Dirêjkirina destûra rûniştinê

Förlänga uppehållstillstånd – kurmandji

Heger destûreke rûniştinê ya demsînorkirî ya te hebe û dixwazî piştî bidawîbûna wê li Swêdê bimînî wê demê divê tu ji bo dirêjkirina destûra xwe miraceatê bikî.

Ka destûra rûniştinê ya xwe çawa dirêj dikî ev girêdayî şiklê destûra rûniştinê ya te ye. Divê tu, berya ku destûra rûniştinê ya demsînorkirî ya te bidawî bibe, hertim serî li destûreke nû ya rûniştinê bidî.

Li rûpelên ku te eleqedar dikin zêdetir bixwîne (hîn ji rûpelan bi hemû zimanan tune ne):

Heger te mira­ceatê mafê pena­barîyê kirîye û destû­reke rûniş­tinê ya demsî­nor­kirî wergir­tîye

Dema destûra rûniştinê ya demsînorkirî ya te bidawî bibe dikarî ji bo dirêjkirinê miraceatê bikî. Heger ku pêdivîya te bi berdewamî bi parastinê heye wê demê dikarî destûreke rûniştinê ya dirêjkirî wergirî. Herweha di hîn rewşan de jî dikarî destûra rûniştinê wergirî, heger ku ji bo mayîna li Swêdê sedemên te yên din jî hebin.

Zêdetir bixwîne: Dirêjkirina destûra rûniştinê ji bo kesên ku miraceatê mafê penaberîyê kirine (bi înglîzî)

Heger ji bo mayîna li cem kesek din destûra rûniş­tinê ya te hebe

Zêdetir bixwîne: Dirêjkirina destûra rûniştinê ji bo mayîna li cem kesek din (bi înglîzî)

Herger destûra rûniş­tinê ya te ji bo karki­rinê be

Heger dixwazî piştî dawîbûna destûra xwe kar bikî, wê wextê divê tu miraceatê dirêjkirina destûra kar û xebatê ya xwe bikî. Heger te destûrek ji şeş meh yan jî zêdetir wegirtibe û berya ku destûra te ya niha bidawî bibe miraceatê bikî, wê demê dikarî li bendê bisekinî û hetanî ku biryar bê dayîn kar û xebata xwe bidomînî.

Zêdetir bixwîne: Dirêjkirina destûra kar û xebatê (bi înglîzî)

Herger destûra rûniş­tinê ya te weke şîrket­guzar hebe

Zêdetir bixwîne: Dirêjkirina destûra rûniştinê ya weke şîrketguzar (bi înglîzî)

Herger destûra rûniş­tinê ya te ji bo xwen­dinê hebe

Zêdetir bixwîne: Dirêjkirina destûra rûniştinê ji bo xwendina li dibistana bilind yan zaningehê (bi înglîzî)

Heger vîzeyeke turîstan yan jî destû­reke rûniş­tinê ya ji bo serdanê ya te hebe

Zêdetir bixwîne: dirêjkirina serdanê (bi înglîzî)

Last updated: