Destûra rûniştinê ya bêdawî ji bo penaxwazan

Permanent uppehållstillstånd för asylsökande – kurmandji

Eger we destûra rûniştinê ya bêdawî hebe, mafê we heye ku li Swêdê eynî wek her kesê din ku li vir de cîhwar heye, bijîn û kar bikin.

Destûra rûniştinê ya bêdawî heta ku hûn li Swêdê bijîn, nirxdar e. Hûn karta destûra rûniştinê ku wek nîşaneke werbigirin, ku nîşan dide we destûra rûniştinê heye. Ev kart belgeyek nasnameyê an belgeyên seferê nîne. Hûn dikarin li derve û hundirê welêt bigerin, lê eger hûn Swêdê terk bikin divê we pasaport hebe û karta destûra rûniştina ji bo têketina nava welat ji nû ve nirxdare, Divê herwisa hûn belgeyên xwe yê liser biryara ku mafê rûniştina bêdawî daye we, ragirin. Dê ev ji were kêrhatî be eger divê hun li gel ajansên dinê ê dewletî pêwendîyê bigirin.

Ne pêdivîye ku hûn destûra rûniştina xwe temdîd bikin lê karta destûra rûniştina bi tenê ji bo pênc salan nirxdar e. Ji bo bidestxistina kerta destûra rûniştina nû, divê hûn serdana Ajansa Koçberîya Swêdê bikin da ku wêneyên we û tilîyên we dîsa bêne binçavkirin.

Li ser karta destûra rûniştina, agahîyên bêtir bidest bîne

Tomarkirin di qeyda nifûsê

Gava ku we destûra rûniştinê ya bêdawî stand, divê hûn bilez xwe di qeyda nifûsê de li Ajansa Bacê (Skatteverket) qeyd bikin. Tomar kirina di qeyda Nifûsê de pêwîst e berî hûn beşdarî polên Swêdî ji bo Koçberan (sfi) bibin û ji pergala ewlehiya civakî Swêdê qazanc bistînin. Ger hûn li qeyda nifûsê da tomar bibin, hûn dikarin nasnameya swêdî ku hûn ê hewcedar bin, bistînin ji bo nimûne, eger hûn bixwazin hesaba bankê ji xwe re vekin.

Ji bo tomarkirina di qeyda nifûsê divê hûn biçine Ajansa Bacê ya Swêdê, ku cihê hûn lê dijîn, rewşa medenî ya we (ka zewicî ne yan na), nasnameya we û cihê ji dayîkbûna we, qeyd dike. Gava ku hûn serdana Ajansa Bacê ya Swêdê dikin divê hûn karta destûra rûniştina xwe bi xwe re bibin ji ber ku wekî belgeya nasnameya nirxdar tê hesibandin. Eger belge nasnameya we ji alîyê Ajansa Koçberîya Swêdê hate ragirtin hûn dikarin daxwaza kopiyeke ji wan bikin. Kopî divê bi destê kesekî ku desthilat heye bête îmze kirin ku wek ya orîjînal e. Ew kese herwisa divê navê xwe bi tîpên mezin binivîse û jimara telefona xwe binivîse.

Agahîyên Ajansa Baca Swêdê li ser qeyda nifûsê (bi înglîzî)external link, opens in new window

Xebata bicîbûnê

Tu, yê ku destûra rûniştina li Swêdê wergirtîye û bûye xwedîyê mafê ku li Swêdê kar bike, xwedîyê wî mafî yî ku ji bo peydakirina karekî ji meqamên fermî alîyarîya ji bo bicîbûnê wergirî. Xebat û alîkarîya bicîbûnê (Etableringsinsatser) ew cure aktîvîte ne ku dê destekê bide te da ku tu zimanê swêdî hîn bibî, karekî peyda bikî û karibî xwe xwedî bikî (debera xwe bikî). Berpirsîyarîya xebat û alîkarîya bicîbûnê li ser milê Daîreya karî (Arbetsförmedlingen) ye. Daîreya karî her weha berpirsê xizmetdayîna wan kesan e ku li kar digerin. Li ser webcîya Daîreya karî dikarî zêdetir agahî û malûmat peyda bikî. Agahî bi çend zimanên cuda hene.

Agahî li derbarê alîkarîya bicîbûnê li ser webcîya Daîreya karî (bi înglîzî)external link, opens in new window

Dezgeha karî ji bo peydekirina kar dikare ji te re bibê alîkar heta ku tu bigihî temenê 65 saliya xwe, ji ber ku temenê teqawidiyê ya gelemperî li Swêd eve. Mirovên ku di temenên derengî de hatine Swêd bi giştî teqawidiyeke kêm distînin, anjî qet nastînin. Ger tu ne xwedî teqawidiyeke ku tu karibî xwe pê jiyan bikê bê, tu dikarî serî li Desteya Teqewidiyê ya ji bo alîkarîya lênerîna kalûpîran bikê.

Li ser piştgiriya lênerîna kalûpîran ya Desteya Teqawitiyê bixwînin (bi swêdî)external link, opens in new window

Hevgîhandina malbatê

Eger ji we re destûra rûniştina bêdawî hatibe dayin, malbata we jî dikarin ji bo mafê rûniştinê daxwazê pêşkêş bikin, da ku ew bikarin bi we re li Swêdê bijîn.

Hûn dikarin bibine mijarek a bi navê mercê parastinê. Ev tê wê wateyê ku divê hûn bikarin hem xwe û hem malbata xwe piştgirî bikin. Divê we malek bi mezinahîya kêrhatî û standard hebe ji bo ku hûn û malbata we dema ku malbata we bar bike Swêdê, bi hev re têda bijîn.

Li ser hevgîhandina malbatê û mercê parastinê agahîyên bêtir bidest bînin

Dikarin ji destûra rûniştinê paşve bikişînin

Destûra rûniştina we ya bêdawî dikare bê vekişandin, eger hûn Swêdê terk bikin. Eger hûn Ajansa Koçberîyê agahdar bikin ku hûn dixwazin ji destûra rûniştinê ya bêdawî paşve bikşînin, hûn dikarin li derveyî welêt ji bo du salan bimînin, bêyî ku destûra we bê bandora be.

Eger hûn piştî du salan nevegeriyane Swêdê, Ajansa Koçberîyê dikare destûra rûniştinê we vekişîne. Herwisa destûra rûniştinê dikare bi vekişandin, eger we li dema pêşkêşkirina daxwaza destûra rûniştinê, daneyên nasnameya sexwe pêşkêş kiribin, yan eger hûn bi zanebûn derew kiribe an tiştê ku ji bo destûra rûniştina we girîng be, veşartî hêlabe. Eger hûn bi sûcekê mehkûm bin, dadgeh dikare biryarê bide ku hûn bên dersînorkirin  Ajansa Koçberîyê dê hingê destûra we paşve vekişîne. Dikarin destûra rûniştinê we bê vekişandin heta eger ev destûrê ji bo çend salan nirxdar be.

Agahdarî ji bo hûn bixwazin destûra rûniştinê ya bêdawî ragirin.

Bo ragehandina ku hûn dixwazin destûra rûniştinê ya bêdawî ya xwe ragirin, gava ku hûn demeke dirêj li welatekî din da dimînin, pêwîst e hûn forma Anmälan om att få behålla uppehållstillstånd bêdawî pirr bikin (Agadarî ya daxwaza ji bo parastina destûra rûniştinê ya bêdawî), hejmara 186011. Form ê bişîne bo migrationsverket@migrationsverket.se or to

Migrationsverket
601 70 Norrköping

Ragehandina we divê bigehe Ajansa Koçberîya Swêdê herîzêde yek hefteyê pêş ku hûn Swêdê terk bikin. Eger gera we betal bibe divê hûn Ajansa Koçberîya Swêdê herîzêde di roja ku gera we hebû agahdar bike.

Agadarî ya daxwaza ji bo parastina destûra rûniştinê ya bêdawî, forma hejmara 186011 (bi swêdî)PDF

Agadarî ya daxwaza ji bo parastina destûra rûniştinê ya bêdawî, forma hejmara 187011 (bi înglîzî)PDF

Agahdarî ji bo te kesê nu ku bi destûra rûniştinê hatiye Swêdê

Veşartina biryara rûniştina xwe ji bîr neke. Ji ber ku tê wê ji bo têkiliya bi sazî û dergehên cuda re bi kar binê.

Ji bo qeydkirina li nifûsê û bidestxistina hejmara ewlehiya civakî ya Swêdê, divê tu bi Desteya Bacê, Skatteverket,external link, opens in new window re têkiliyê deynê.

Ji bo ku tu di pergala/sîstema ewlehiya civakî de bê qeyd kirin, divê tu serî li Kaseya sîgortayê, Försäkringskassan,external link, opens in new window bidê.

Hin şaredarî xwedî saziyên xaniya ne ku tu dikarî li wir serî lê bidê. Şaredarî dikarê di derheqa xwediyê saziyê xaniyên taybet/pirîvat de jî agahdariyê bide te.

Şaredariya ku tu lê dijî pêşniyaziyê ji bo lênêrîna zarok û dibistanê dike.

Ger tu wek penaber hatibê Swêdê,derfeta ku tu karibê ji bo raxistina mala xwe ji www.csn.se/hemutrustningslanexternal link, opens in new window pera deyn bikê.

Ji bo rewş û pirsên li ser lênerîna tenduristiyê, tu dikarê li herema ku tu lê dijî têkevê têkiliyê. Tu dikarê li seranserê welêt 1171 Vårdguiden di Rêbernameya lênêrinê de bibînê.external link, opens in new window

Ji bo pirsên li ser xwendina swêdî ya ji bo koçberan (SFI), divê bi şaredariya ku tu lê dijî re têkiliyê deynê. Malpera ji bo şaredariyên Swêdê û meclîsa wîlayetê Sveriges kommuner och landstingexternal link, opens in new window meyzîne.

Ger tu li kar bigerê, tu dikarê xwe li Dayireya karî Arbetsförmedlingenexternal link, opens in new window qeyd bikê.

Desteya teqawitiyê (Pensionsmyndigheten)external link, opens in new window ji bo kesên ku di dawiya temenê xwe de hatine Swêd, li ser alîkariya lênerina kalûpîran yê ku nexwedî teqawitêne anjî xwedî kêm teqawitin agahî bi zimanê swêdî heye.

Agahiyên li ser xwendina zanîngeh û unîversiteyê tu dikarê li Antagning.seexternal link, opens in new window anjî studera.nuexternal link, opens in new window de bibînê.

Ji bo pirsên li ser fona/perê xwendinê, tu dikarê bi CSN, Komîteya Alîkariya Xwendekarên Navendî, Centrala studiestödsnämnden,external link, opens in new window re têkiliyê deynê.

Ji bo pirsên li ser ajotnamê, tu dikarê birêveberiya Transporta/Neqliyata Swêdê (Transportstyrelsen) re têkiliyê deynê.external link, opens in new window

Ji bo pirsên li ser mafê dengdanê, tu dikarê bi Desteya hilbijartinê/Valmyndighetenexternal link, opens in new window re têkiliyê deynê.

Agahiyên li ser Dibistana swêdî dikarê ji Desteya Perwerdê ya li ser Dibistana Swêdî/Om svenska skolanexternal link, opens in new window werê girtin.

Agahiyên civakî yên li ser Swêd bi gelek zimanan dikarê di Information om Sverige de werê dîtin.external link, opens in new window

Agahiyên civakî li ser Swêd di malpera Enstîtuya Swêdê (Svenska institutet)external link, opens in new window de zêdetir hene.

Fîlimên hêsan û bi îlham di derheqa ku Swêd çawa tê meşandin di Hej hej Sverige!external link, opens in new window de hene.

Di malpera xwe fêrî swêdî bikê www.informationsverige.seexternal link, opens in new window de tu dikarê ji gelek xelekên ku bername û programên xwe bixwe ferî swêdî bikê bibînê.

Konsumentverkets upplysningstjänstexternal link, opens in new window/Xizmeta agahiyê ya Desteya sereke ya serfkaran dikare li ser pirsên te yê di derbara kirîn anjî peymanê de rêpêşkirinê bikê.

Last updated: 25 November 2019

Was the information on this page helpful to you?

Thank you for helping us improve our website!

Thank you for helping us improve our website!

Tell us how we can make this page better*






If you wish to ask the Migration Agency a question you can find our contact details under the heading Contact us.