Weha pasporta biyaniyan dixwazî

Så ansöker du om främlingspass – kurmandji

1

Daxwaznameyê dagire

Gava te divê pasporta biyaniyan bixwazî, divê tu forma Ansökan om främlingspass (Daxwaznameya pasporta biyaniyan), nr 190011, dagirî û bi şexsê xwe wê teslîmî beşekî ji beşên destûrdanê yên Daîreya Koçê bikî.

Heger zarokekê te hebe ku pêdiviyî pasporta biyaniyan be, divê tu ji bo zarokî daxwazeka taybetî bikî. Razîbûna dêûbavan yan serperiştan pêdivî ye da ku zarokê ji 18 salan biçûktir pasporteka biyaniyan werbigire. Ev di forma Medgivande att Migrationsverket får utfärda främlingspass för barn under 18 år (Razîbûn ku Daîreya Koçê pasporta biyaniyan ji bo zarokê ji 18 salan biçûktir derxîne), nr 246011, tê dan û dê li gel forma daxwazkirinê bê teslîm kirin.

Ansökan om främlingspass (Daxwaznameya pasporta biyaniyan), forma nr 190011 (bi swêdî)PDF

Application for alien's passport (Daxwaznameya pasporta biyaniyan), form number 191011 (bi îngilîzî)PDF

Medgivande att Migrationsverket får utfärda främlingspass för barn under 18 år (Razîbûn ku Daîreya Koçê pasporta biyaniyan ji bo zarokê ji 18 salan biçûktir derxîne), forma nr 246011 (bi swêdî)PDF

Consent for the Swedish Migration Agency to issue an alien's passport for a child under the age of 18 (Razîbûn ku Daîreya Koçê pasporta biyaniyan ji bo zarokê ji 18 salan biçûktir derxîne), form number 247011 (bi îngilîzî)PDF

2

Wextî ji bo teslîmkirina daxwaznameyê veqetîne

Berî ku tu ji bo teslîmkirina daxwaznameya xwe serdana Daîreya Koçê bikî, divê tu ji bo serdana xwe wextî veqetînî. Ji bîr neke ku divê hemû kes, tevî zarokan jî, yên ku dixwazin pasporta biyaniyan bixwazin bi te re bibin. Ji bo her kesî yê ku dê daxwaznameyê teslîm bike wextekê taybetî tê veqetandin. Tu dikarî gelek wextên li pey hev veqetînî.

Wextî ji bo teslîmkirina daxwaznameya xwe li vê derê veqetîne www.migrationsverket.se/book-appointment (bi îngilîzî)

3

Serdana Daîreya Koçê bike

Gava tu daxwaznameya xwe teslîm dikî, divê tu van bi xwe re bînî:

  • forma daxwazkirinê ya dagirtî û îmzekirî (formek ji bo kesekî)
  • belkî pasprta biyaniyan ya ku berê hatiye derxistin
  • pasporta welatê te yan belgeyên din yên ku nasnameya te îsbat dikin (heger pasoprta te tune be), wek karta nasnameyê, belgeya jidayikbûnê yan deftera eskeriyê
  • razîbûnname ji dêûbavan yan serperiştan heger daxwazname ji bo zarokekî yê ku ji 18 salan biçûktir e be (forma Medgivande att Migrationsverket får utfärda främlingspass för barn under 18 år (Razîbûn ku Daîreya Koçê pasporta biyaniyan ji bo zarokê ji 18 salan biçûktir derxîne), nr 246011))
  • nusxeya agahdarkirina polîsan ku tê de hatiye nivîsîn ku te pasporta xwe ya biyaniyan winda kiriye (heger tu pasporteka biyaniyan ya nû dixwazî çunkî te ya xwe kevn winda kiriye).Heger te pasporteka welatê xwe yan pasporteka biyaniyan ya kevn hebe, divê tu wan teslîmî Daîreya Koçê bikî. Carina lênêr dikare qebûl bike ku tu nusxeyên pasporta xwe bi daxwaznameya xwe re teslîm bikî; lê hingê dê ji te bê xwastin ku tu pasporta orîjînal teslîm bikî gava dema lênêrîna daxwaznameya te tê yan gava tu dê pasporta xwe ya nû bistînî.Gava tu daxwaznameya xwe teslîm dikî, Daîreya Koçê wêneyê te û şoptiliyên te digire. Wêneyê te, şoptiliyên te û agahdariyên te yên şexsî di çîpsekê de di pasporta biyaniyan de tên parastin. Ew agahdarî li bal Daîreya Koçê nahên parastin, lê ew tenê di çîpsa kartê de parastî ne. Şoptiliyên zarokên ku ji şeş salan biçûktir in ne pêwîst in.Divê piranî ji bo xwastina pasporta biyaniyan heqekî bidin. Gava tu daxwaznameyê teslîm dikî, tu dikarî li beşê destûrdanê bi kartê heqî bidî. Îmkan heye ku kaxezeka peredanê ji te re bihê û tu heqî derengtir bidî. Gava te pere da, Daîreya Koçê li daxwaznameya te dinêre.

Heqê pasporta biyaniyan (bi îngilîzî)

4

Daîreya Koçê lê dinêre

Tu dikarî li ser malpera Daîreya Koçê bixwînî ka dema lênêrînê niha teqrîben çi qas dirêj e. Mimkin e biryar demeka dirêjtir biajo heger lênêr mecbûr bibe ku agahdariyên zêdetir ji te bixwaze. Piştrast bike ku hemû belge pê re ne da hewce neke ku em ji te bixwazin ku tu daxwanameya xwe temam bikî.

Gava Daîreya Koçê li daxwaznameya te ji bo pasporteka biyaniyan dinêre, agahdarî ji qeyda tawan û qumanan ya polîsî tên wergirtin.

Demên lênêrînê yên niha (bi îngilîzî)

5

Biryar ji te re tê

Biryar bi postê ji te re tê malê. Heger Daîreya Koçê biryar dabe ku mafê te yê pasporteka biyaniyan heye, em dê peyamekê ji te re bişînim ka pasporta te ya biyaniyan kingê ji bo wergirtinê hazir e. Heta 14 roj jî ji roja ku te biryar standiye dikarin biborin berî ku tu bikarî ji beşê destûrdanê yê ku te lê pasport xwastibû pasporta xwe bistînî.

Tu dikarî biryara Daîreya Koçê îtiraz bikî tenê dema daxwaza te ji bo pasporta biyaniyan û daxwaza te ji bo destûra rûniştinê bi hev re hatibin red kirin.

6

Wextî ji bo anîna pasportê veqetîne

Gava ku pasporteka biyaniyan ji te re bê dan, divê tu ji bo anîna pasportê wextî veqetînî berî ku tu serdana Daîreyê Koçê bikî. Ji bîr neke ku divê tu ji bo her kesî yê ku dê pasportê bîne wextekî veqetînî. Heger tu pasportên zarokên xwe bînî, divê tu ji bo her pasportê ya ku tu dê werbigirî wextekî veqetînî.

Pasaporta bîyanîyan ya xwe tu dê li heman beşa destûrê yan jî navenda xizmetê bînî ku te miraceata xwe lê danîbû, heger ku ji te re agahî nehatîye dayîn ku divê tu pasaportê ji cihekê din bînî.

7

Pasportê ji Daîreya Koçê werbigire

Divê tu xwe bi xwe pasportê werbigirî. Herçî zarokên ku ji 18 salan biçûktir in, serperişt yan wekîl dikare bêyî ku zarok pê re be pasportê werbigire.

Zarokê ku ji 15 salan mezintir e dikare pasporta xwe werbigire heger Daîreya Koçê nivîsandibe ku serperiştî di dema daxwazkirinê weha tewsiye kiriye.

Tu yê ku pasaporta /pasaportên bîyanîyan tînî divê tu bi xwe re qerta xwe ya nasmaneyî ya derbas dibe bibî.

Last updated: 6 November 2018

Was the information on this page helpful to you?

Thank you for helping us improve our website!

Thank you for helping us improve our website!

Tell us how we can make this page better*






If you wish to ask the Migration Agency a question you can find our contact details under the heading Contact us.