Niha tu dikari biryara penaberiyê bi postê bigri

Nu kan du få asyl­be­slut i posten – kurmandji

Heya nuha Daîreya Koçê biryarên penaberiyê li beşa pêşwaziyê agehdardiki (radigihîni ) di cêvînekê di. Niha ew rûtîn diguhere. Ji 1ê Adarê pêve tu ên ku li Swêd daxwaza penaberiyê kirîye, dikari biryarê bi nameyek bi rîya posteyê bigri.

Ji 1ê Adarê de Daîreya Koçê kare agedaryê biryara doza penaberiyê bi awayên cûda bidi te. Em karin di civînekê de bi rêveberek re li ser biryarê ji tere bibêjin, an bi posteyê te agehdar bikin. Agadarkirin jêre tê gotin ragihandin, û agahdarkirina biryarê bi posteyê jêre tê gotin ragihandina hesan.

Dema ku Daîreya Koçê bi rêya ragihandina hesan te egadar biki em biryarê bi posteyê ji navnîşana ku te daye me re bişînin. Roja xebatê ya din emê nameyek din bi peyama kontrolê bişînin û te agehdar bikin ku me biryar ji we re şandiye. Di peyama kontrolê de dema ku biryar hatiye şandin heyi. Du hefte piştî şandina biryarê Daîreya Koçê dibîne ku tu hat agahdarkirin.

Daîreya Koçê êdî ragihandina hesan bikar tîne wek nimûne ji bo agehdarkirina biryarên li ser piştgiriya aborî û dirêjkirna mafê rûniştinê.

Agahiyên liser biryarê

Tevî ku Daîreya Koçê bijart ku te agehdar bike liser biryara bi rîya ku ew ji tere bê şandin (ragihandina hesan) tu her gav ji bo civînekê li beşê pêşwazyê tê pêşwazîkirint. Di civînêde tu bi alîkariya wergêrekî liser biryarê agehdarîya bistîni. Ger tu berî ku du hefte derbasbin bê beşa pêşwaziyê, ji dema ku biryar jibo te hat şandin, Daîreya Koçê roja hevdîtinê wek roja ku tu ji biryarê hatiye agahdarkirin hesab dike.

Biryar destpêdiki bicîdibi

Dema ragihandinê girînge. Ger tu bi biryarê ne razîbi sê heftê te heye ku tu îtîraz biki, ji roja ku tu agehdar bû tê hesibandin. Dema ku sê hefte derbas bûn ji ragihandinê biryar destpêdiki derbasdibi (hêza qanûnî bi dest dixe) û êdî tu nikarin îtirazê biki.

Ev tê wê wateyê ku dema Daîreya Koçê ragihandina hesan bi kar tîne, biryar piştî şandina wê bi pênc hefta destpêdike derbasdibi.

Ger biryar redkirinbe du hefte an çar hefte bi piranî hene ku tu bi dilxwazî ​​ji Swêd derkevi, ji roja ku biryar destpêdiki derbasdibi tê hesibandin. Ger tu di wê demê de ji Swêd dernekevi tu mafê xwe yê malê û piştgiriya aborî winda dikin.

Bitir biryar karin bicihbibin

Sedemên guhertina awayê Daîreya Koçê biryaran agehdar biki eve ku me carna biryarên ku nikarin bicihbibin dane, ji ber vê yekê penabirî xwaz naxwazi bê dema ku ti xwestin jibo civînekê girêdayî biryarê . Bi ragihandina hesan biryar derbasdare her çend tu nehat dema ku tu bê xwestin jibo Daîreya Koçê.

Navnîşana xwe agehdar bik

Girînge ku navnîşana te ya rast li Daîreya Koçê hatî tomarkirin û navên hemî endamên malbatê ên mezin li ser derî an qutiya posteyê hebe. Posta xwe baş kontrol biki ger tu çû navnîşanek din me agehdar biki