Hevgîhîştina malbatê

Familjeåterförening – kurmandji

Dibe ku mafê te hebe ku tu malbata xwe bîni vir ger te destûra rûniştinê a daîmî girtibe, an destûra rûniştinê a demkî wek penaber an wekî din hewcedarê parastinêye, an jiber astengê bicîhatinê an rewşên taybetî bi êş, û di heman demê de jibo girtina destûra rûniştinê a daîmî xwedan mercê başbi.

Şertê ku divê tu karibê malbata xwe jî xwedî bikê heye û cihekî/xaniyekî di hinek standardê baş de bê hebê. Ev daxwaz ne şerte di hemû rewşan de pêwist bê (ne icbarî bê).

Ji mafê/​​​​heqê kêye ku karibê malbata xwe bînê?

Malbata te îmkana wan heye ku daxwaza destûra rûniştinê bikin jibo werin cem te Siwêd heger te

  • destûra rûniştina daîmî girtibi
  • destûra rûniştinê a demkî girtibi wek penaber ya wekî din hewcedarê parastinêbi û di heman demêde jibo girtina destûra rûniştinê a daîmî xwedan mercê başbi
  • destûra rûniştinê a demkî girtibi jiber astengê bicîhatinê an rewşên taybetî bi êş, û di heman demêde jibo girtina destûra rûniştinê a daîmî xwedan mercê başbi.

Yekbûna malbatê jibo te ewe destûra rûniş­tinê ya demkî heye

Derfeta ku malbata te were û bi te re ew ê ku li Swêdê xwedî destûra rûniştina demkî ye bijî ji hêla çend tiştan ve tê rêve birin. Pêşî divê tu xwediyê destûra rûniştinê ya pejirandîbi. Ev tê wê wateyê ku ger dema destûra rûniştinê ya te xilas bûbe û te daxwaznameyek ji bo destûra rûniştinê ya dirêjkirî pêşkêş kiribe, divê berê Daîreya Koçê biryarê bide ka mafê te heye ku tu li Swêdê destûra rûniştinê bistîni an na. Ne bese ku tu xwedî rewşa parastinê bin û berê destûra rûniştinê a te hebû.

Dema ku Daîreya koçê kontrol kir ku destûra rûniştinê ya te ya pejirandî heye, em daxwaznama malbata te ya ji bo destûra rûniştinê lêkolîn dikin. Daîreya Koçê dest pê dike ka gelo dibe ku tu destûra rûniştinê ya dirêjkirî bistîni yan na. Piştî ku hat tesbîtkirin ger tu xwdan mercên başi jibo girtina destûra rûniştinê a daîmî yi daîreya Koçê dê lêkolînê liser daxwaznama malbata te biki û bibîne ka hon mercên din jibo ew bên cem te Swêd biçîhtînin.

Tenê malbata te ya nêzîk dikare koçberî cem te bibi bi destûra rûniş­tinê ya demkî

Malbata teya nêzîk tin hijmartin , mêrê te, hevjîna te, şirîkê qeydkirî an ê bi tere jian diki, û zarokên te yên di bin 18 saliyê de ne. Ger tu di bin 18 salî de bi dê û bavên te wekî malbata nêzîk têne hesibandin. Tenê di rewşên awarte de kare destûra rûniştinê ji bo endamên din ên malbatê bigire, mînakî zarokên ji 18 salî mezintir. Ev ji te re derbas dibe ku te wek penaber an kesê jiber ku hewcedarê parastinê ye, yan ji ber astengên liber bicîhatinê yan rewşên bi taybetî bi êş destûra rûniştinê ya demkî girtiye.

Qanûna sereke eve ne mimkune ji bo şirîkên nû (ango şirîkê ne zewicî ne an jî bi hev re dijîn) ku destûra rûniştinê wergirin ger kesê ku li Swêdê ye xwediyê destûra rûniştinê demkî be. Lêbelê îstîsnayek heye ku dihêle ku mimkun be hin şirîk ji nûveh lihev bicivin her çend berê bi hev re jiyan ne kiribin. Wê demê pêwîste ku tu yê li Swêd dijî xwedî mafê penaberiyê ye yan pêwîstiya te bi parastinê heye, yan ji ber astengê ji bo bicîhatinê yan ji ber şert û mercên rewşên bi taybetî bi êş xwediyê destûra rûniştinê ye, û hûn dikarin nîşan bidin ku têkiliyek we ya cidî heye ku berê li welatê we hatî damezrandin, lê ku derfeta we nebû ku hûn li welatê xwe bi hevre bijîn. Ev ê îmkanê bide ku wek nimûne şirîkê ji heman cinsî yên ku berê nikarîbûn bi hev re bijîn li Swêdê werin cem hev.

Malbata te dû salan destûra rûniştinê werbigire, an jî bi dirêjya heya ku destûra te pejirandîbi. Ev tê wê wateyê ku eger bo nimûne destûra rûniştina te hebe ku di nav pênc mehan de bi dawî dibe, malbata te dê tenê destûra rûniştinê ya ku ji bo pênc mehan pejirandîyi bistîne. Endamên malbata te piştî ku herî kêm sê salan bi destûra rûniştinê li Swêdê bijîn dikarin ji bo destûra rûniştinê ya daîmî doznamê bidin.

Ger tu destûra rûniştinê a daîmî bistîni şirîkê nû jî dikare doznama destûra rûniştinê bidi da ku koçberî Swêdê bibi û were cem te.

Bixwînin ka ji bo wergirtina destûra rûniştinê ji bo kesê ku plan dike ku bizewice anjî bi tere bijî çi pêwîste (bi înglîzî)

Mercê dabarê

Heger mafê te yê yekbûna malbatê heye tu dikarî bi şertê ku jê re tê gotin mercê debarê. Ev tê wê wateyê ku divê tu karibi debara xwe biki û malbata xwe. Her weha divê maleke te ya têra xwe mezin û standard hebe ku hûn bi hev re tê de bijî dema ku malbata te bar dike Swêdê.

Mercê debara xwedîkirnê nayên xwestin ji te ger tu penaberbi û endamên malbata te di nav sê mehan de daxwaza mafê rûniştini bikin ji wê roja ku te biryara destûra rûniştinê yan rewşa penaberiyê girtibi.

Zêdetir bixwîn ka şrtên debarê çiye û kîne ewên di navdenin (bi înglîzî)

Girîng e tu serîlêdanê di wexta xuyakirî de bidî hundir

Ji bo ewle (emîn) bibî ku serîlêdana ji bo malbata te bi awayeke lez were hundir, rêbaza herî baş ew e ku tu vê yekê bi rêya serîlêdana web’ê ya bi rêya înternetê bikî. Heger tu, di şûna malbata xwe de, weke wekîlê malbatê vê serîlêdanê bikî divê ew wekaletname bidin te. Piştî ku Daîreya mihacirîyê ya gîştî (Migrationsverket) serîlêdana te li cem xwe qeyd kir, divê malbata te ji bo serdanekê li cem balyozxane yan jî konsolosxaneyeke sereke wext veqetînê.

Wekaletname çîye? (bi înglîzî)

Ji bo destûra rûniştinê ya ji bo malbata te, biçe serîlêdana web’e

Di derbarê çawa ji bo malbata xwe serî li destûra rûniştinê didî de bêtir agahî li vir bixwîne

Serîlêdanê (miraceatê) kontrol bike

Piştî ku endamê malbata te serîlêdanê daye hundir wê demê jê re hejmareke dabaşê (ärendenummer) tê dayîn. Bi vê hejmarê dikarî kontrolê bikî ka serîlêdan li cem Daîreya mihacirîyê ya gîştî hatîye qeydkirin yan jî biryarek hatîye girtin.

Serîlêdanê kontrol bike

Alîka­riya rêwî­tiyê jibo xizma ku bêne Swêd

Tu yê ku destûra rûniştinê wek penaber wergirtîyi dikarî jibo rêwîtya xizmên xwe ku bin Swêd daxwaza alîkariyê biki.

Alîkariya rêwîtiyê jibo xizmên ku tu li derveyî Swêd bi wan re dijîya ewin wek

  • mêrê te, jîna te an hevjînê te
  • zarokên te (eger ew nezewicibin û di binya 20 sala deni).

Ji bo ku bikaribi daxwaza alîkariyê biki divê tu wekî penaberek li gorî Peymana Cinêfê ya sala 1951-an destûra rûniştinê wergirtibi û koda te ji sinifa AF an A3 hebe. Her weha tu dikari daxwaz biki ger tu Filistînîyek bê welat bi û belgeya rêwîtiyê anjî beyannameya statuya penaberiyê hebe.

Divê xizmên te destûra rûniştinê ya swêdî girtibin û pasaportên wa yên derbasdar hebin berî ku tu daxwaza alîkariyê biki.

Tu nikarî alîkariyê bistînî heger tu hemwelatiyê Swêd bî yan jî ew dikarin heqê seferê bidin.

Alîkarî li gor qanûnê bilêtek balafirê ye jibo her mirovekî ji wî welatê ku xizmên te lêni ta Swêd. Bilita balafirê daireya koçberyê daxwazîdiki.

Daxwaz­name

Daxwaznama alîkariyê jibo rêwîtiya hatina Swêd jibo xizmên penaberan, forma 4452 (bi swêdî) Pdf, 1.1 MB, opens in new window.

daxwaznama xwe bişîn:

Migrationsverket
Box 3100
903 03 Umeå

Nikare îtîraz bike

Tu nikarî biryara Daîreya Koçê îtîrazê bikî.

Rêzname (1984: 936) li ser alîkarya penaberan jibo mesrefa rêwîtya xizman ta Swêd (bi swêdî) External link, opens in new window.

Pirs û bersivên liser yarme­tiya rêwî­tiyê a xizman jibo hatna Swêd

Ger daxwazname were pejirandin rêwîtî ji hêla Daîreya Koçê ya Swêd ve biriya Rêxistina navnetewî ya Koçberiyê tê veqetandin û dayîn (IOM).

Bilêta balafirê ji welatê xizmên xwe lêne ta Swêd derbasdare (balefirê hunduro jî derbasdare). Jibo trên û otobusa ne derbasdare.

Di serî de Xizmeta civakî berpirsiyarê alîkariya zarokên xwedî destûra rûniştinêne jibo debara jiyanê û mesrefên din. Daîreya Koçê tenê alikarya rêwîtiyê dide xizmên zarokên biserêxwe hatin li Siwêdin eger biryara redkirin ji aliyê xizmeta Civakî ve hebe, û eger li ser zarokê li Swêdin sedemên taybet hebin ji bo pejirandina daxwaznameyê.

Last updated: