Destûra rûniştinê, ji bo kesên ku statûya parastina kêlî standine

Uppehållstillstånd för dig som har fått status som alternativt skyddsbehövande – kurmandji

Eger ji were statûya parastina kêlî hatine dayin hûnê dê destûra rûniştinê ya 13-mehekê bistînin. Eger we hê jî bo hewcedarîya xwe bo parastinê sedem hene, dema ku destûra rûniştina we bidawî dibe, ew dikare bê dirêjkirin.

Destûra rûniştinê ya demî mafî dide we li Swêdê ji bo 13 mehan bijîn û kar bikin. Li maweya vê dorê da we heman mafê lênêrîna saxlemî wek kesekî bi destûra rûniştinê ya bêdawî heye.

Hûnê karta destûra rûniştinê bistînin da ku nîşan bide we destûra rûniştinê heye. Ev kart belgeyek nasnameyê an belgeya seferê nîne. Dema ku destûra te derbasdare tu kari li derveyî welat û him li nav welat bigeri, ger tu ji Swêd derkevi divê pasaportek te ya derbasdar û karta destûra rûniştinê ya derbasdar hebe ku tu karibi vegeri.

Li ser karta destûra rûniştina, agahîyên bêtir bidest bîne

Tomar­kirin di qeyda nifûsê

Gava ku we destûra rûniştinê ya demekî stand, divê hûn bilez xwe di qeyda nifûsê de li Ajansa Bacê (Skatteverket) qeyd bikin. Tomarkirina  pêwîst e berî hûn beşdarî polên Swêdî ji bo Koçberan (sfi) bibin û jipergala ewlehiya civakî Swêdê qazanc bistînin. Dema tu di qeyda neteweyî de hatiye qeydkirin tu dikari nasnameya swêdî bistînî, ku hewceye wek nimûne ji bo vekirina hesabek bankê û wergirtina e- nasmame.

Ji bo tomar kirina di qeyda nifûsê divê hûn biçine Ajansa Bacê ya Swêdê, ku cihê hûn lê dijî, rewşa medenî ya we (ka zewicî ne yan na), nasname û cihê ji dayîkbûna we, qeyd dike. Gava ku hûn serdana Ajansa Bacê dikin divê hûn karta destûra rûniştina xwe û belgeya nasnameya nirxdar bi xwe re bibin. Eger belge nasnameya we ji alîyê Ajansa Koçberîya Swêdê hate ragirtin hûn dikarin daxwaza kopiyeke ji wan bikin. Kopî divê bi destê kesekî ku desthilat heye bête îmze kirin ku bête zanîn ku kopîyek rastîye ji ya orîjînal e. Ew kese herwisa dibê navê xwe bi tîpên mezin binivîse û jimara telefona xwe binivîse.

Agahîyên Ajansa Baca Swêdê li ser qeyda nifûsê (bi înglîzî) External link, opens in new window.

Xebata bicî­bûnê

Tu, yê ku destûra rûniştina li Swêdê wergirtîye û bûye xwedîyê mafê ku li Swêdê kar bike, xwedîyê wî mafî yî ku ji bo peydakirina karekî ji meqamên fermî alîyarîya ji bo bicîbûnê wergirî. Xebat û alîkarîya bicîbûnê (Etableringsinsatser) ew cure aktîvîte ne ku dê destekê bide te da ku tu zimanê swêdî hîn bibî, karekî peyda bikî û karibî xwe xwedî bikî (debera xwe bikî). Berpirsîyarîya xebat û alîkarîya bicîbûnê li ser milê Daîreya karî (Arbetsförmedlingen) ye. Daîreya karî her weha berpirsê xizmetdayîna wan kesan e ku li kar digerin. Li ser webcîya Daîreya karî dikarî zêdetir agahî û malûmat peyda bikî. Agahî bi çend zimanên cuda hene.

Agahî li derbarê alîkarîya bicîbûnê li ser webcîya Daîreya karî (bi înglîzî) External link, opens in new window.

Dezgeha karî ji bo peydekirina kar dikare ji te re bibê alîkar heta ku tu bigihî temenê 65 saliya xwe, ji ber ku temenê teqawidiyê ya gelemperî li Swêd eve. Mirovên ku di temenên derengî de hatine Swêd bi giştî teqawidiyeke kêm distînin, anjî qet nastînin. Ger tu ne xwedî teqawidiyeke ku tu karibî xwe pê jiyan bikê bê, tu dikarî serî li Desteya Teqewidiyê ya ji bo alîkarîya lênerîna kalûpîran bikê.

Li ser piştgiriya lênerîna kalûpîran ya Desteya Teqawitiyê bixwînin (bi swêdî) External link, opens in new window.

Karki­rina li Swêdê

Tu, yê ku destûra rûniştinê ya demsînorkirî ya ji 13 mehan wergirtîye, dikarî li Swêdê kar bikî. Heger karekî te heye û tu dikarî xwe xwedî bikî (debirandina xwe bikî) wê wextê dema ku destûra rûniştinê ya te ya demsînorkirî bidawî bû tu dikarî miraceatê destûra rûniştinê ya daîmî bikî.

Gava ku hûn ji bo karekî daxwazekê pêşkêş dikin pêwîst e hûn kopîyek ji belgeyên ku nîşan bide we mafê jîyan û kar kirinê li Swêdê heye, bi xwe re bibin. Herwisa karta destûra rûniştinê xwe bi xwe re bibin. Xwedîkar tê bixwaze bizane ku ji bo çiqas we destûr karkirinê li Swêdê heye û ka li ser destûra we li Swêdê ti astengî hatine sepandin. Xwedîkarê we tê kopîyek ji belgeyan we bixwazin û Ajansa Baca Swêdê agahdar bike ku hûn hatine wezîfedar kirin.

Anîna malbatê

Heger te wek kesekî hewcedarê parastinê ye destûra rûniştinê girtibi hewcedarê parastinêye û tê dîtin ku ji bo girtina destûra ûniştinê a daîmî xwedan mercê başi malbata te karin daxwaza destûra rûniştinê bikin ku bin Swêd cem te.

Lê tenê malbata te ya nêzîk dikari daxwaz bikin destûra rûniştinê ya ji bo koçkirina ba te li Swêdê. Malbata te dikare destûra rûniştinê bigri di dema dirêjbona ku destûra te derbasdare.

Heger mafê te yê yekbûna malbatê heye tu dikarî têkevê bin yekê ku jê re tê gotin şertê debarê. Ev tê wateyê ku divê tu karibin debara xwe û malbata xwe bikin. Her wisa divê maleke te ya têra xwe mezin û standard hebe ku hûn bi hev re têde bijîn dema ku malbata te barke Swêdê.

Li ser veguhestina malbatê û hewceyên debarê zêdetir bixwînin

Dikarin ji destûra rûniş­tinê paşve bikişînin

Destûra rûniştina we dikare bê vekişandin, eger we li dema pêşkêşkirina daxwaza destûra rûniştinê, daneyên nasnameya sexwe pêşkêş kiribin, yan eger hûn bi zanebûn derew kiribe an tiştê ku ji bo destûra rûniştina we girîng be, veşartî hêlabe.

Eger hûn bi sûcekê mehkûm bin, dadgeh dikare biryarê bide ku hûn bên dersînorkirin Ajansa Koçberîyê dê hingê destûra we paşve vekişîne. Dikarin destûra rûniştinê we bê vekişandin heta eger ev destûrê ji bo çend salan nirxdar be.

Dirêjki­rina destûra rûniş­tina demî

Dema ku destûra rûniştina te ya demkî bi dawî bibe tu kare doza dirêjkirinê biki. Heke hîn jî tu hewceyê parastinê bi tu dikarin destûra rûniştinê ya dirêjkirî bistînin. Piştî sê sala tu dikari ji bo destûra rûniştinê ya daîmî jî dozbiki.

Zêdetir bixwîne: Dirêjkirina destûra rûniştinê (bi înglîzî)

Îtiraz

Tu dikari biryara rewşa alternatîf ku pêwîsti parastinê yi îtîraz biki heger tu dibînê ku gerek bû te rewşa penaberiyê bigirta.

Li ser çawaniya pêşkêşkirina îtirazek li ser biryarê, agahîyên bêtir bixwîne

Agah­darî ji bo te kesê nu ku bi destûra rûniş­tinê hatiye Swêdê

Veşartina biryara rûniştina xwe ji bîr neke. Ji ber ku tê wê ji bo têkiliya bi sazî û dergehên cuda re bi kar binê.

Ji bo qeydkirina li nifûsê û bidestxistina hejmara ewlehiya civakî ya Swêdê, divê tu bi Desteya Bacê, Skatteverket, External link, opens in new window. re têkiliyê deynê.

Ji bo ku tu di pergala/sîstema ewlehiya civakî de bê qeyd kirin, divê tu serî li Kaseya sîgortayê, Försäkringskassan, External link, opens in new window. bidê.

Hin şaredarî xwedî saziyên xaniya ne ku tu dikarî li wir serî lê bidê. Şaredarî dikarê di derheqa xwediyê saziyê xaniyên taybet/pirîvat de jî agahdariyê bide te.

Şaredariya ku tu lê dijî pêşniyaziyê ji bo lênêrîna zarok û dibistanê dike.

Ji bo rewş û pirsên li ser lênerîna tenduristiyê, tu dikarê li herema ku tu lê dijî têkevê têkiliyê. Tu dikarê li seranserê welêt 1171 Vårdguiden di Rêbernameya lênêrinê de bibînê. External link, opens in new window.

Ji bo pirsên li ser xwendina swêdî ya ji bo koçberan (SFI), divê bi şaredariya ku tu lê dijî re têkiliyê deynê. Malpera ji bo şaredariyên Swêdê û meclîsa wîlayetê Sveriges kommuner och regioner External link, opens in new window.meyzîne.

Ger tu li kar bigerê, tu dikarê xwe li Dayireya karî Arbetsförmedlingen External link, opens in new window. qeyd bikê.

Desteya teqawitiyê (Pensionsmyndigheten) External link, opens in new window. ji bo kesên ku di dawiya temenê xwe de hatine Swêd, li ser alîkariya lênerina kalûpîran yê ku nexwedî teqawitêne anjî xwedî kêm teqawitin agahî bi zimanê swêdî heye.

Agahiyên li ser xwendina zanîngeh û unîversiteyê tu dikarê li Antagning.se External link, opens in new window. anjî studera.nu External link, opens in new window. de bibînê.

Ji bo pirsên li ser fona/perê xwendinê, tu dikarê bi CSN, Komîteya Alîkariya Xwendekarên Navendî, Centrala studiestödsnämnden, External link, opens in new window. re têkiliyê deynê.

Ji bo pirsên li ser ajotnamê, tu dikarê birêveberiya Transporta/Neqliyata Swêdê (Transportstyrelsen) re têkiliyê deynê. External link, opens in new window.

Ji bo pirsên li ser mafê dengdanê, tu dikarê bi Desteya hilbijartinê/Valmyndigheten External link, opens in new window. re têkiliyê deynê.

Agahiyên li ser Dibistana swêdî dikarê ji Desteya Perwerdê ya li ser Dibistana Swêdî/Om svenska skolan External link, opens in new window. werê girtin.

Agahiyên civakî yên li ser Swêd bi gelek zimanan dikarê di Information om Sverige de werê dîtin. External link, opens in new window.

Agahiyên civakî li ser Swêd di malpera Enstîtuya Swêdê (Svenska institutet) External link, opens in new window. de zêdetir hene.

Fîlimên hêsan û bi îlham di derheqa ku Swêd çawa tê meşandin di Hej hej Sverige! External link, opens in new window. de hene.

Di malpera xwe fêrî swêdî bikê www.informationsverige.se External link, opens in new window. de tu dikarê ji gelek xelekên ku bername û programên xwe bixwe ferî swêdî bikê bibînê.

Konsumentverkets upplysningstjänst External link, opens in new window./Xizmeta agahiyê ya Desteya sereke ya serfkaran dikare li ser pirsên te yê di derbara kirîn anjî peymanê de rêpêşkirinê bikê.

Last updated: