê hûn pêk bînin û tiştê ku dibe Ajansa Koçberîyê pêk bîne, çêbikin. Ji bo nimûne, dibe ku hûn ji bo bidestxistina pasportê li gel balyozxaneya xwe pêwendiyê bigirin, di dema ku Ajansa Koçberiyê dikare alîkariya we bike vîza transit bi pergal bikin, eger ku hûn mecbûr bûn ku çûna xwe pê firokê bisekinin û biguherrînin di dema rêwîtiya vegera xwe de.

Vegerin nav du an jî çar hefteyan

Eger we biryara dersînorkirinê stand, divê hûn ji welat di nava çar hefteyan de ji roja ku biryar bibandor dibe, derkevin. Eger we biryara redkirina têketinê stand, divê hûn ji welat di nava du heftiyan ji roja ku biryara bibandor dibe, derkevin, xêncî ku biryarek berûvajî bistînin.

Biryarê sê hefteyan piştî ku we stand, bibandor dibe, eger we berî wê demê serî li daxwaza venêrînê nedabe.

Eger hûn Swêdê di nav wextê ku li biryarê hatiye diyarkirin, terk nekin, bi normalî dê biryara qedexeya têketina dubare ji hemû welatên Schengen, û herweha ji Romanya, Bulgarîstan, û Kroatiya ser we bê sepandin. Qedexeya têketina dubare ji bo salekê nirxdare e.

Liser qedexeya têketina dubare û çawa hûn dikarin rê li ber bigirin, agahiyên bêtir bidest bînin

Redkirina têketinê bi bandora lezgîn

Eger hûn biryara redkirina têketin bi bandora lezgîn bistînin, divê hûn bilez ji Swêdê derkevin, gava ku we biryar wergirt. Hûn dikarin li dijî biryarê di nava sê hefteyan gazindê pêşkêş bikin, lê hûn nikarin li benda dadgehê li Swêdê bimînin het ku daxwaza we bo venêrînê qebûl bike.

Eger hûn biryara redkirina têketin bi bandora lezgîn bistînin, bi normalî dê qedexeya têketina dubare ser we bê sepandin tevî ku hûn bilez jî li Swêdê derkevin. Ev tê wê wateyê ku eger we biryara redkirina têketin bi bandora lezgîn stand, hûn nikarin herî kêm heta du salan bikevine nava welatekî li herêma Şengenê herwiha Romanya, Bulgarîstan, û Kroatiya.

Vegerin bo welatekî din, xêncî welatê we yê xwemalî

Welatekî din di nava Yekîtiya Ewropayê

Ajansa Koçberîyê dikare biryarê bide ku hûn vegerine ji Welatek din ê Endamê YE û tê daxwaznameya we ya penaberiyê li wir bê berçavgirtin. Ev dikare bo nimûne ji ber ku hûn berî hatina Swêdê li Welatek din ê Endamê YE yê da bûne , yan jî ku we vîzeya Welatek din ê Endamê YE standîye an we daxwaza penaberiyê lê kirîye. Ev zagonane di Biryarnameya Dublînê de hene.

Eger li şûna vê hûn bixwazin vegerin welatê xwe yê xwemalî,ev dê bê pejirandin bi wî şertî ku, eger ev vegera we dereng neke ne an bi awayekî berçav bihatir nebe.

Li ser Biryarnameya Dublînê û çima hûn nikarin welatê ku daxwaznameya we ya penaberiyê lêkolîn dike, hilbijêrin, agahîyên bêtir bixwînin (bi îngilîzî)

Welatekî din ku di biryarê da hatiye diyarkirin

Divê hûn vegerine welêtê ku di biryara li ser redkirina vegerandin yan dersînorkirinê da hatiye diyarkirin. Ev bi piranî ew welat e ku hûn lê hemwelatî ne.

Lê belê, hûn herwisa dikarin ji welatekî din xêncî yê ku di biryarê da hatiye diyarkirin, vegerin, eger hûn bikarin nîşan biden ku hûn li wir hatine pejirandin. Di vê rewşê de, pêdivîya we bi pasaporta nirxdar û destûra rûniştinê ji bo vî welatî heye. Vîzeya tûrîstan an azadbûna ji vîzeyê têrê kêrhatî nabe. Ev nayê qebûl kirin, eger ev vegera we dereng bêxe an jî bi awayekî bihatir bikeve.

Hûn bixwe berpirsin ji bo bi destxistina belgeyên gera xwe

Ev berpirsiyariya we bixwe ye ku pasport yan belgeyên gera demî di nava demeke nirxdar de bo vegere xwe bidestbînin.

Eger pêdivîya we bi alîkariyê hebe, Ajansa Koçberîyê dikare bi rayedarên welatê we yê xwemalî re têkilî dane û daxwaza paseportê ji bo we bike. Di vê rewşê de, Ajansa Koçberîyê divê agahiyên we yên takekesî radestî rayedarên li welatê we yê xwemalî bike, lê em eşkere nakin ku we daxwaza penaberiyê li Swêdê kirîye.

Eger çi rêyek din tune be ji bo bidestxistina pasportê, di rewşên awarte de, tê Ajansa Koçberîyê pasaportek demî a taybet bo biyanîyan, pêşkêş we bike. Di vê mijarê de pasaporta demî a taybet bo biyanîyan tenê ji bo seferê vegera we ji bo welatê we yê xwemalî nirxdar e.

Bilêta ji bo seferê

Di serî de hûn berpirsin ku diravê sefera vegera xwe bidin. Eger hûn nikarin vê yekê pêk bînin Ajansa Koçberîyê dibe tomar bike û xercê bilêta we bide.

Hûn dikarin daxwaza xwe paşve vekişînin

Hûn dikarin daxwaza xwe ji bo penaberiyê paşve vekişînin, û bi dilxwazî vegerine welatê xwe yê xwemalî, heta pêş ku daxwaza we ya penaberiyê bikeve pêvajoyê. Hûn dikarin alîkariyê bistînin ji bo amadekirina vegera xwe, eger hûn gel karmendê doza xwe li nivîsgeha yekîneya ku hûn têda hatine qeydkirin, pêwendiyê bigirin.

Piştgirîya vegerê

Gel efserê pêşwaziya xwe biaxivin ka ji bo vegerê pêdivîya we bi çi core piştgiriyê heye. Hûn dikarin, ji bo nimûne, alîkarîyê bistînin ji bo pêwendî girtina gel rêxistinên li Swêdê ku dikarin li ser rewşa welatê we yê xwemalî agahîyan bidin we yan jî ji bo vegera welêt şîret û desteka bidin we, an alîkariya we bikin ji bo peywendîya bi rêxistinên li welatê we yê xwemalî ji bo piştgiriya kirina we li dema ku hûn vegeriyan.

Eger hûn bi dilxwazî vegerin, di hinek rewşan de, tê piştgirîya bicîhkirina dubare ji were bê pêşkêş kirin.

Li ser kesê ku piştgirîya bicîhkirina dubare pêşkêşî we dike û naveroka wan piştgirîya ne, agahîyên bêtir bidest bînin

Last updated: 2017-02-21

Was the information on this page helpful to you?

Thank you for helping us improve our website!

Thank you for helping us improve our website!

Tell us how we can make this page better*






If you wish to ask the Migration Agency a question you can find our contact details under the heading Contact us.