Karta destûra rûniştinê

Uppehållstillståndskort – kurmandji

Eger ji we re destûra rûniştinê hatiye dayin herwisa tê ji were karta destûra rûniştinê bê dayin ku wek delîlek, nîşan dide ku hûn li Swêdê dijîn. Kartê çîpek kompûterê heye ku wêne ya we û şopa tilîya we di nava da heye. Divê hûn her dem kartê destûra rûniştinê xwe bi xwe re bînin, gava ku hûn serdana sazîyên dewletê an jî serdana xizmetên tenduristiyê dikin.

Fotografi och fingeravtryck.

Wêne û şopa tiliyan ji we tê standin

Her kesê ku diçû ji bo girtina karta destûra rûniştina tê wêne lê bê girtin. Zarokên di bin temenê şeş salî ne pêwîst e ku şopa tiliyên xwe bidin. Her kesê ku nikare ji ber sedemên fizîkî, wek birîndar bûna daîmî ya tiliya nekare şopa tilîyan bide, şopa tilîyan lê nayê standin.

Şopa tilîyan û wêne bi tenê li ser çîpa kartê tê qeydkirin, ne li cîhekî din. Ji bo vê yekê, dîsa tê wêneyên we, û şopa tiliyên we bên girtin, her dem ku pêwîst be kartek nû ya destûra rûniştinê ji were bê derxistin. Xêncî xercê daxwaza destûrê çi xercek din ji bo dana karta destûra rûniştinê nayê standin.

Eger hûn li derveyî Swêdê bin

Eger we pêdivî bi vîze ya sefera bo Swêd hebe divê hûn serdana balyozxaneya Swêdê an konsulxaneya-giştî bikin, daku wêne ya we û şopa tiliyên we bê girtin. Gel balyozxaneya an konsulxaneya-giştî ji bo agahiyên li ser demjimêrên serdanê têkiliyê bigire.

Welatên ku welatiyên wan pêdivî bi vîzeya hene bo hatina Swêdê (bi îngilîzî)external link, opens in new window

Balyozxaneya an konsulxaneya-giştî herî nêzîkî xwe li ser Swedenabroad.se peyda bikin (bi îngilîzî)external link, opens in new window

Eger we pêdivî bi vîze ji bo hatina Swêd tune be, dê wêneyên û şopa tilîyê we li Swêdê bê standin. Divê hûn bilez serdan Ajansa Koçberîyê bikin, piştî vergirtina destûra rûniştinê û gehîştina li Swêdê.

Eger hûn li Swêdê ne

Eger we ji bo destûra rûniştinê daxwaz pêşkêş kiribe gava ku hûn li Swêdê ne, divê hûn serdana Ajansa Koçberiyê bikin daku wêne yên we û şopa tilîyan ji we bê standin. Herwisa ev tê pêk bê eger hûn bixwazin destûra xwe dirêj bikin an jî, eger we pêwîstî bi kartê destûra rûniştinê ya nû hebe.

Gel Ajansa Koçberîyê ji bo ku wêne û şopa tilîyên we bê girtin, demekê bo hevdîtinê tomar bike (bi îngilîzî)

Li ku derê dikarin me peyda bikin (bi îngilîzî)

Eger hûn navnîşana xwe bigûhêrin

Eger hûn dixwazin ​​karta destûra rûniştina we ji mala we re bê şandin, pêdivîya me bi navnîşana we heye. Eger hûn mala xwe bar bikin hûn dikarin navnîşana xwe ya nû dema ku serdana Ajansa Koçberiyê dikin, radestî vê bikin. Bîrnekin ku ji me re bibêjin, eger hûn bi kesekî din re dijîn û xwedîyê navnîşan c/o ne.

Uppehållstillståndskort.

Kengê karta destûra rûniştinê amade dibe

Eger li sefaret yan konsolosxaneyê-giştî wêneyên we û şopa tilîyên we hatin girtin, hûnê karta xwe ji wan bistînin. Ji balyozxaneya an konsulxaneyê bipirsin, ka ev tê kartê ji were bişînin yan divê hûn bixwe biçin vê rakin. Paş ku we biryar standina destûra rûniştinê wergirt, gengaz e çar hefte bikşîne hata ku karta we tê çap kirin û ji balyozxaneya an konsulxaneya-giştî re tê şandin.

Eger li Ajansa Koçberîyê wêneyên we û şopa tilîyên we hatin girtin, tê karta we ji navnîşana we ya malê di nava hefteyekê de bê şandin.

Karta we ya destûra rûniştinê dema ku biryara tê girtin tê çapkirin, lê zêdetir ji sê mehan paş destpêkirina nirxa destûra rûniştinê, nakişîne.

Bilezkirina çapa kartê û gehandina vê ne mumkin e.

Daneyên nava kartê

Di nava karta destûra rûniştinê de agahiyên li ser cure ya destûra we heye û heta kengê karta we nirxdar e, gel tiştên din. Daneyên we ya şexsî jî li ser kartê hene. Li ser pişta hin kartan hatîye nivîsîn “Destûra kar heye” (“Får arbeta”) Ev e demekê ye ku biryara ku we standiye rasterast nîşan nade ku we destûra karkirinê heye, wek gava ku destûra rûniştinê ya bêdawî ji were hatiye radest kirin. Lê eger destûra kar li Swêdê diji ji we re hatibe dayîn, biryara wê bêje ku we destûra kar kirinê heye û ji ber vê yekê ne pêwîst e ku karta we nivîsa “Destûra kar heye” li ser pişta xwe hebe. Ji bo zarokan, nava nivîsê de (cîhê pêkan be) heta ku dibin16.salî tê nivîsîn.

Agahiyên li ser karta xwe kontrol bike

Herdem kontrol bikin ku navê li ser karta destûra rûniştina we, heman ev navê li ser pasaporta we be. Eger kerta we navê şaş hebe divê hûn ku serdana Ajansa Koçberîyê yan balyozxaneyê bikin ji bidestxistina kartek nû. Pasaporta xwe bi xwe re bibe.

Eger we navê xwe guhert, divê dê pêşîyê de serdana Ajansa Bacê bikin, ku qeyda nifûsê dike, da ku navê we yê nû qeyd bibe. Paşê divê hûn serdana Ajansa Koçberiyê bikin, ji bo bidestxistina kerta destûra rûniştina nû.

Väska.

Dema gera we

Dema gerê divê hûn karta xwe ligel pasaporta xwe nîşan bidin. Kart bi tenê nikare wek belgeya nasnameyê an belgeyên seferê bên bikaranîn.

Nirxdarîya kartê

Hertim ku hûn destûra rûniştinê ya nû distînin an jî vê dirêj bikin tê karta destûra rûniştinê ya nû radestî we bibe. Nirxa kartê weke nirxa destûrê ye, Lê qet zêdetir ji pênc salan nabe. Dema pêdivîya we bi karta destûra rûniştinê ya nû hebe dîsa wêneyên we, û şopa tiliya tê hi we bê standin.

Eger we karta xwe winda kir

Eger we karta destûra rûniştinê xwe winda kir, an jî, eger ew dizîn, gerek ewil evê li polîs re ragehînin. Paşê dibe ku serdana Ajansa Koçberiyê bikin da ku bo dana karta nû wêne û şopa tilîyên we bê standin. Kopiyeke rapora polîs, ku hûn ji polîs distînin, an gava ku hûn raporê çêdikin, an jî piştî ku hûn vê post dikin wergirin.

Eger we karta xwe nestand

Demeke dirêj e ku hûn li benda karta destûra rûniştina xwe ne? Sedema vê dibe ku zivirandina kartê ji bo Ajansa Koçberiyê be. Ev dikare biqewime, eger ku navnîşana we ya cem Ajansa Koçberîyê şaş be.

Eger her pirsek we li ser vê babetê hebe, gel Ajansa Koçberîyê pêwendîyê bigirin (bi îngilîzî)

Last updated: 2018-03-07

Was the information on this page helpful to you?

Thank you for helping us improve our website!

Thank you for helping us improve our website!

Tell us how we can make this page better*






If you wish to ask the Migration Agency a question you can find our contact details under the heading Contact us.