Statûya parastinê

Skyddsstatus – kurmandji

Swêdê konvansiyona penaberan ya Neteweyên Yekbûyî îmze kiriye. Di bin vê konvansiyonê de, penaberan maf hene ku statuyeke wan bi fermî wek penaber bê naskirin.

Qanûna Biyaniyan ya Swêdê herwisa Rênasîya Hêjatîya YE dişopîne, ku ji her kesê ku destûra rûniştinê li ser bingehê ku pêdiviya wan bi parastinê heye mafê statûya fermî jî, jêre pêşkêş dike.

Eger hûn wekî penaber bêne naskirin, hûnê daxuyaniyeke statuya penaberîyê bistînin – ku rewşa navnetewî ya naskirî ye li ser Qaîdeyên li Konvasyona Cenevreyê û herweha di Rênasîya Hêjatîyê YE.

Bixwîn li ser destûra rûniştinê a kesê rewşa penaberiyê bigri

Eger hûn wekî kesek ku pêdivî bi parastina kêlî heye bêne naskirin hûnê daxuyaniya statûya parastina kêlî bistînin – ku rewşa navnetewî ya naskirî ye li ser bingeha qanûnên di Rênasîya Hêjatîyê YE.

Bixwîni Li ser destûra rûniştinê ji bo kesên ku wekî alternatîf pêwiste parastinê ne

Daxwaza ji bo statuya taybetî piştî vergir­tina destûra rûniş­tinê

Tu ewê ku destûra rûniştinê li Swêdê stendiyi lê daxuyaniya rewşê ne xwyayi tu dikari paşê dozaê biki. Ev ji bo te jî derbas dibe ku alternatîf statûya parastinê wergirtiye lê daxuyaniya statuya penaberiyê dixwazin.

Hûnê ji daxûyanîya statûya re daxwazê pêşkêş bikin piştî wergirtina destûra rûniştinê pê tijekirina forma bi hejmara 158011, Daxwaza ji bo statûya parastinê.

Daxwaza ji bo statûya parastinê, forma hejmara 158011 (bi swêdî) Pdf, 688.6 kB, opens in new window.

Îtiraza ser daxuy­a­niya statûyê

Daxuyaniya statûyê dikare cuda ji biryara der bara destûra rûniştinê bê daxwaz kirin. Ev tê wê wateyê ku heta ev kesek ku destûra rûniştinê standîye dikarin dijî biryara ku ji wî / wê re ti statûya parastina fermî nade, îtirazê bikin.

Liser çawaniya pêşkêş kirina îtirazek agahîyên bêtir bidest bîne

Statûya we dikare bê vekişandin

Statûya parastina we dikare bê vekişandin, bo nimûne eger we êdî pêdivî bi parastinê tune be. Lê belê, ev pêwîst dike ku şert û mercên ku bûne sedema vergirtina statûya parastina taybet, êdî nemabin, an ji bêdawî hatibine guhertin.

Statûya we ya penaberî dikare bi vekişandin, eger hûn nîşan bidin ku hûn dixwazin parastina welatê xwe bi kar bînin, ji bo nimûne pê daxwazkirina pasaporta nû a neteweyî an daxwaz ji Ajansa Koçberiyê ku pasaporta neteweyî ya kevn a we ji bo we vegerine.

Hebûna pêdivîyên vekişandina statûyê ne bi wateya ketina destûra rûniştina we ber bandorê ye. Lê belê, eger we belgeyên seferê hebin, eger statûya we bê kişandin, divê hûn vê paşve vegerînin. 

Li ser Konvansiyana Penaberan agahîyên bêtir bidest bînin (bi înglîzî) External link, opens in new window.

Qanûna Biyaniyan Bixwîne (bi swêdî) External link, opens in new window.

Rênasîya Hêjatîyê Bixwîne External link, opens in new window.

Last updated: