Hevgîhîştina malbatê

Familjeåterförening – kurmandji

Îmkana malbata te ya hatina Swêdê û mayîna li cem te girêdayê cureyê (şiklê) destûra rûniştinê û statûya parastinê ya ku te wergirtîye ye. Heger mafê te yê hevgîhîştina malbatê heye, dibe ku şerta xwedîkirinê (deberandinê) li ser tê bê ferzkirin.

Her çendî te mafê rûnştinê wergirtibe jî, xerentîya ku malbata te bibe xwedî îmkana ku barbike cem te tune ye. Heger destûra rûniştinê ya daîmî ya te heye yan jî statûya parastinê ya te weke penaber heye wê demê malbata te dikare ji bo barkirina li cem te ya Swêdê serî li destûra rûniştinê bide, yanî ji bo vê miraceatê bike. Heger statûya parastinê ya te weke muhtacê parastinê yê alternatîf be îmkana malbata te ya barkirina Swêdê gelekî biçûk e.

Mafê kê/kî yê hevgîhîştina malbatê heye?

Mafê hevgîhîştina malbatê girêdayî cureyê statûya parastinê ya te ye û di hîn rewşan de herweha girêdayî ka kengê te serî li mafê penaberîyê daye ye.

Malbata te xwedî îmkan e ku ji bo barkirina cem te yê li Swêdê serî li destûra rûniştinê bide heger ku te:

  • destûra rûniştinê ya daîmî wergirtibe
  • yan statûya parastinê ya weke penaber wergirtibe
  • yan jî statûya parastinê ya weke muhtacê parastinê yê alternatîf wergirtibe û herî dawî di tarîxa 2015-11-24 de serî li mafê penaberîyê dabe.

Te yê ku statûya parastinê weke kesek mecbûrê parastina alternatîf wergirtîye û herî dawî di tarîxa 2015-11-24 de serî li mafê penebarîyê daye, tenê di rewşên îstîsnayî de, tu xwedî mafê hevgihîştina malbatê yî.

Tenê malbata te ya herî nêz dikare barbike cem te

Weke malbat mêr, jin, partnera/partnerê qeydkirî yan jî hevjîn û zarokên te yên binîya 18 salî tên hesibandin. Dema te destûra rûniştinê ya demsînorkirî wergirt meriv û xizmên din û zarokên 18 salî yan jî mezintir nikarin bar bikin li cem te li Swêdê. Heger tu binîya 18 salî yî, dêûbavê te weke malbata te ya nêzîk tên hesibandin.

Heger te destûra rûniştinê ya daîmî wergirtîye, wê demê her weha kesê ku tu pîlan dikî pê re bizewicî yan jî pê re weke hevjîn bijî jî dikare serî li mafê rûniştinê bide û barbike cem te li Swêdê.

Heger te destûra rûniştinê ya ji bo demeke sînorkirî wergirtîye, wê demê pêwîst e tu û partnerê/partnera te kêmasî 21 salî bin ji bo ew karibe destûra rûniştinê wergire. Her weha berya reva ji bo Swêdê pêwîst hun bi hev re jîyabin. Îstîsnaya bi tenê ya di derbarê şerta ji bo temenê (emrê) de ku dikare bê kirin, hebûna zarokên we yên hevbeş e.

Malbata te dikare destûra rûniştinê, tenê bi qasî wê dema ku destûra te bi xwe derbas dibe, wergire.

Şerta xwedîkirinê (debirandinê)

Heger mafê te yê hevgîhîştina malbatê heye wê demê şerta xwedîkirinê (debirandinê) dikare li ser te bê ferzkirin. Ev tê wê maneyê ku divê tu karibî xwe û malbata xwe xwedî bikî. Herweha divê malekî (xanî) te yê têra xwe mezin û bi standardekê têra xwe bilind hebe da ku dema malbata te bar dike Swêdê hun karibin li wir bi hev re bijîn.

Xwedîkirina (debirandina) te

Pêwîst e tu karibî nîşan bidî ku hatina te ya aborî ji kar û xebata daîmî heye, da ku tu karibî xwe û endamên malbata xwe yên ku serî li destûra rûniştinê didin xwedî bikî.

Weke hatina aborî ya ji kar û xebatê ev tişt têne hesibandin:

  • maaşê ji kar û xebatê
  • xerca bêkarîyê
  • pareyê nexweşîyê
  • pareyê teqawidîya temenê ya li ser bingehê hatina aborî

Tu daxwaz û mercan pêk tînî, heger ku têra xwe mezin mulkek te heye û tu û endamên malbata te yên ku miraceatê destûra rûniştinê kirine dikarin bi qezenca ji wê xwe xwedî bikin (debera xwe bikin).

Hatina te ya aborî

Bilindîya (mezinîya) hatina te ya aborî, ya ji bo bicîhanîna şerta xwedîkirinê, li gorî mezinîya malbata te û bilindîya mesrefa mayîna li mala te tê pîvandin. Pêwîst e hatina te ya aborî, piştî jêkêmkirina mesrefa malê (kirê û hwd) bi qasî wê yekê be ku jê re dibêjin mîktara normal. Ev tê wê maneyê ku piştî mesrefa mala lê dimînî te daye, divê her meh di destê te de têra xwe pare bimîne ku tu karibî bi wê xwarin, kinc (cil) û alavên paqijîyê bikirî, û mesrefa telefonê, sîgorte û çûndinên din yên ji bo pêdivîyên berwext bidî.

Mîktdara normal ya ji bo sala 2017 ev e:

  • 4 734 kron ji bo salmezinek bitenê
  • 7 820 kron ji bo jin-û-mêrê bi hev re dijîn yan jî kesên hevjîn
  • 2 512 kron ji bo zarokên hetanî temenê 6 salî
  • 2 891 kron ji bo zarokên 7 salî yan jî mezintir

Mala te

Pêwîst e mala te ji bo te û malbata te têra xwe mezin û bi standartek têra xew bilind be. Ji bo du kesên salmezin yên bêzarok malekî bi kêmasî odeyek û metbexek yan jî cihê xwarinpijandinê têra xwe mezin tê hesibandin. Heger zarok li malê hebin divê çend ode hebin. Du zarok dikarin odeyek parve bikin.

Meriv dikare mal (xanî) di destê didûyan de kirê bigire. Lê kirêdan divê ji alîyê xwedîxanî, komeleya mafê bikaranîna xanîyan yan jî desteya karûbarê kirê ya navendî (hyresnämnd) ve bê qebûlkirin.

Divê, ji roja ku malbata te tê Swêdê û pê ve, hun karibin malê bikar bînin.

Îstîsnayên ji şerta xwedîkirinê (debirandinê)

Şerta xwedîkirinê û peydakirina malê (xanî) li ser te ferz nîn e, heger ku

  • tu zarokek binîya 18 salî yî
  • tu penaber î yan jî kesekî muhtacê parastinê yê alternatîf î û malbatek te heye ku piştî ku te destûra rûniştinê wergirtîye di nav sê mehan de miraceatê destûra rûniştinê kirine. Ev merc derbas dibe heger ku endamê malbata te mêr, jin, hevjîn, partnera/partnerê qeydkirî ye yan jî zarokek binîya 18 salî ye, û heger ku ti derfeteke we tune ye ku hun li welatekî din yê li derveyê Yekîtîya Ewrûpayê ji nû ve bigihîjin hevûdû. Têkilîya te û partnera/partnerê te divê têkilîyeke baş bicîbûyî be. Heger têkilîya we li derveyê Swêdê çêbûbe ev weke bicîbûyî tê hesibandin heger ku hun zewicîbin yan jî we têkilîyeke hevjîntîyê danîbe. Dema li Swêdê miraceatê dikî divê têkilîya we di dema mayîneke qanûnî ya li Swêdê de çêbûbe
  • yan endamên malbata te serîlêdana xwe ya ji bo destûra rûniştinê di tarîxa 2016-07-20 de yan jî berîya wê kiribin.
  • yan jî endamekê malbata te heye ku serî li dirêjkirina destûra rûniştinê dide.

Bi têkilîya hevjînîyê cotek tê qestkirin ku nezewicîne lê weke di zewacekê de li malekê dimînin û bi hev re dijîn.

Forma pirsan ya li ser têkilîyên malbatî û şerta xwedîkirinê (debirandinê)

Dema endamê malbata te serîlêdana xwe ya ji bo destûra rûniştinê, ya ji bo jîyîna li Swêdê ya bi te re, danî hundir dê formeke pirsan ya li ser têkilîya we, ji bo bersivdanê, ji te re bê şandin.

Tu yê ku şerta xwedîkirinê (debirandinê) li ser te ferz e, divê karibî nîşan bidî ku tu dikarî xwe û malbata xwe xwedî bikî û herweha malekî (xanî) te ya têra xwe mezin û bi standardekê têra xwe bilind heye da ku hun karibin lê bijîn. Bersivên te, di warê nirxandina Daîreya mihacirîyê ya gîştî (Migrationsverket) ya serîlêdana ku malbata te kirîye de, girîng in. Û gelekî girîng e, tu pirsên di formê de, di nav wê wexta ku ji bo te hatîye xuyakirin de bibersivînî.

Heger tu şertên di derbarê xwedîkirin û malê de pêk neynî, wê demê serîlêdana malbata te ya ji bo destûra rûniştinê dê were redkirin (yanê neyê qebûlkirin).

Dema em serîlêdana malbata te lêkolîn dikin, heger kar û xebatekê te ya daîmî û bi kadro tune ye û peymaneke (kontrat) te ya malê (xanî) ya demdirêj nîn e, dibe ku tu mecbûr bî nîşan bidî ku tu şerta xwedîkirinê bi awayeke din dikarî pêk bînî.

Girîng e tu serîlêdanê di wexta xuyakirî de bidî hundir

Heger malbata te, di nav wan sê mehên ewil yên piştî te destûra rûniştinê ya xwe wergirtîye de serîlêdana destûra rûniştinê bike, wê demê şerta xwedîkirinê li ser te ferz nîn e. Ji ber vê yekê girîng e tu serîlêdana xwe bi derengî nekî.

Ji bo ewle (emîn) bibî ku serîlêdana ji bo malbata te bi awayeke lez were hundir, rêbaza herî baş ew e ku tu vê yekê bi rêya serîlêdana web’ê ya bi rêya înternetê bikî. Heger tu, di şûna malbata xwe de, weke wekîlê malbatê vê serîlêdanê bikî divê ew wekaletname bidin te. Piştî ku Daîreya mihacirîyê ya gîştî (Migrationsverket) serîlêdana te li cem xwe qeyd kir, divê malbata te ji bo serdanekê li cem balyozxane yan jî konsolosxaneyeke sereke wext veqetînê.

Ji bo destûra rûniştinê ya ji bo malbata te, biçe serîlêdana web’e

Di derbarê çawa ji bo malbata xwe serî li destûra rûniştinê didî de bêtir agahî li vir bixwîne

Wekaletname çîye?

Wekaletname dikare nameyeke îmzekirî be, ku di wir de kesê serî li destûrê dide îmkanê dide keseke din ku jê re wekîltîyê bike. Yanê wê/wî temsîl bike. Di saya wekaletnameyekê de kesekî din dikare, weke mînak, bibe xwedî maf ku li ser navê yekê din serîlêdanê bike, sebebên biryarekê bixwîne yan jî ji biryarekê re îtîraz bike. Wekaletname divê ji aliyê kesê wekaletname dide kesekî din re bê nivîsandin. Heger Daîreya mihacirîyê ya gîştî daxwaz bike wekaletname bibîne divê orjînala wê karibe were nîşandan.

Ji bo wekaletname bidî kesekî din divê tu nameyekê bidî Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî, ku têde hatîye nivîsandin

  • dîyar be ku ev wekaletnameyekê ye
  • nav, tarîxa jidayîkbûnê û adresa kesê ku wekaletname dide kesekî din
  • dîyar be ka kesê wekaletname werdigire mafdare (dikare) ji bo te çi bike
  • nav, hejmara kesîn (personnummer) û adresa kesê ku wekaletname werdigire
  • îmzeya kesê ku wekaletname dide kesekî din
  • tarîx û cihê gava wekaletname hatîye îmzekirin.

Serîlêdanê (miraceatê) kontrol bike

Piştî ku endamê malbata te serîlêdanê daye hundir wê demê jê re hejmareke dabaşê (ärendenummer) tê dayîn. Bi vê hejmarê dikarî kontrolê bikî ka serîlêdan li cem Daîreya mihacirîyê ya gîştî hatîye qeydkirin yan jî biryarek hatîye girtin.

Serîlêdanê kontrol bike

Last updated: 17 October 2017

Was the information on this page helpful to you?