The Swedish Migration Agency logotype

Divê tu daxwaznameyê weha dadigirî

Så här fyller du i blanketten (vuxen) – kurmandji

  1. Şirove bike ka daxwazname ji bo çi ye. Çi qas tu dikarî, bi zelalî şirove bike ka tu alîkariyê ji bo çi dixwazî û ka pêdivîya te bi çend diravî heye ji bo ku tu tiştî yan xizmetê bikirî.

  2. Şirove bike ka çima pêdiviya te bi tiştî yan xizmetê heye.

  3. Binivîse ka tu kîjan belgeyan li gel daxwaznameyê dişînî da diyar bikî ku pêdiviya te bi tiştî yan xizmetê heye.

  4. Heger dahatên te wek meaşê karî yan alîkarî ji daîreyek yan rêxistineka din - mîna diravê nexweşiyê, diravê dêûbaviyê yan alîkariya zarokan ya ji Kaseya bîmeyê - hebin, wê yekê binivîse.

  5. Heger te diravê berdest hebe ku ji bedela rojane ya mimkin ya ku ji Daîreya Koçberîyê ji te re tê zêdetir be, wê yekê binivîse.

  6. Heger te çavkaniyên aborî – mîna otomobîl, pare û mal di bankeka Swêdê yan ya derveyî welatî de, şîrketa taybetî, hise yan çavkaniyên li derveyî welatî yên ku tu dikarî bifiroşe da diravê berdest peyda bikî – hebin, wê yekê binivîse.

  7. Bi îmzekirina daxwaznameyê, tu li ser namûs û wijdanê dipejirînî ku  
    • agahdariyên ku te di daxwaznameyê de dane rast in.
    • tu dizanî ku divê tu guhertinên aboriya xwe yên ku tesîrê li mafê te yê alîkariyê yan çendahiyê wê dikin rabigihînî.
    • tu haydar î ku agahdariyên şaş dikarin wek sûc di warê alîkariyê de bê dîtin û bibe sedema agahdarkirina polîsî. 
    • tu dizanî ka tu çi îmze dikî.

Giring e ku tu daxwaznameyê rast dagirî da Daîreya Mihaciryê bikare biryarê bide bêyî ku agahdariyên zêdetir ji te bixwaze. Heger agahdarî kêm bin, mimkin e Daîreya Koçberîyê daxwaznameya te red bike çunkî pêwîstiya te nikare bê nirxandin

Daxwaznameyê bide daîreya xwe ya pêşwazîkirinê yan ji daîreya xwe ya pêşwazîkirinê re bişîne.

Tu dikarî navnîşanên daîreyên pêşwazîkirinê yên Daîreya Koçberîyê li vê derê peyda bikî.

http://www.migrationsverket.se/Kontakta-oss/Hitta-till-oss/Post--och-faxadresser.html


Last updated: 2 March 2017

Was the information on this page helpful to you?